Hey rindê were dil ji kemendê bi Derîne
Van bendik û paçan û girêkan bi dirîne
þev çûye were em ji hev û dû re heweldin
ev rastiya sed sale ketî binya kulîne
daxwaz çine mekyac û tena þort û lebê Sor
ger em nekevin nava feratê þer û þîne
kê go ku rewaye tu bi tenha li peravan
jîna xwe biborî wihe bê kêf û evîne
hey eska li çola wey kevoka serê Banan
vê qeb qeba þêrîn ji bo kê tu vedixwîne
yarê Tu kubarê Hele dakev ji diyarê
Ev dil bi tenê êdî nema ew di qedîne
Destê Me bi xêra xwe tu deyne li gula sor
þerma riwê Xwey geþ tu bi alîkî bi þîne
yek yek du þimamoka were têxe devê Min
pêra tu di lêvan ji du lêvan bi mijîne
mey xwarê Peyala te bi bala teve rabûm
kî kare ji sînga te me carek veqetîne
tîrek te li dil da me jî tîrek xwe li gul da
meydan biwe cenga gur û mî rav û lezîne
hingiv me di alast ji du lêvên te bi lêvan
lê hêjî dilê Min dibê : neþkestî xurîne
kanî wî zimanî bi mijim rengê þerabê
þerbet ji hinaran tenê Kare me vejîne