Serrûpel Hejmar 38, adar 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Keya Îzolî: Mafên kurdan ji bîr nekin
Kemal Burkay: Em bazirganiya qirêj li ser Kurdistanê qebûl nakin
Nezîr Akat: Bi radestiyê nabe
Fuat Akpinar: Bila tirk medenî û biedeb bin!
Cankurd: Ma xebat tenê siyaset e?
Lokman Polat: Pirtûkxaneya Sara û savara kurdî
Dana Hesen: Bazirganiya bi navê rewşenbîran
Fuat Akpinar: Divê em bêdeng nemînin
Lokman Polat: Rekora Weşanên Avesta
Kemal Burkay: Hemberî êrişgeriya tirkan divê kurd yek bin


Himber êrîşgerîya dewleta Tirk divê hemû Kurd Yek bin

Kemal Burkay: psk@kurdistan.nu

Bi bûyerên dawî xuya dike ku li Rojhilata Navîn şer nêzîk dibe. Amêrîka û Îngîlîz ji bo êrîşa ser Iraqê xwe hazir dikin, leşkerê xwe li mintiqê kom dikin. Ger Saddam û hevalên xwe terkî hukum û welat nekin, êhtimal e heya mehkî şer dest pê bike.

Dewlet û hukumeta Tirk jî, herçiqas di destpêkê da nîşan da ku dijî vî şerî ye û çareserîyeke aşitîxwaz dixwaze, lê ev helwest ne ji dil bû. Nuha hazirî dike him rê bide eskerê Amêrîkê ji bo vekirina cepha bakûr, him jî bi xwe êrîş bike Kurdistana Başûr dagre.

Derd û tirsa dewleta Tirk Kurd in. Ew ji hukumet û parlamena Kurd ku ev 11 sal e li Başûr avabûye û ji azadîya Kurdên vî parçeyî gelek aciz e. Tirsa xwe ya mezin, pêkhatina statûyeke baştir e ji bo Kurdên başûr piştî şer, çi bi şiklê serxwebûnê çi federalî. Dixwaze rê nede guhartineke han, heya di vê firsandê da dawîya xumuxtarîya Kurdan bîne.

Her usa jî çavê Tirkan li nifta Mûsil û Kerkûkê ye.

Dewlet û hukumeta Tirk, heya muxalefeta li parlamenê hemû bi hevra hazirîya êrîşekê dikin. Leşkerê Tirk li ser sînor kom dibe; ji xwe beşek ji zû va ketîye Kurdistana Başûr.

Eva xetereke mezin e him ji bo Kurdistana Başûr him jî bo hemû milletê Kurd.

Himber vê yekê divê milletê Kurd, partî û serokên wî gelek hişyar bin, dest bidin hev pêşî li vê erîşgerîyê bigrin.

Divê himber êrîşgerîya Dewleta Tirk helwesta Kurdên Başûr yek be, ew rê nedin lîstik û planên dijmin, erda xwe û destkevtîyên xwe biparêzin.

Divê Kurdên parçên dinê, bi taybetî Kurdên Bakûr himber êrîşa dewleta Tirk bin, li hundur welat û li der welat çi ji dest tê bikin, vê rejîma mîlîtarîst û dagirker, har û hov rûreş bikin, piştgirîya Kurdên Başûr bikin.

Li rojhilata navîn bûyerên mezin diqewimin, kevir ji cîyê xwe dilivin û ewê tesîreke mezin li ser qedera me Kurdan jî bike. Di rojeke hanê da divê hemû hêz û rêxistinên Kurd, hemû welatparêzên Kurd dest bidin hev, mafên xwe û heqên xwe biparêzin, bo vê yekê çi lazime bikin.

Kemal Burkay
Sekriterê Giştî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan

4 Sibat, 2003

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.