Serrûpel Hejmar 40, gulan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Zara Delibro: Pênc babelîsk
Yasîn Hisên: Pîrê
Hêvîn Mihemmed Henan: Helepçe
Charles Baudelaire: Dîmen
M. Hemo: Tawanbarî
Bedirxan Epözdemir: Şîret
Azer Osî: Ez nebûme ez
N. Alêşkî: Roja hêviyê hêvî kuştin
Rondik Amêdî: Xeyala min
Rêzan Tovjîn: Bibore
Melê Kurd: Hey rindê were
Fuat Akpinar: Cigerxwîn
Bedirxan Epözdemir: Evîna te
Ezra Pound: Şiyarbûna bi hev re
Fuat Akpinar: Kerkûk
Forûx Faroxzad: Wenda


Ez nebûme ez

Azer Osî: azer@amude.com

Ez bûm ez!?
bê ku bêjim
te bi nav bikim
ji ku ve hatim!?
bi xwe, 
tê bê.
Wek divêm! 
wê bi ser minde,
û ji bo te
hûrik- hûrik
baran bê,
û tû.... 
ji min re,
nabê na.
................
Ez bûm ez
wek divêm 
û dil divên
wê! 
Ji nêv tariyê
bi wê şûfê
bi wê bejnê, 
evîn bê.
..............
Ez bûm ez
wek divêm
wê! 
ji dozê re
ji ezman re
siwar bê.   
Tu jî yar.... 
wek tû heye
te divêm.
Û 
ji bo heyînê?
serê min 
li ser sînga xwe
li ser milê xwe 
tim bihêl.
Ji te bawerim
Tê?
ji min re 
bi banga min re
bi kenê ciwan 
her dem bê.
Ku em, 
rû bi rû man?
bawer bike
wê bi mere
û ji min û tere
mizgîn bên.
..................
Ez bûm ez
tê ji cih xwe! 
wek sitêrê 
ji êşa min re 
bê lêpirsîn
were xwar.
............
Ez bûm ez
tê ji dil ve
di şevên zîz de
li pêş xwedê!
Çavkaniyên, 
xwey perîşan..... 
yên bêxwedî 
vêbixe
û tê, 
min bi xwere 
di nav mûranê 
li ber...
wan peyvan 
wan ahînan
li babike.
Dîsa tê
bi min
û her tiştên min 
qayîl bibe.
...............
Ez bûm ez 
bêguman
tu ji min 
dûr nakeve.
Ez û te
mê yek êşê 
bi yek nerînê 
li hev parvekin
û mîna goşt û neynûkê 
bi heve girêdayîbin.
Ji te venaqetim
ta ku ez 
li ber.... 
wan lêvan 
wan hinarkan 
hemû ferhengên teyî nexwendî
Ku kes, 
ji pêvî min 
nikare wan bixwîne
zê bixwînim.
..............
Tiştê bêjim
dizanim
ji pêvî min 
kes nikare
pesnê te
û wan awirên te
bide!
Dîsa wê kes
mîna min nikaribe
Ji ser te 
bifirîne Pinpinîkên evîndarên  
mîna me,
bi ser kovanya min û te.
Dîsa wê kes
mîna min,
nikaribe, ji tere bêje
can ji dil!
Dîsa wê kes 
mîna min, nikaribe 
te hembêz ke
li vê jînê 
û jîna din!?.
.............
lê çi bêjim
hîna jî
wek ez divêm
û tu divê
ez nebûme ez.

Azer Osî
4. 4. 2003
Beyrût

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.