Ax û ba geş in, çirûsk jê diçin,
ne axînek ji bayê kurr tê, ne dengek ji yê rojava;
ji tîrêjên rojê pêl diteyisin,
derya û esman hevrikiyê dikin;
û dargûzên peravê yên bilind, hêşîn
sîngê xwe vedikin, çeqên wan
heyranî yaqûtên deryayê ne;
li wir, li wir xwe pal de, Lilla.
Hênik e xîz, vê dika dinyayê
dar bi çeqên xwe sîber dikin.
Şengiya avê, ya peravê bên bike.
Pêl û sîber li qeraxan,
masiyek bi firrindeyekê re
vedilîzin.