Bo ristina bedewtirîn stranên şivanan
dixwazim li nêzî esman binivim
û li ber bircên zengilan di xew biçim
da ba sirûdan bîne guhên min.
Ser li ser destan, ji jor ve ji pencereyê
odeya kar dibînim, navbirrê nade strana xwe,
awir li dûkêlkêşkan, bircan û stûnan dimîne
û valahî xewnên ebediyê diafirîne.
Xweş e rûniştin li êvarên bimij
dema stêr li esman e, lampe di pencereyê de,
badbadokên dûkêl ji argûnê hildikevin bilindayiyê,
ez dikevim ber efsûniya zerik ya tavheyvê.
Bihar, havîn û payiz didin pey hev
û dema berf erdê radipêçe berdanga xwe,
ez derî û pencereyan baş digirim
daku kelehên xewnên xwe hildim tarîtiya şevê.
Hingê tên xewnên min esmanên biriqdar,
gulistan, kaniyên avê, maç
û stranên firrindeyan spêde û êvaran -
tiştên herî zarokane li ber dilê min şirîn in.
Hind kûr dadinoqim nav xewnên xwe yên bextiyariyê
ku bi hêza vîna xwe biharê şiyar dikim,
dilê xwe dikim roj; ji ramanên we yên agirîn
ez hênikahiyê dihesûm.