Dengên dûr dibihîzim
Xwe berdidin kûrahiya min
Gulan dişînim
Dîrokên nikarin bên nivîsîn
Dileza min
Ez te ji telaqên zemên dikişînim xwe
Ay dilê
Dileza min
Berêvaran
Li gravokên min dibin dinihêrim
Hesiniya peyvên dakirker dihêrim
Bi asoyên qevs dixitimim
Xwe didim kula xwe daxkirî
Sorgirtina ewran de
Jana avis de
Hizra şewata xwebêjiya kulek de
Diûrim
Dizûrim
Diewtim
Diqîrim
Beyanan
Xewnexof şêt e dirûvê hebûna min
Bîr tog dihese xwe
Mêjiyê min jeng digire
Oksîjena min dixeniqe
Bawîşka min de welatê kel li girî
Derew dikirin kulên li dû xwe dibir
Dil-ezê
Ji kevir derê
Çavên te stêr-stêr dişidînim asîman
Ku tu dibiriqe
Dilê min dikişe ji xwe
Xewnexof min digirin
Xwe davêjim zinêr
Newroz xwe digavin deştê
Li hember
Di çavên dileziya min de
Zagros difirin
Difirin bi baskên nexşeya xwe
Li dû
Li wêranan
Li gundan bajaran
Ez û tu
Şev û rojan
Li ser
ser û çavan
Li welatê dilê min
Li asîman
Di hembêza Zerdeştê xwe de
Digirnijînin kelijanan
Dilê lê
Berî ku avê bikujim
Berî ku tavê reş bikim
Berî ku xewnê bitevizînim
Berî ku xwe bicemidînim
Min bizê
Xwe bizê
KURD bizê