Birevîn!!
Vê keçikê birevîn
Bera hîjdeh deve û sed hespên bavê wê li te bigerin
Bera wextê tu di ser de bî !!
Bên û te bikujin.
_____________________________________
* - Ez va li Hannoverê di oda xwe de bangdikim, şibakê vedikim û bi zekemê dikevim. Hineke leymûn û sîr pêwîst in. Bêriya bîra gundekî dikim. Û bêriya hezkirenkê bi dizî dikim. Pellên êksîlê dişewitin, agireke mezin xwe li noqa hespan digerîne û deve di biyabanê de hêdî hêzî zikrê Xwedê dikin. Min kengî xwe ji bo te kuşt-ey şêrînê- min kengî ji te hezkir? Min kengî tivinga havînî berra çûkê dilê xwe da!!?? Nema dizanim…nema dizanim. Tenê ko aniha serê min gêjdibe- ji ber zekemê, ne ji hezkirina te- tu tê bîra min û – bîra gundekî li nêzîk Topiz xwe dirêjî binê rihê min dike û hespên komek evînan – ne evîna te tenê- ên pîrekên din jî êrîşî tilî û dilên min dikin û ji ber we û wan û zekemê gêjomêjo dibim!! Çiqasî ez xayin im..dilê min ji evînê hezdike bêtir ko ji te. Dilê min ji memik û destên pîrekên xweşik hezdike û dixwaze bêtir ji te. Ez nema te dibînim, tu bûye xêzeke nexuyayî di biyabana zikrê devên Xwedê de. Û deve û hespên dilbijandinên min bi hêzekê dewwarane li laşê pîrekekê spehî û şêrîn digerin.