- Jînçikûsê re -
I.Şekirê ji tirsa di binê zimên de niştecîh bûyî...
û min nizanîbû keleha sirgunê li çiyayê welêt dinêre
xaliçeya li ser rûyê erdê raxistî
-dibe ku neqermiçe-
toza di bin xalîçê , miriyên me
miriyê dibin xalîçe
ên bayê wan şûr bûn
li hemberî dijî hemberiyên xwe
şûrê xwe kirin du felqe
yek ji min re
-dibe ku a din jî ji min re be-
ên bayê wan kur bûn
-dibe ku emirqut û emirkurt bin-
II. Şekirê li ser zimanan...
xwe gêj neke !
bîra bîra bîran bibe
ji xwe hemû Xwedawend bê navran in
hê jî navika wan nehatiye birrîn
ên evdê Xwedawenda bin
-dibe ku tu li xwe bigere û bi xwe bigere-
te çawa porê xwe qut kir
wî emirqutê emrê min jî xwe qub kir
III. Şekirê weke, dara bi sêhr...
darbesta min li ser piyê çend hestên min e
çend hestên hov bûn helbest
min mirin mirdar kir
darbestê bi xwe venîşt
mirin vejiya
-dibe ku hêza min û hestên min cilika tenetiyê tewaf bikin-
kurmikên ji havênê xwîna te
û qurmikên ji dara darbesta min
daweta cina lidardixin
hûriyên ku ji bihûştê reviyan in
ew berbûyên dilê wan ketine min
IV. Şekirê wechtirş...
sokratesê jîrik
ji xwe rastî tenê bi wî ketibû
toqa mala feylesofan ketibû stûyê wî
ji ber ku ew ji pişta ramanên xwe çêbûbû
digot : ez
û dawdişand jahrê...
-dibe ku sokrates li benda min nesekine û jahrê li eniya xwe xe-