Serrûpel Hejmar 40, gulan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Zara Delibro: Pênc babelîsk
Yasîn Hisên: Pîrê
Hêvîn Mihemmed Henan: Helepçe
Charles Baudelaire: Dîmen
M. Hemo: Tawanbarî
Bedirxan Epözdemir: Şîret
Azer Osî: Ez nebûme ez
N. Alêşkî: Roja hêviyê hêvî kuştin
Rondik Amêdî: Xeyala min
Rêzan Tovjîn: Bibore
Melê Kurd: Hey rindê were
Fuat Akpinar: Cigerxwîn
Bedirxan Epözdemir: Evîna te
Ezra Pound: Şiyarbûna bi hev re
Fuat Akpinar: Kerkûk
Forûx Faroxzad: Wenda


Bîska şiyarbûna bi hev re

Were, em dilê xwe bi wan bişewitînin 
        yên ji me maldartir in.
Were, dostê, û ji bîr neke
	ku zengînan berdestk hene, ne dost
û me dost hene, ne berdestk.
Were, em dilê xwe bi zewiciyan û nezewiciyan bisojînin.

Spêde bi piyên xwe yên biçûk têt hindirr
	mîna Pavlovaya zêrandî
û ez nêzî dildara xwe me.
Û li ti deran jiyan ne xweştir e
ji vê bîska zelal û hênik,
bîska şiyarbûna bi hev re.

N.Y.

Bajarê min, dildara min! spî, zirav, ax,
bibîze! Guh bide min, ez dê ruhekê pif bikim te.
Bi nermî, bi bilûrê; guh bide min!

Niha ez dizanim: min hişê xwe wenda kiriye,
milyon mirov li vir hene, enirrî li trafîkê;
ev ne ti keçik e.
Û eger min bilûr heba jî, min nedizanî lê bidim.

Bajarê min, dildara min!
Tu keç î, te memik nînin,
tu zirav î wek bilûra zîvîn.
Guh bide min, bibîze!
ez dê ruhekê pif bikim te,
û tu dê bi ebedî bijî.

Ezra Pound
Werger: Husein Muhammed

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.