Serrûpel Hejmar 40, gulan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Zara Delibro: Pênc babelîsk
Yasîn Hisên: Pîrê
Hêvîn Mihemmed Henan: Helepçe
Charles Baudelaire: Dîmen
M. Hemo: Tawanbarî
Bedirxan Epözdemir: Şîret
Azer Osî: Ez nebûme ez
N. Alêşkî: Roja hêviyê hêvî kuştin
Rondik Amêdî: Xeyala min
Rêzan Tovjîn: Bibore
Melê Kurd: Hey rindê were
Fuat Akpinar: Cigerxwîn
Bedirxan Epözdemir: Evîna te
Ezra Pound: Şiyarbûna bi hev re
Fuat Akpinar: Kerkûk
Forûx Faroxzad: Wenda


Pîrê

Yasîn Hisên

Welatê Te çiqa xweş bû                                        
lê,
helbest, 
mey û hêstir 
têde ne gihiştibûn,

***

Û
îro
ez pêrgî te bûm , pîrê
di paşila kozikê De,
pîrê:
min mişextî çirand
û hîn jî ez rêwîme,
min bi hezarê Elestan
li xwe radikirin
û hîn jî 
ez ne bûbûm evdal,

***

Lê, pîrê
feqîrê
hêsîrê
wê sibeh bê
û
ji tere çengek mewîj bi rêkim,
feqîrê,
bê olê
Ez dîndarê Teme!!!!
Wey ji welatekî ta bi welatekî din
Ez miriyê Teme!!!   
Pîrê,
Qutik herîrê
şohî belekê
çav bi kilê
Hibrî kilîlê
Qemçik balgeha kê û ne kê!!!

***

kurê min!!!
ez di çil de ji şîr qut bûm
sê mehî bê nav bûm
du salî deh salî
bi çav şînkan bi ser lingan ketim
sê Saliya xwe
min bi çarpîkan derbaskir
di qîzaniya xwe de
ez ya te bûm
xewnê Me, şevê Me 
bi sitêrkan re
 cirîd dikirin
me hesreta dilê Xwe
bi qurixê Re dadiqurtand
û ji rojan re
me destarê Xwe dihêra
kuro, ez ewim
xuşka te , diya te , evîna te ,
jiyana te,
dûrî min neçe
ne derya, ne sawîr, ne pencere,
ne awir, ne hêstir… ne jî tarî,
ne yên min û te bûn!!!

***  

pîrê,, pîrê 
ma tu dikare
temenê Mirina min bi pîve…!!

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.