Serrûpel Hejmar 38, adar 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Keya Îzolî: Mafên kurdan ji bîr nekin
Kemal Burkay: Em bazirganiya qirêj li ser Kurdistanê qebûl nakin
Nezîr Akat: Bi radestiyê nabe
Fuat Akpinar: Bila tirk medenî û biedeb bin!
Cankurd: Ma xebat tenê siyaset e?
Lokman Polat: Pirtûkxaneya Sara û savara kurdî
Dana Hesen: Bazirganiya bi navê rewşenbîran
Fuat Akpinar: Divê em bêdeng nemînin
Lokman Polat: Rekora Weşanên Avesta
Kemal Burkay: Hemberî êrişgeriya tirkan divê kurd yek bin


Beyana Çapemenîyê ya
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

Em Bazarîya Qirêj li Ser Kurdistanê Qebûl Nakin!

Kemal Burkay: psk@kurdistan.nu

Îro ne tenê li ser pirsa Iraqê, lê li ser qedera gelê Kurd û dahatûya Kurdistanê jî di navbera Dewletên Yekbûyî yê Amerîka û Tirkîyê da bazarîyeke qirêj dibe.

Amêrîka ji Tirkîyê dixwaze ku rê bide, bikare leşkerê xwe ji erdê Tirkîyê derbaz bike û dijî Iraqê enîya Bakûr veke , Tirkîye jî li himber vê yekê dixwaze him pereyekî baş ji Amêrîkê bistîne, him jî hazirî dike ku Kurdistana Başûr dagre. Ji xwe ji nuha va beşekî eskerê xwe li wir e.

Xeberên dawî nîşan didin ku DYA û Tirkîye di vê bazarîyê da li ser mesela Kurdistanê li hev kirine, ma ye bazarîya diravî. Ango Amêrîka çiqas pere bide Tirkan..

Gor vê bazarîyê 50 hezar leşkerê Tirkîyê wê bikeve Kurdistana Başûr, heya Bajarê Mûsilê dagire û her usa jî dora bajarên mezin wek Hewlêr û Silêmanîyê bigre..

Eva ji bo xelkê me yê Kurdistana Başûr, her usa jî bo dahatûya temamîya milletê Kurd xetereke mezin e. Milletê me yê Başûr ku bi salan ji sazûmana xwînxwar a Saddam gelek kişandibû û van deh salên dawî di bin parastina Rêxistina Milletên Yekbûyî da li Başûr hewl dida ji xwe ra jîyaneke azad ava bike, nuha li himber êrîşgerîya sazûmana Tirk e, ku ji ya Saddam zêdetir zordest, nijadperest û mîlîtarîst e.

Ev dewleta Tirk ku ji 20 mîlyon Kurdê Bakûr ra tu heqekî nasnake û bi salan e dijî gelê me şerekî qirêj bi rê va dibe, Kurdistanê ser û bin dike, milletê me dikuje, koçber û şerpeze dike, nuha jî çavê xwe berdaye Başûr, dixwaze di vê pûk û baranê da eynî tiştî li wir jî bike.

Eva planeke gelek qirêj e, zordestî ye, dijî huquqa navnetewî ye û encamên xwe jî wê gelek xirab bin.

Milletê Iraqê, çi Kurd çi Ereb, ji sazûmana zalim ya Saddam gelek kişand. Saddam di salên borî da Kurdistan ser û bin kir, Kurd bi deh hezaran qir kir, bi sed hezaran koçber kir; heya li Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar anî. Em bawer in ev sîlah hîn jî di dest Saddam da hene û ew veşartine.

Mixalefeta Iraqê, çi Kurd çi Ereb, îro dixwaze ku ev sazûmana zalim hilweşe, li cîyê wê sazîyeke federal û demokrat avabe, çekên komkuj yên kemyewî û bîyolojîk nemînin. Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan piştgirîya van daxwazan û piştgirîya berxwedana mixalefeta Iraqê dikin. Em, her usa jî daxwaz û hêvî dikin ku Rêxistina Milletên Yekbûyî û Yekitîya Ewrûpa jî piştgirîya vê mixalefetê bike.

