Ax, piştî vê hemî şêtiyê
bawer nakim ku hişyartir im!
"Ew" mîna mirî ye ji min,
hindî westayî, bêdeng û bêwec im.
Bi xemgînî ji neynikê dipirsim:
Bi rastî ez çi me, çi me di çavê te de?
Lê di neynikê re dibînim, ax,
ku êdî hema siyek jî ji hindê nîn e ka ez çi bûm.
Ez mîna govendgêran direqisim,
pirr xweşik, lê li ser gorra xwe!
Ax, min bi hezaran poşmaniyan
tîrêjên xwe dane wî kavilî.
Ne li rêya bajarê rojê digerim,
bi bêhêvîtî di kûratiya gorrê de razame.
Min morîk û mircanek hebû lê ji tirsan
min ew di nav avzêlê de veşartiye.
Ez dimeşim... lê ji xwe napirsim
ka rê? Ka armanc û binecî?
Ez maçekê didim lê nizanim
ka bêrîkiriyê vî dilê şeyda.
Dema "ew" di min de mir, her tiştî
di min de reng û dirûvê xwe guherand
mîna ku şevê bi penceyên xwe yên sar
giyanê min ê nearam bal xwe ve kişandibe.
Ax... erê ev ez im lê ma bo çi ye:
"ew", ê di min de bû, êdî nîn e, na.
Hewarek ji lêvên min ên şeyda dijene:
"ew", ê di min de bû, ew kî ye?