Serrûpel Hejmar 59, berfanbar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Helbest
  • Axel Fredenholm: Refên stêran şevê ron dikin (10 helbest)
  • Husein Muhammed: Min bievîne xewê (3 helbest)
  • Elîxan Loran: Ji Şekirê Şûnê
  • Ahmet Arif: Em ne tenê ne
  • Marianna Salzmann: Wextê ez şiyar dibim
  • Sîmar Masîcanik: Dilez
  • Yasîn Dêrikî: Li ser me bû
  • Ebdulrehman Efîf: Deve û hesp
  • Kovan Sindî: Demjimêrk
  • Lokman Polat: Şewata dil
  • Giambattista Marino: Ax û ba geş in, çirûsk jê diçin
  • Saima Harmaja: Li nav şevek baranî
  • Yasîn Dêrikî: Hizrên te yên berbelav
  • Anna Ahmatova: Tenê du deng

  • Hizrên te yên berbelav
    Dr. Yasin Derky: yderky@qamislo.com


    Îro berî bibe sibeh ezê duşeka xemên xwe li ser serbanê te raêxim û bi çar davên pirça te ezê pulên singa xwe pêve girêdim û ji nû ezê rêkeka dî yan planeka rizî darêjim dako hizrên minên xirab di şerê Cîhanî yê sê yê de digel te bi serbikeve, û wê duşeka min raêxistî careka dî kesekê dî bikar ne înê.
    Ez bihn teng dibim wekî Şêrekê kelepçekirî, wekî Murîyekî li ser xîzê birêve diçê jiber vê yekê min dixwest ko tu xwe dûr bikê ji Mîrî,ji tevnên ji nû hatîn ristin û berê xwe bidê singa min dema te MÊJA sibehê li ser dikir bi derketina Rojê re.
    Zor caran dinav nexşên singa te de ez digeram bo hinek rêka rastî têre bibore,dilovanî têda cih bigre,evînî ne mêvanek hestî giran be.
    Hare,Xweşe,Germe,wekî pizotek agire
    banga wê ya Bijî evîna gerim
    bilind dibe hingî gerim dibe
    û ez winda dibim ,dihelim,hingî bero nava wê diçim
    bihêle bi şûn xweve hemî hizrên minên rizî û yên te yên berbelav û laşê xwe derman neke bi merheman,dako cihê maça xwena me bimînê nîşan û kul
    bitenê dîsan ezim yê germatîya te divemrînim
    nav û nîşana liser laşê te tomar dikim
    û pêla hesta evîna te diçemînim
    û pirt pirt davên serhişkîya te vedikim
    ew serhişkatîya îro mayî bê dest bê xwest
    nebêje Xatuna min Şevê dî dayîka min niviştîyek çêkirye,ayetek xwendî ye,yasînek kirye xêr,û falek vekir ye ko Rêk vekirî bin, lê bi Xwedê kim gêjbuneka bê pêwîstî ye ,textê te yê bê his bê pêjin îro xirdik û mirdik bêve dilehîzin û navên Pêxembera yek li pey yekî dilurînin
    di rêka minde bo derbazbuna sînorê te
    hemî heval min naskirin yên dema şoreşê
    kes nema ko min nas nekir
    lê îro kes min nas nakê
    Sibeha te bi xêr
    Gêjbuna te bi xêr
    wekî berê
    îro genim nemaye bitenê dema nîsik û ceh hatin çandin û tama wan hat dîtin û tamkirin
    xatûna min
    îro li cim te
    peyrew kirina dilovanî yê dihev dîtinên rojane de zor e
    çandina hêvîyê di malzaroka Vînê de zor e
    ma Dara Sêva Hinara didê

    Dr.Yasin Derky

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.