Dema
Hêvîdaran
Hêvîyê pars dikir,
Li ber dîwaran
Ez bûme evîndarê te.
Dema
Çîya melûl bûn
Deşt û zozan
Xemgîn bûn
Ez bûme evîndarê te.
Dema
Digotin, adar e, av li dar e
Lê li asîmanê te bombe dibare
Û zarokên te, bi zare-zar
Dayê, li me sar e
Ez bûme evîndarê te.