Min bievîne xewê:
westîn bedewtirîn nivîn e bo evînê.
Xewa di ber te de
mîna gorrkirina di deryayê de ye,
dirêj e,
kûr e...
Min bievîne xewê,
xewek mîna deryayê
ya miriyên xwe
venagerrîne...
Min bievîne aramiyê,
aramiyek mîna daristanên tarî.
Xemên min winda bike
nav dehlûdirrên asê...
Rondikên dildariyê li gepên te,
xwe berdidî ser zendên min:
derya yî, daristan î --
yê biniviyê
êdî şiyar nabe!
Berî xatirxwestinê
Bila find bişewite,
bila bişewite
ta odeyê ker bike
siya xizêmek bi difina gayî ve!
Bibîze: xijexija çeqên daran
mîna şaxan
hev dicerribînin...
Çawan di hemêza min de paldayî
wa dûr î!
Eniyek geş, eniya te,
agirê bo ditirsim:
bêriya
fenerên giravan dikim
dema sermemikên te dixwînim;
dema dixwînim û siyek
odeyê ker dike,
axîna demê dibîzim,
dirûvek ji findê
dihele esmanan.
Teyra mezin
I
Teyrek kor di dest min de ye,
çavên wê qerrisî ne,
xwîna wê
ez lewitandime...
Teyrek kor di dest min de ye,
xwe li min dişeprepîne,
pişta min di bin barê wê ve
diçeme.
II
Teyrek mezin ez birîndar kirime,
bi çengên hestîk ez vequtame,
bi nînokên hestîk perritandime,
bi nikilên tûj dilê min kun kiriye...
Teyrê ez veçirrandime,
sarmayê ez maçandime,
sirrûseqemê şopên xwe li min hêlane...
III
Bi teyra mezin re hilketim esmanan
da dest biavêjim stêran...
Teyra mezin çavên min
qoqilandine.