Tawanbarê dadgeha te me
Tu xeman hişyar dikî, tu
Tu xeman lele dikî, tu
û xewnfiroş jî, tu yî
tenê tewanbar ez im
tewanbar ... bar..!
Dizanim nikarim
pî di piyên te re kim
wek: Reş û sipî
wek: Ba û baranê
û te ji devê pariyê
nên bikişînim
ji wê koletiyê rizgar kim
û bispêrim canê hozanekî
di nav hestan de veşêrim
nazik, nazik
ciwan, ciwan
xudî kim!!
Bi lorandin
bi hêjandin
hêdî kim...
ji ber
dizanim
tewanbar im
tu jî dadwer î
bê parêzer, û bervedêr
di dadgeh te de
têm dadan... dadan..!
Nezanim
bi çi yasayê,
tewanbar im...?