Serrûpel Hejmar 40, gulan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Zara Delibro: Pênc babelîsk
Yasîn Hisên: Pîrê
Hêvîn Mihemmed Henan: Helepçe
Charles Baudelaire: Dîmen
M. Hemo: Tawanbarî
Bedirxan Epözdemir: Şîret
Azer Osî: Ez nebûme ez
N. Alêşkî: Roja hêviyê hêvî kuştin
Rondik Amêdî: Xeyala min
Rêzan Tovjîn: Bibore
Melê Kurd: Hey rindê were
Fuat Akpinar: Cigerxwîn
Bedirxan Epözdemir: Evîna te
Ezra Pound: Şiyarbûna bi hev re
Fuat Akpinar: Kerkûk
Forûx Faroxzad: Wenda


Xeyala min

Rondik Amêdî

Şevên tarî li benda te ez her dimînim
Hizir û bîrên kevn ez li xwe diçemînim
Gazî navê te dikim û rondikan dibarînim
Erê tu bo çi li min nezivirî da ez te bibînim?

Ho lawo, ez nexweş im, kes sera min dadet
Çi derman nîne êşa min ji xema der ket
Çi fal û xêzank nîne rêkên min veket
Ma bo çi Felek bela xwe ji min û te venaket?

Lawo, min tu divêy bi riha dilî
Li dinyayê tu yî evîna ewilî
Hemî şevan li xeyalên min î
Erê bo çi tu dûrî min birî?

Ez peşîman im, lawo, ku min evîn kir
Felekê emrê cehêliniyê ji min û te bir
Birînên min nekewiyan û dilê hejar hewar kir
Bo çi te ez ji bîr kirim û terka min kir?

Ho yarê, we nebêje, terka te min nekiriye
Navê te min li ser dilê xwe reş nekiriye
Hêlîna evîna te min xirab nekiriye
Dê we nebêje, çi bêbextî ye.

Lê yarê, ma ez çi bikim û çi bêjim
Çend gaziyan li ser xatira te ez ji Xwedê bixwazim
Ez nizanim li ser kîj birînên xwe razim
Mixabin ew roj nehat xwazgînî bên te bo min bixwazim.

Herê herê yarê, soz be ez te nehêlim
Xema nexwe, tu ya min î, eger ne, dê dinyayê jî hêlim
Da bes sê şevan li nik te rûnim
Paşî bila, dê riha xwe ya şirîn bo babê te înim.

Eger li min û dinyayê wexer be
Ji evîna min û te mirin mefer be
Û axiftina babê te her ew be
Bila bi gulan jîna min her zer be

Zer be ji gulnêrgiz û darên çinaran
Bila evîna min û wê bibe evîna bin kuçk û dîwaran
Bibe ronahî, berbibe aşiq û dost û yaran
Dê navê me her mîne, berze nabe çi caran. 

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.