1
Qulbike kefên destan
Ên xwe û ên min
Bi bizmarine qalind û hişk bihevve-
Dirûtî di ruhniya
Yekê ji çiran de.
2
Tu difikirî, tu difikirî ez
Tême birînkirin
Bi lêdanên sade li kûriya madê,
Tenê jiber ez
Xwê li ser solên te temaşedikim.
Ew ne av e
Di çavên min de, ew xwîn e
Dipijiqe, porê min xwîndike
Têde ez ne jartir im
Ji te, tenê tu aniha
Li jor î
Aliyên lênerînê
Me dajon cem hev, guherîna rexên
Lênerînê me bihevve dihilîne
Xwêya min
Te dixwe bi rêya lingê te
3
Û dîsa sar e
Wilo pitikkirî bi şîrçayê
Bi lewtlewtekê di guh de
Û bi pirr lêxistinên maçên vala
Li camên firoşgehan
Bi aliyê bajar de.
4
Destê xwe bajo hindirê
Mekîna jêkirina kaxetan û vegerîn
Dê titişt çênebe
Jidervî nalîna bêkêriya te.
5
Wextê ez şiyardibim
Çavên te vekirî ne
Wextê ez şiyardibim
Tu nayêt gihiştin, li min kînê dikişînî
Diçî derve- di serî de dimînî
Dikolî ji hindir û ji derve de
Li min
Dixî jibo-
Dema ez şiyarbibim,
Ezê ji te hezbikim, dê çermê te ji hestiyan rakim
Yekê an dudiwan vexwim
Li derî bixînim bi wekhevî
Ji te lavabikim ko tu razêyî
Çavên te dê westiyayî bin.
Dê xwe bi te re binixumînim.
* Helbestvaneke ji cihûyên Rûsyayê ye, bi elmanî dinivîse, yek ji birêvebirên Open-Mic e û pirr aktîv e.
Open-Mic grûpeke ji xort û keçên temenbiçûk, her dem û demekê xwendinekê lidardixînin, têde herkesê bixwaze tiştekî bixwîne an bistirê dikare beşdarbibe, û jêre deh deqe tenê zînor in. Xwendina ko têt dê roja 18.11.04 li Kultur Palast li Hannoverê bicihbêt.