Li ser me bû
dema em hatin vê xaka nevîn
têda bînin
yan biçînin
yan jî dagrin ji hizrên dîn
li ser me bû
dema li pêş me digotin
KURD... XAK.. WELAT... DAXWAZÎ
bersiv bidim
emin û Kurdistan û azadî
li ser me boû
dema Top dibîne Yarî di destê zarokan de
xwîn diherikî di nav lepan de
dengî bilind bikim û gazî bikim
ji xew rabin ... serî rakin
çerx nû ye û dem namîne
lê piştî Habîl hatî kuştin
bi destê Qabîl ..di roja yekê de
her yek ji me rabû û kêra û xencera xwe kêşa
û hilda û li pişta brayê xwe da, ji wê rojê were
nevîn dest pê kir
Jîn berteng bû
li ser me bû
dema zordara zorî dikir
û lepên xwe tijî xwîn dikir
û xaka me ya pîroz pîs dikir
carekî bi tenê
bêjna wî ne ne ne
û destî lê bilind bikin
û bêjim ezim kurrê KAWA
lawê mêrxwas û çelenga
û li vî cihî tako niha dijîm
li bin pê te û xwîna min tu dimêjî
û ez bêdeng im
lê bes e
bibe wekî min
dê bi hev re bijîn wekî bira
yan jî dê DASTANA dubare kim
* Ev helbest diyarî ye bo canê brayê min Şehîd AZAD DÊRIKÎ di bîrhatina dehê de li ser roja şehîdbûna wî li ser destê dijminê Kurd û Kurdistanê li
Zaxo li Şeva 23/24-11-1994