Şewata ser dilê me,
mîna çemekî agir e
û dîsa jî me koka xwe ji axê neqetand.
Ji ber ku ax e,
jiyana me ya ku ji ber arama bê dawî diderize.
Niha rûyê agirê xeşîm û bikel,
û hemû girnijîna zarokên pêşeroja me,
di tengasiyê de ye.
Hêy bitenêbûna min Şahmeran,
çi dibe,
tiştekî bêje min!
Em hevrêyên şevê,
şeva ku li me hate zîndan kirin.
Em kur û keçên xwapiyayî yên Aysê,
yên tenhayên Hebûna Rastî
û mansûrên Sepîtemayê ne.
De werin em bigrîn,
ma ewrên tevlîhevkirî,
asîmanê talankirî dê birîna me veşêre ji me,
an şerma binketinê?
Lê dîsa jî ax,
eger ji me sar bûbe,
eger axîn û hêviya me di hembêza wê de şîn nebûbe,
ti kesek dê ji rewşa me fêm neke...
Ji ber ku em,
warîsên bêzar ên dîroka teslîmiyetê ne
û reh û demarên dîroka me,
ji kokê re hatine qetandin.
Peyman û hewarên me
di dilê me de hatine asê kirin,
û ew miriya ku di nav laşê me de
bi darve kiriye,
ne evîn e.
Ji ber ku me li ber neheqiyê serî tewand,
em dûrê şîn û seyraniya evîndariyê ne,
em dûrê asîmanê dilê xwe ne û ez baş dizanim,
hêy Medos,
hevrê yê êşên min û rêberê dilsoz,
wî bajarî bi kirêt,
wê di nifreta xwe de me bixeniqîne.
Eger ev her çar hebûn ji me xeyîdibin
û eger agir em germ û bi ronî nekiribin,
eger asê, helma xwe bi me nedabe,
eger axê em hembêz nekiribe
û eger av tîbûna me neşikandibe,
hêy Mages
û Rêberê qewmê min ê tenha û bêdost,
divê me xwe bikarîbûya.
Ji ber ku bajar ax in,
çîrok û efsaneyên dîrokê jî ax in.
Evîn, xwîşk û birayetî
û şerê bê eman
yê di navbeyna rind û xirav de, ax in.
niha bi vê radestiya me,
Çar Hebûn,
Heft Biryar û
Donzde Hewar,
mîna sicadeya xwedayên dîlkirî
û ferişteyên bê zimankirî, ax in.
Bihiştên bê emsal,
jiyan û sefahata bê dawî,
çemên şîr û hingiv,
keçên çavxezal
û bi memkên ter,
yanê hemû dîlberên arê,
ax in...
Ji ber ku sedema hebûna me hat tunekirin,
ramana me hate şêlûkirin,
exlaqê me hate bi lewtkirin,
bedewbûna me hat hincirandin
û yek jî;
divê me ji zarokên xwe re,
cîhaneke saf û negemarkirî bihîştana.
Lê me bi derewa aşîtî
û birayetiya ya bi celadên xwe
û jiyanê re,
em dîsa bûn kole
û bi vî aweyî jî,
me jiyana dilê zarokên me yên hûrîk
di nav agirên kozîn de pêxas hîştin...