Xwezil te bidiya Kurdistan çêdibe,
Azayî beyreqa wê dibe,
Edlayî tifaqa wê dibe,
Xwezil te bidiya Kurdistan çêdibe,
Tav qelema wê dibe,
Çavê alemê lê dibe,
Xwezil te bidiya Kurdistan çêdibe,
Lawê kurd egîdê wê dibe,
Êdî Kurdistan çêdibe,
Xwezil te bidiya Kurdistan çêdibe,
Tu bi axîn û kalîn bûyî,
Tu bi meraq û nalîn bûyî,
Tu bi keder û zarîn bûyî,
Xwezil te bidiya Kurdistan çêdibe
Tu xem neke, vaye Kurdistan çêdibe,
Rizgar û azad dibe,
Serbilind û serfiraz dibe,
Xwezil te bidiya Kurdistan çêdibe.
ALMANYA 25.04.2003
_______________________
Min beşek vê helbestê îlham ji helbesta, helbestvanê me yê hêja mamoste Eskerê Boyîk a bi navê: ”Ez zanim Kurdistanê çêbe”, girt û ji bo bîranîna sedsaliya Cigerxwîn nivîsî.