Ez vê helbesta xwe ji bo bîranîna sedsaliya Mele Mistefa Barzanî yê Mezin ji gelê kurd û Kurdistanê ra diyarî dikim.
Bajarê gula biharê
Bajarê bûka biharê
Bajarê şirîn û delalê
Bajarê xweşik û şemalê
Bajarê rindik û xezalê
Bajarê nazik û nazelînê
Bajarê hesreta dilê Kurdistanê
Sala du hezar û sisiya meha Nîsanê
Serî rakir rizgar û azad bûyî
Ji destê dijminan xelas bûyî
Êdî kêfa me kurdan bûyî
Adar e, Nîsan e, Newroz e, şahî ye, pîroz e
Tu xelat î bi xêr hatî
Di pê Newrozê ra bi pîroz hatî
Ser seran û ser çavan hatî
Emê te bixemilînin bi rengên kesk sor û zer
Êdî tu caran nedin destê dijminên noker û xwînxwar
Li te xwedî derên her roj û her dem
Bi tere ser bilind bin her dem
Tu hebûn û malê me yî
Tu roniya çavên me yî
Tu şewqa dilê me yî
Tu rih û canê me yî
Kî te bixweze em nadin
Bi zorê be, emê destên wan bişkînin
Wan ji welatê xwe derxînin
Çavên wan birijînin