Nabêjim: Xurt be û dê bigihî wê armancê
ya te ji xwe re daniye.
Nabêjim: Qenc be û dê li cîhana bêt
xelatek hêja wergirî.
Belav nakim wan peyaman yên pîroz tên hesibandin
û nabêjim: xwe gorî vê zanînê bike.
Ne dikarim ti fermanan,
ti pesindan û ne jî ti sozan bidim te.
Dizanim ku tenê hêzek heye
ku her tişt tê de ye.
Bi hezkirinê mirov digihe hemiyê
lê bêyî evînê her tişt diçilmise û dimire.
II
Bawer neke ku lavayek jidil
têrî bicihanîna daxwazên te bike.
Divê bêhêvîtiyê û hezkirina ji zewqê bihêlî
û bi dilşadî û xurtî karê xwe bimeşînî.
Zelamek ku hişkiyê berhemê berhemê wî pûç kiribû
û ji ber hindê ketibû ber hejariyê
hêviya baranê ji Yezdanî kir, dest avêt merra xwe
û coyek ji çiya gihand ser zeviyên xwe.
Niha zeviyên wî berek baş û boş dibin,
û bi dilşadî û minêkar ew li esmanan dinere.
Xwestin û westîna wî hatine xelatkirin
û ziwastanê kulîlk dane û çolistan dibişire.
III
Berztirîn hêza yezdanî bi hezaran dirûvan
di delalî û dewlemendiya jiyanê re diyar e.
Mirov vedikole û dipûnije, dinijine û diherrifîne:
rastiyê ji xwe re dike pêkenok.
Lê ti kesek mirbar nikare di hemiyê bigihe;
em biryarên xwe ji pirtikên piçûk didin.
Ya kesek gir û giran dihesibîne
dibe ji yek din re tenê kincirrok be.
Wisan fêre û pergal tên avakirin
û rêbazên "bêşaşî" peyda dibin,
û cudabîriyên koka wan armanc û mebest
cengekê hildikin ku tenê têgihiştina bêkêmasî
dikare vemirîne.
IV
Mîna xerîban digerrî li geliyê dinyayê
yê lê pelên daran li payiza pêşdem dibeyin.
Lê basa welatê her-bihar dike
dengê dilvîn yê kûriya giyanê te.
Mîna sosin, reh bi xurtî di nav axê re,
ber bi tavê ve bilind dike bişkoja xwe,
wisan tu jî, bendiyê demê,
dê bi saya ezatiya xwe ya baştir bilindtir bibî.
Tu girtiyê axê û siyan î,
li dibistana jiyanê dersa te dijwar e.
Mîna ku zindaniyê şevê bêrîkerê spêdeyê ye,
wisan giyanê te jî bendewarî azadiyê ye.
V
Refên stêran şevê ron dikin,
û xîça têr-girav ya peravê li dûr dimîne;
hêdîka û sivik mîna di belemên çîrrokan de
em li ber sîpelên deryayê dicolin.
Lê tavilê sist dibin baberrikên spî,
û dibe bêpêjnî, çerx kirr dibe,
û di neynika zelal ya deryayê re
refên stêrên esmanan diteyisin.
Tixûb, astengî êdî rabûne,
û em dikarin serbest bigerrin.
Em vehelîne nav bêsinoriya gerdûnê
û ti tiştê dinyawî nemaye.
VI
Em carekê ji peravên demê vediqetin
lê em hingê nikarin bi heval û hogiran re bimeşin.
Warên dinyayê li asoyê hinda dibin
û gelek ji kesûkarên me jî lê dimînin.
Em baş nizanin ka çi li benda me ye
li derî dinyaya maddeyî.
Em nizanin ka em ê bizanin bimeşin
bi rêya dirêj, ya nenas ve.
Lê em bawer dikin ku ew dê bi mişeyî
bide me her tiştî yê em lê gerrîne û me bêrî kiriye,
û ku jiyan dê li wir jî
mîna li vê dinyayê rast be.
VII
Ya te berhev kirî tabûtê têra te heye,
ti tiştek din ji te ne kêm e.
Dixwazî ku wek xizmeta dawîn
axa te hilgirim gorrê.
Rêûresmek sade te daye min.
Sê sorgulan divê danim ser darbesta te
û bêjim, mîna te daxwaz kirî:
"Ji jiyanê ew hatiye û dê li jiyanê vegerre."
Paşî ez ê daxwaza te ya dawîn jî bi cih bînim,
bi sexbêrî gorra te biedilînim
û tovî li nav axa wî bireşînim
daku giya zû lê şên bibe.
VIII
Niha bi evraziyên jiyanê ve westiyayî
û xwe bêdeng dikî, êdî napirsî.
Te bi çelengî şerava zanînê vexwariye
û gelek ji raên jiyanê eşkere kirine.
Herriya xwe li dinyaya janan dihêlî
û jivanê bi mirinê re dikî
mîna yê piştî karek giran betilî lê jixwebawer
xwe pal dide bal yara xwe.
Êmanetê jiyanê dayî ye
niha bi nefsbiçûkî û spasdarî lê vedigerrînî.
Perdeyek tarî berdidî navbera me
û di bêdengiya xwe de ji min zêdetir dizanî.
IX
Niha bi zelalî fam dikim wê ya nebaş fêr bûm
ku mîna şêtan min biryarên xwe dan,
û ku pirsên te bihadartir bûn
ji hemî gotin û ravekirinên min.
Niha dê bersiva hemî pirsên xwe wergirî,
bêyî ti nezelalî û ti sinoran.
Û hemî razên tarî yên tu bênteng dikirî
dê verevin; niha hevparî hişmendiyên herdu dinyayan î.
Ji çûna te ne xemgîn im, na;
tenê bêriya hevbendiya bi te re dikim.
Û gelek gerrên bihagiran tên bîra min
dema niha bi tenê dimeşim.
X
Destê te yê xurt bo herherî sist bûye,
dengê te êdî li nav hevalan venade.
Di xew çûyî nav yariyên xewnên xwe
û aramiyek kûr li rûyê te dibînim.
Ew yên li nêzî te bûn bi ronahiyek sahî
û vedengê stiranekê hesîne.
Li gupika gewr ya çiya
şopa roja avabûyî şewqê dide.
Ma em dê çawan ji cîhanên nehînî agadar biban
ger dostên me yên nivistî lê nejîban,
ger Mirin negihaba peravên me
û pirek di ser çemê mijê re ava nekiriba.