Serrûpel Hejmar 39, avrêl 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Bila dîrok vê carê bo kurdan dubare nebe
William Safire: Pirs û bersiv li gel Barzanî
Zerdeşt Hajo: Axiftin di kongreya PENa Kurd de
Lokman Polat: Mistek demokrasî
Bûbê Eser: "Bijî kurd û Kurdistan"
Şahînê B Soreklî: "Dostên Seddam Husên"
Dilbirîn: Avakirin bi dijminatiya hêzên îslamî nabe
Fuat Akpinar: Bo PENa Kurd
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Şahînê B Soreklî: Wêneyên reş-spî
Fuat Akpinar: Serleşkerê tirkan derewan nake!
Lokman Polat: Danasîn û analîz
PENa Kurd: Em piştgiriya Parlemena Kurdistanê dikin
Enstîtuya Kurdî ya Brukselê: Em alîgirên Başûrê Kurdistanê ne
Fuat Akpinar: Li dewleta devrût qirrik dixetime
Komîteya Piştgiriya Başûr Kurdistanê: Bangewazek
PDK-Bakur: Rê nedin tirkan
Platforma Kurdên Ewropayê: Em Helebçe ji bîr nakin
Fuat Akpinar: Kî provakator in?
Komara televole
Komara mûzan


WÊNEYÊN REŞ-SPÎ

Şahînê B. Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Wê rojê min li gel jineke australî diaxift. Min jê pirsî ka çend zaroyên wê hene. Wê got ku 4 zaroyên wê hene. Mezinê wan 28 salîn e û biçûka wan 17 salîn e. Dû re me dest pê kir di derbarê kêşeyên ciwanan de biaxifin. Wê got, keçeke wê di nexweşxaneyê de ye; ber du şevan ew neçar maye otomobîla hawara nexweşan bixwaze da ku wê rakin nexweşxaneya nexweşiyên hişmendî.

Keç li Îngliztanê bûye û li wir tûşî kêşeyan hatibûye; dest pê kiribûye li ser taxan xelkê aciz bike, yan bêyî amanc û mebest di kolanan de bizivire. Ew li London demekê di nexweşxaneyê de mabûye û dû re ew li Australya vegerandine. Li dû vegera ji Îngliztanê bi demekê dîsa bêmentiq û har bûye û day neçar maye alîkariya dezgeh û karmendên tenduristiya hişmendî bixwaze.

Min pirsî, "Gelo egerên vê nexweşiyê çi bin?" Wê da zanîn ku keça wê li Îngliztanê heroîn dikişandiye. Ne ku bi şêweyeke berdewamî û zêde, lê bi kar dihaniye. Hin pisporên nexweşiyên hişmendî jî di wê baweriyê de ne ku kişandina heroînê encamên wisa li cem hejmareke ji mirovan dihîne holê. Lê li gel wê jî ew bi xwe sed ji sedî di derbarê meseleyê de ne têgihîşt e. Min got, "Bi rastî jî va pirseke xemgînkir e û hêvîdar im rewşa keça te zû baştir bibe." Wê got, "Mirov çi bike! Di jiyanê de tiştên wisa dibin û divêt mirov wan bipejirîne." Got ku ew doh çûye serilêdana keça xwe. Keça wê gotiye, "Tu li vir çi dikî? Rabe ji vir biçe. Ez dizanim, çi bête serê min jî te xem niye."

Jinik ji min re dibêje, "Bawer bike ku ez dayeke baş bûm." Min jî di dilê xwe de got, "ji ber ku te baş nedinasim, nikarim bizanibim heke tu rast dayeke baş bûyî, yan na." Lê helbete min negot. Di dem û dewrana îroyîn de, û li bajarên ku tê de jiyan ew qas tevlo-mevlo bûye de, başbûn û nebaşbûna dayan jî ji mirovekî bo mirovekî din ferq dike. Min bi xwe keç û law dîtine ku ji day û bavên xwe bi nefret in çimkî wan haydariyeke mezin dane kar û meslekên xweye û kêm dem bi zaroyên xwe re derbas kirine. Lê dema mirov di derbarê vê yekê de ji wan bav û dayan dipirse, ew dibêjin ku wan va yeka ji bo xatirê jiyan û pêşeroja zaroyên xwe kirine. Min her weha keç û lawên ciwan dîtine ku rêza wan ji day û bavan re niye çimkî ew bêkar in û her li mal dimînin li şûna ku biçin kar.

