Berî vê bi maweyekê, rêxistina KOMKAR, ya ser bi Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê PSK bi pêşengiya serokê wê yê hemdemî Kemal Burkay, nameyeke piştgiriyê ji bo herdu serokên hêzên sereke yên Başurê Kurdistanê amade kiribû û ji rewşenbîrên Kurdistan yên li Ewropa dijîn xwestibû ku vê nameya piştgiriyê îmze bikin. Gelek rewşenbîran jî, ji dilsosiya xwe û bi wê baweriyê ew name îmze kiribûn, ku ew name bi wê forma xwe ji herdu birêzan re Mesud Barzanî û Celal Talabanî tê hinartin. Ne Kemal Burkay û ne jî kadroyên PSK yên di nav gel de tên naskirin wek Abubekir Seydam (Beko), Sertac Bûcak û hwd. bi mebest ev nameya pistgiriyê îmze nekirin, da ku rengê PSK neyê ser vê lîsteyê û wisa lîste wek bêlayen bê xuyakirin.
Mebesta PSK ji vê lîsteyê gelek aşkere û diyar bû; mebest jê ne piştgiriya tevgera Başur û piştgiriya herdu birêzan Mesud Barzanî û Celal Talabanî bû. Bi vajayî wê, mebest tenê ew bû ku PSK ji hêzên Başur re bêje, vaye ewqas rewşenbîr li gel me ne, divêt hûn piştgiriya me bikin. Ji ber ku gava birêz Mehmûd Lewendî, ku rewşenbîrekî ne ser bi tu partiyan e, bangewaziyek li rewşenbîrên Kurdistan kir û ji wan xwest, ku ew piştgiriya tevgera Başur bikin, hîngê advokatê PSK Bûbê Eser êrişeke nedîtî anî ser birêz Lewendî û ew bi hezar û yek sûcan tewanbar kir. Heger mebest piştgiriya tevgera Başur bû, çima wê hîngê PSK û KOMKAR piştgiriya wê bangewaziyê nekirin??.
Mijar gelek diyar e. Partiya Sosyalîst ji wê baweriyê ye, ku her piştgiriya ji bo Başur divêt di rêya wê re be. Bûbê Eser jî ev yek di êrişa xwe de bi temamî dabû xuyakirin. Bi rastî ev mijar jî bûye wek Deriyê Xabûr û baca Îbrahîm El-Xelîl. Yanê mafê tu rewşenbîrê Kurdistan nîne ku piştgiriya tevgera Başur bike, heger ne di rêya PSK de be yan jî destûr jê hatibe xwestin!.
Piştî ku pir rewşenbîran ev rewş jî pejirandin û vê carê piştgiriya xwe ji bo Başur, axir di rêya PSK û KOMKAR re dan xuyakirin, ev nameya ku hatibû îmzekirin hema di hemû kovar û rojnameyên di bin bandora PSK de ne yan jî pêwendiya xwe pê re heye hat weşandin. Hema kîjan malpera înternêtê jî ku bi PSK re dost e, ev name weşand. Vê carê jî di qada siyasî de bi vê nameyê û navê wan rewşenbîran bazirganî tê kirin.
Ev bazirganî çi ye?
Nameya ku rewşenbîran bi wê baweriyê îmze kiriye, ku ew ji herdu birêzan Mesud Barzanî û Celal Talabanî re diçe, hatiye beşkirin. Bi navê hin rewşenbîrên ku bi dîtina PSK gelek navdar û bi qalîte ne, nameyeke taybetî tenê ji birêz Celal Talabanî re hatiye şandin. Nameya ku tenê ji bo Mam Celal e û ne ji bo birêz Mesud Barzanî ye ev e:
Bo Sekreterê Giştî YNK hêja Kek Celal Talabanî
02.01.03
Sekreterê hêja,
Bi pêşgavîya hêjayan M. Emin Bozarslan (nivîskar), Mahmut Kilinç (nivîskar, endama berê a Parlamena Tirkîyê), Necdet Buldan (nivîskar, serokê berê a Beledîyeyê Geverê), Munzur Çem (nivîskar), Eskerê Boyîk (şaîr), Malmisanîj (nivîskar), Şivan Perwer (hunermend), Yilmaz Çamlibel (nivîskar), Fettah Tîmar (mamoste, Serokê KOMKAR), Zerdeşt Haco (nivîskar, Serokê PENa Kurd), Keya Ýzol (Serokê Federasyona Komelên Kurdistan li Swêd) û rêxistina me, bi nameyê jêrî, ku pîzîşk, nivîskar, hunermend, mamoste û hiquqnasên welatparêz îmza kirine, pişgiriya pêvajoya aşîtî li Kurdistanê başûr dikin.
Em piştrast in, ku ne tenê yên, ku vê nama îmze kirine, belku bi dehan ronakbîrên Kurd, bi dehanhezar Kurdên derwayê welat ligel we ye, piştgirîya we dike.
Bi silavên dostî serketina we dixwazin.
Bi navê Komîta Karger
Beko Topgîder
Ev nameya li jor di “MEHNAME, hejmar 37” de hatiye weşandin.
Niha pirs ev e: Gelo PSK hên çend kom û grup ji navê rewşenbîran çêkirine û ji kîjan aliyan re şandiye?
Ew navên ku di nameya ji bo herdu serokan de têra çend koman dikin. Belkî bi navê komekê nameyek ji bo serokê Amerîka G.W. Bush re çûbe, bi navê komeke din jî nameyek ji Colin Paul re hatibe hinartin û yeke sêyem jî ji serokê C.I.A re!!!??? Ma kî dizane? Tenê XWEDÊ dizane û BEKO dizane.