Wekî tê zanîn li başûrê Kurdistanê Parlamena Kurdistanê piştî çend
salan dîsa di roja pêncê meha dehan a sala du hezar û duduyan de li hev
civiya û gelê me yê başûrê Kurdistanê li hev hatin. Em kurdên Ewropa û
tevahiya cîhanê bi vê yekê pir kêfxweş û serbilind bûn. Ev yekîtiya gelê
me ya li başûr bila li her çar parçeyên Kurdistanê li gelê me pîroz be.
Ez ji gelê xwe yê başûr re serkeftin, serfirazî û serbilindiyê
dixwazim. Lê belê tengasiyên başûrê Kurdistanê hê xelas nebûne. Divê em kurdên
li Ewropa, Amerîka û li her derê cîhanê di kêşeya başûrê Kurdistanê de
jî hîşyar bin. Çavê me li ser be. Ji ber ku talûkeyên li başûrê
Kurdistanê hê xelas nebûne. Ev şans û îmkana ku piştî şerê Kendavê (xelîc) di
sala 1991'î de kete destê gelê me her gav nakeve destê
me.
Her çiqas kêmasiyên gelê me yên başûrê Kurdistanê hebin jî divê em
tiştekî ji bîr nekin. Divê em baş fêr û fam bikin ku gelê me yê başûrê
Kurdistanê ev yanzdeh sal in li başûr sebixwe ne. Dewleteke serbixwe
îdare dikin. Kesên hinek ji cîhanê, rewşa dewletan û ji dîrokê fam dikin,
baş dibînin ku dewlet û birêvebirin ne karekî rehet û hêsan e. Lê gelê
me li başûrê Kurdistanê di demek pir kurt de bi ser ketiye û pir bi pêş
ketiye. Hemû saziyên xwe bi rê xistine û ji Kurdistana me re xizmetê
dikin.
Başûrê Kurdistanê dema di 1991’î de kete destê kurdan, Sedam Husên
Kurdistan xera kir û hê jî Kurdistan canimî çû. Tiştê herî mihîm jî ev
e ku dawîdorê başûrê Kurdistanê bi gurên har hatiye girtin. Eger ji
destên wan were dê di rojekê de gelê me bifetisînin û ji holê (ortê)
rabikin. Dewleta Tirk, Ereb û Faris her roj ji gelê me re astengiyan
derdixin. Ew tu car naxwazin Kurdistanek serbixwe yan jî federe çêbe. Ez li
vir bangî hemû kurdan dikim û ji wan hêvî û gazî dikim bila vê rastiyê
baş bidin ber çavên xwe. Divê em kurd li her derê bi serkeftina gelê me
yên Başûr serfiraz bin û divê em di tengasiyê de her dem bi wan re bin.
Di pêşerojê de hazir û amade bin, dibe tehlîkeyên mezin çêbin. Em jî bi
awayekî dîplomatîk cîhanê rakin ser piyan û gelê xwe wekî berê bi tenê
û bêxwedî nehêlin.
Wekî tê xuyakirin, Amerîka dixwaze hemû dewletên di
konseya UNO’da (Neteweyên Hevgirtî, United Nations –MN.) îqna û razî bike û paşê li Iraqê bixe. Ez bawer im
biryara UNO hebe yan jî tunebe, Amerîka dê li Iraqê bixe. Lê em kurd hê
nizanin dawiya şer dê çawa be? Dê statûyek ji Kurdistanê re çêbe yan na? Pir
mixabim di dîrokê de pir caran lîstok li ser gelê me hatine çêkirin.
Îcar dê çawa be? Em hê nikarin bersiveke bi realîst bidin. Hêviya me hemû
kurdan ev e ku statûyek ji bo Federasyona Iraq û Kurdistanê çêbe. Lê
ev çênebe û gelê me wekî berê dîsa bikeve tengasiyê emê li Ewropa,
Amerîka û li cihên din çi bikin? Ji ber ku niha li her derê cîhanê mirov der
heqa şerê Iraqê de hîşiyar in. Em dikarin bi hêsanî dengê xwe bidin
bîhîstin. Dema şer dest pê bike û di dawiya şer de ji kurdan re statûyek
bikêr ji bo çareserkirina kêşeya kurd dernekeve, divê em li NEW YORK,
WASHINGTON, LONDON, PARIS, MOSKOW, BERLIN û li paytextên din bêdeng
nemînin. Eger em bêdeng bimînin ji bo welatê xwe û gelê xwe, ne dîrok vê carê
me efû dike û ne jî em ji îro û şûn de dikarin xwe biparêzin. Em neçar
in ku berpirsiyariya xwe ya li hember gelê xwe yê li başûrê welêt bi
cih bînin. Wekî din tu alternatîfeke me tuneye.