Lê ev êrîşa ku Amêrîka, dixwaze bi navê “şerê dijî terorê” û bi alîkarîya İngiliz û Tirkîyê bibe ser Iraqê, xuya ye, ji bo xilaskirina xelkê Iraqê ji vê sazûmana zalim û avakirina sazîyeke demokrat zêdetir, ji bo maf ên wan bi xwe ye, ji bo dagirkirina Iraqê û parvekirina niftê ye.

Dewleta Tirk gelek eşkere dixwaze ku Kurdistana Başûr dagir bike, xelkê me yê vî parçeyî jî hêsîr bike, hemû heq û azadîyan ji dest bigire û heya wan koçber bike. Ev sazûmana Tirk di derheqa pirsa Kurd da paranoyak e, ji hebûna Kurdan ecêb aciz e, tiştên ku dike, dîn û har nakin.. Hukumeta teze ya AKP jî di vî wî warî da zû kete xizmeta vê sîyaseta qirêj.

Ev sazûmana Tirkîyê, bi zulm û zordestîya xwe, bi nijadperestî, mîlîtarîstî û êrîşgerîya xwe, bi plan û dafikên xwe ji sazûmana Saddam deh carî xetertir e

Bona vê yekê, em bala raya giştî dikişînin ser vê bazarîyê ku di navbera DYA û Tirkîyê da li ser Iraqê û Kurdistana Başûr çêdibe.

Em dixwazin ku Amêrîka û İngiliz wek du endamên Konseya Parastinê ya Milletên Yekbûyî, gor huquqa navnetewî û gor biryarên Rêxistina Milletên Yekbûyî hereket bikin.

Ev bazarîya li ser Kurdistana Başûr ne gor huqûqê ye, ne jî gor ehlaq û vîcdanê ye.

Welatê me piştî Þerê Mezin ê Pêşîn careke din parçe bû, em azad ne bûn. Nuha ev azadîya li Kurdistana Başûr jî di xeterê da ye; dixwazin bihara me cardin bikin zivistan.

Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan vê êrîşgerîyê, vê haydûtîyê bi xurtî protesto dikin. Gazî milletê Kurd dikin ku li himber vê êrîşê yek deng be, dest bide hev, ber xwe bide. Gazî aşitîxwaz û demokratên Tirk dikin ku dijî vê plana qirêj derkevin.

Divê di warê navnetewî da hêzên aşitîxwaz û demokrat rê nedin vê haydûtîyê. Xelkê me yê Kurdistana Başûr, piştî Þerê Kendavê ev deh sal e ku bi rîya parlameneke hilbijartî û hukumeta xwe ya netewî karê welatê xwe bi rê va dibe. Herçiqas pirs û serêşî hebin jî, Kurdistana Başûr ji nuha va bûye wek cizîreke demokrat li heremê. Tu heqê Tirkîyê tune ku têkilî karê Kurdistana Başûr be, destê xwe dirêjî wir bike. Heqê milletê Kurd e jî ku karê welatê xwe bi xwe rê va bibe.

DYA û Tirkîye divê dev ji vê bazarîya qirêj berdin.

Divê RMY û Yekitîya Ewrûpa û hemû hêzên dinê li himber vê yekê bêdeng nemînin.

Divê NATO piştgirîya van planên qirêj yên Tirkîyê neke. Ji bo Tirkîyê xetera êrîşekê tune; lê Tirkîye bi xwe xeter e ji bo cîranên xwe û êrîşger e.

Divê êrîşgerîya Tirkîyê êdî bê sekinandin!

Kemal Burkay
Sekriterê Giştî

19 Sibat, 2003

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.