Em gîhîştin asoyek êdî
Tenê nînin em dergîstiya min.
Her çiqas şev dirêj,
Şev tarî,
Le dûr e ji hemû tirsan.
Evînekiyê, wisa jiyan
Bi serê xwe
Li ber mirinê,
Bi serê xwe
Dema ku di zindane da radizê ji, dîsa
Tu car tenê nemayîn.
Di berbanga da terim masiya
Di avên diherikin û naherikin da.
Li dinê, di evara biharêkî da
Ezim, ên ku hemû dezgehan da karberdidi.
Di nav çar dîwara da nînim
Li birinc, li pembo, li titûne mi
Li Qerejdax, li Çikûrova, li Cîbalî yê da
Çeltûkên, li Qerajdaxê
Bi marên xwe ên kor û bi jehr,
Bi ta ya xwe
Roj bîstûçar saet nêçîra însan da ye.
Birincê wê
Wek hêsrên çavê zaroyek qîz
--Di zenda nigê wê da rêzek morî,
Di milê çepê da kespik,
Keçikek piçûcik a eşîran,
Ku li serê çiya hatiye jibîrkirin, cemidiye--
Dilop-dilop, zelale.
Bi kamyonan, bi karwanên hestiran
Teri sifra began.
Çikûrovaya min,
Pêçeka me, cawê kefenê me.
Xwîna wî qimer, rûyê wî spî.
Di germayî ya wî da kevirên sebrê diderizi,
Nateriki dilê pala.
Ger bixwazi pemboyên ji ewran spîtir,
Ji kefan nermtir didi.
Kulxan û şerûdê xortên wê,
Li girtîgehên navdar ên Anadolî ya min da
Zêdetir Çikûrovayî girtîne,
Wek birîna xwe rava dostê xwe didi,
Wek dar-biyan av didi
Wisa ji dil
Wisa bi kel,
Stran gotin, xiver dan
Kare egidên Çûkûrovayî ne.
Tu titûnê dizani ma?
Zeybekan jê ra gotiye “porê qîza”,
Ji her tamarê av venaxwe,
Bi hêsanî cîhê xwe qaîl nabê,
Dicemidi
Naz diki,
Dixeyîdi,
Di nava du pelan da keriyek
Dilê min heye, hatiye helisandin,
Bi kaxîzen spî û ziravik tê pêçan,
Di wexta teng da vêdikevi, xwe didi,
Lêvên tîbûyî ên dostan.
Cixarê di cîbaliye da tê pêçandin
Qulma wê ya ewêl wek xizir digîhe
Ên ku
Ji kuçan,
Ji peravan,
Ji hişîntiya ezmanan,
Ji nonê xwe,
Ji dile xwe dûr ketiye
yanê digîhe, qehra hemû hesretan
û jehra bêçaremayîne…
Karkerên titûnê xizan,
Karkerên titûne westiyayî,
Le merxas,
Têr-paqij bi namûs e.
Navê wan li paş behran belavbûye
Hîviyek welatê min e…
Wergerandin: Jiyan Alpîranî: jiyanalpirani@yahoo.de