Dîtin
Heft cîhan,
In cin li pişt Çiyayê Qef,
Xela û kokbir jî bibe,
Dîtin, dayik çi diwelidînin
Eman eman hêy...
Dinya hene elwan,
Li dilopeke av, li serê mûyek,
Fêkî hene, fekî,
Dar û omca xwe nîn in,
Ji te re birîndar, ji te re dost.
Li vî alî bivira mirdar a Qebîl
Aşên xwînê,
Qehpeya qederê,
Li wî alî borîzenên ew mirina pûşt,
Amade, serxweş e ji kêfa xwe,
Amade, ji bo irzê xwe bide,
Dema egît têne kuştin.
Beşa sîsmar ji ber ku çêla xwe dixwe
Dema çem zelal dibin.
Cazû çiya çiya vir dihevirîne
Eman eman hêy...
Ev zîndan, ev bêhemd, ev bazara can,
Serenc nîn e.
Jiyîn, lê tenê jiyîn,
Xerca kevze û tîzmaran e.
Wisa vedibe ku miraz,
Bê av, bê tav bimîne, biqete jî
Şewqa wî ji gulên ewr sûnatir,
Hêjî bircî bircî ne.
Ev zîndan, ev bêhemd, ev bazara can
Serenc nîn e
Sebra zêr e, axa ku himbêz dikim
Ev kovana hişk, kovana mêr e, ber serê lahzê,
Cixare nîn e.
Û berdila min di xewa xwe de diqêre
Eman eman hêy...
Tahmeke meltemê devê gîzan
Tahma din memikên keç, tilsim,
Dilopeke baran? çêra şûjiyayî#
Dilopa din, eşq...
Xewên te xayîn,
Xewnên te bira...
Difikirî, fêmdikî û digrî?
Bişev di rêya asîmanan de heta ba derkevin,
Sewaneyên min bira-bira digazînin,
Eman eman hêy...
Dûmahiyeke serabê heye,
Dûmahiya berbang û çiyayên refîn.
Dûmahiya firde û revde hene,
Dûmahiya te nîn e.
Bazara medeg û spîndaran dibe,
Bazara te nabe.
Bê te hinar naderize, pitik giii nake.
Sînga çetel a qîza min,
Min wisa hozan û dîwane nake
Şîrê sipî yê axa reş
Ku diçe ser genim û gûzan,
Ji hurmeta rûyê te ye...
Bizanî ji bo kî xem û keser î?
Fêm dikî, şaşdibî û digirî ?
Bizanî, çi zarokên can in birayên min
Û bizanî, çawa li min dixe ev dîwar.
Evîna min jan dide êvar êvar,
Eman eman hêy...