Serrûpel Hejmar 38, adar 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Keya Îzolî: Mafên kurdan ji bîr nekin
Kemal Burkay: Em bazirganiya qirêj li ser Kurdistanê qebûl nakin
Nezîr Akat: Bi radestiyê nabe
Fuat Akpinar: Bila tirk medenî û biedeb bin!
Cankurd: Ma xebat tenê siyaset e?
Lokman Polat: Pirtûkxaneya Sara û savara kurdî
Dana Hesen: Bazirganiya bi navê rewşenbîran
Fuat Akpinar: Divê em bêdeng nemînin
Lokman Polat: Rekora Weşanên Avesta
Kemal Burkay: Hemberî êrişgeriya tirkan divê kurd yek bin


Ma xebat tenê siyaset e?!

Cankurd: cankurd@hotmail.com

Hêzên leşkerî yên Amerîka û welatên dî yên, ku bi hev ra , wek diyar dibe, dê hêriş ser Iraqê bikin, ji her aliyekî va hatine amadekirin, lê wekî tê berçavkirin, wan saziyên alîkariya navnetewî, ku pêwîste bo gelên herêmê di dema cengê da û paş cengê, alîkariya mirovan bikin, û bi taybetî bi ava pak, xwarin, derman û çadiran, li gor dîtina berpirsê hevtêkiliya UN ji bo alîkariya mirovî, Kenzo Oşîma, hîn ji rojên reş û teng re, ku li pêş in, baş ne hatine amadekirin û ji ber wê yekê jî ewan nikarin bi histobariya xwe ya giring rabin. Ji 120 milyon Dolarên, ku bo vê xebatê pêwîst in, ta niha dora 37 milyon, ji aliyê UN û dewletan ve hatine dayîn.

Li gor texmînan dibe ku piraniya bingehên jîna aborî ya Iraqê ta demekê bên herifandin û ji ber wan tirs û xeman, wê bêtir ji 1.5 milyon mirov bizava xwe bikin, da bi zûkî ji herêmên cengê birevin. Lê ji ber kêmbûnaa tişt û pertalan di destên saziyên alîkariyê da, ta dawiya meha Avdarê ewan dikarin kêmtir ji ½ milyon mirov têxînin bi çavdêriya xwe di çadirgehan da.

Sazia Xaça Sor a Cîhanî, ku li Gênf / Swîsra rewş da xuyakirinê, dibêje ku ew dikare dora 150.000- 500.000 mirov biparize û alîkariya wan ta dawiya Biharê bike. Eve jî hejmareke pir biçûk e ji wan kesên, ku li Iraqê û çarexên wê pêdiviyê alîkariyê bibin. Li gor dîtina pir çavdêrên vê kêşeyê.

Li gor sazia xwarindayîna navnetewî tenê bo deh hefteyan ji 250.000 kes ra xwarin hatiye amadekirin, û ji bo bêtir mirov, dora 400 milyon Dolar din pêwîstin. Saziya navnetewî ya alîkariyê bo mişextiyan UNHCR dibêje, ku dewletên hevsînor bi Iraqê ra: Urdun, Sûriye, Turkiye, Iran, Kuweyt û Saudî Arabistan naxwazin wek sala 1991 dîsa bi milyonan an sedhezaran îraqî bi ser wan da bên û ev sazî dibêje, ku alîkariyeke hêjatir ji berê bo mirovên ji ber cengê birevin ji niha ve pêwîst e.

Leşkerê amerîkî dixwaze bi xebatên alîkariya mişextiyan jî li gel karê xwe rabe, lê belê serdariya Pêntagon hezdike ew alîkarî bi rêya saziyên alîkariyê yên serbixwe çêbibe. Serdariya bo alîkariyê di xişim û bobelatan da 900.000 Dolar li paytextê Urdunê Amman dane bo pêdakirina Computer û derbasbûnên nav Internetê, wek piştvanî ji saziyên alîkariyê ra, lê eve jî, li gor dîtina çavdêran, pir kêm û hindik e.

Komeleyên alîkariyê yên Almanan jî di warê Iraqê da dilxemgîn in û ditirsin, ku rewşeke dijwar bo mişextiyan pêda bibe.

Di rewşeke wilo da, mixabin! Ta niha saziyeke kurdî ya berçav ji bo alîkariya ji dil da û ji bo ku bikare Kurdan di rojên teng da biparize û alîkariya wan bike hîn tune ye. Çavêd mişextiyên kurd ji partî û rêkxistin û komeleyên kurdî zuwa ne..Alîkariya mişextiyên kurd bi rêya saziyên biyanî tê kirin û Turkiye bizava xwe dike, ku çi alîkarî bo Kurdan hebe divê bi rêya wê be..Carinan jî ew rê li her alîkariyekê bo Kurdan digire û tişt û pertalên ku di nav Turkiyê ra tên ji xwe ra talan dike. Hinek toxtirên kurd di warê alîkariyê da bi xebateke baş radibin û wek ez dizanim Dr. Ekrem Naasan bi hezaran çadir û gelek derman ji niha ve pêda kirine û wê bigihîne Kurdistanê, wekî din çi deng ji toxtirên me yên din naye guhan. Lê ev xebat jî bi serê xwe nikane mişextiyên, ku ji ber cengê birevin, biparize.

Partiyên kurdî bi aliyê mijarê yê ramyarî va bêtir gêro dibin, ew vê mijara pir giring ji saziyên alîkariyê yên biyanî ra dihêlin. Di axiftina nûnerên herdu partiyên mezin ên başûrê Kurdistanê da li bajêrê Bonnê roja 16.02.2003 pevekek li ser vê mijarê nehat gotin, dibe pişt re hinek kesan pirs di vî warî da kiribin, lê wan bi xwe ne anî zimên, û bêtir li ser federalîzmê peyivîn.

Tirsa min ewe, ku careke dî zarokên me di çiyayên sar û qeracên hîn bi berfê da bi hezaran ji aliyê dayik û bavan ve bên çalkirin, berî çi alîkarî digihîne wan. Divê em li rewşa xwe bipirsin, divê em tiştekî bikin berî em destên xwe bo nanekê an çadirekê li ber xelkê vedigirin û leşkerê turk ji dest me direvîne û bi çovêd qalind li pista jin û zarokan dide..Xebat ne tenê siyaset e...

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.