Li welatên Rojhilata Navîn peywendiya di navbera dayan û zaroyan de ne yeke ew qas tevlihev û kompleks e. Hem day û hem zaro baş di derbarê rolên xwe de haydar in. Erf û tore jî hîn rola xwe dileyizin, li gel ku li bajarên wê herêmê jî rewş sal li dû salê têye guhertin e. Li bajarên mezin yên cîhana rojavayî, Australya di nav de, li milê din, peywendiyên di navbera dayan û zaroyan de zêde kompleks in. Bêguman day li ku be jî ji zaroyên xwe hej dike, lê rewşa aborî, civatî, perwerdeyî, her weha şûna mirov lê cîhwar, bandorên mezin li peywendiyên malbatî dikin. Zêdebûna azadiyê û kêmbûna rola erf û toreyan jî rola xwe bêguman dileyizin.

Dixwazim nuha ew daya australî bidim hember dayeke kurdî. Wek tesaduf nameyeke ji welêt hatî min agahdar dike ku li bajarokê me lawek “dîn” bûye. Haydar bin: Li welatekî wek Australya em behsa kêşeyên hişmendî dikin, lê li Kurdistanê mirovekî ku xwediyê eynî kêşeyan be wek “dîn” yan “bodle” tête binavkirin, lê va meseleyeke din e. Name diyar dike ku daya lawî bi şev û roj digirî. Ew bi encama derdê lawê xwe nexweş ketiye û rewşa wê ne çi rewş e. Malbat jî belengaz e û pere nînin ku lawî rakin bajarên mezin ji bo dîtina pispor û şarezayên nexweşiyên hişmendî. Tenê dikarin ji şêxekî tika bikin ku bête serilêdana ciwanê "dîn" bûyî, bi ser de ayetekê bixwêne, yan niviştekê jê re binivîsîne.

Heke em rewşa daya australî û daya kurdî bidin hember hev baş diyar dibe ku çawa jiyan ji bo daya kurd dijwartir e. Dijwartir e çimkî fersend û xizmetên ku li welatekî wek Australya ji bo xelkê misoger in li welatê ku daya kurd lê dimîne bi dest nakevin. Pereyên bêkariyê nayên dayîn, mirovên xizan nikarin kar bi dest xin, pijîşk bêyî pere li rûyê kesekî nanihêrin, û her weha. Diyên kurd û yên hemî civatên ji xizmetên civatî, tenduristî û perwerdeyî bêpar bi pirranî di jiyana xwe de tûşî dijwariyên mezin têyên û pirr diêşên. Ji ber ku jiyana wan ne hêsan e gellek day bi temenê 40 salîn pîr dibin û bi temenê 50 yan 60 salîn dimirin. Li welatên ku tê de rewşa jiyanê baştir e, li milê din, temenê jinan bi pirranî 80 salan derbas dike.

Dema mirov va cudabûna mezin di navbera civatên li paş manî û welatên rojavayî de dide hember hev mirov wisa bawer dike ku endamên civatên rojavayî dê spasdar bin ku ji bo wan ew qas fersend û xizmet hene. Lê gelo wisa be?! Hejmareke mezin ji wan, bi taybetî ewên xwedan kêşe yên ku bi saya girtina pereyên dewletê (Bi gotineke din, li ser hesabê baca ku kesên kar dikin didin) dijîn, her bi gazinc in, ji rewşê ne razî ne. Kiryarên cerîmetê, diziyê û kirina zexiliyan, wek şewitandina otomobîlan bo kirina losan li dezgehên sîgortayê wek nimûne, di zêdebûnê de ne; hevberdana jin û mêran li hin şûnan 30 % derbas kiriye û hejmara zaroyên ji mal direvin gihîştiye hezaran. Li welatên cîhana 3yem û 4em mirov hesretê piçek azadî ye. Li welatine rojavayî, li milê din, “azadî” ew qas zêde bûye ku xwebêja xwe wenda kiriye û bênex bûye. Wek nimûne, zaro û ciwan bûne wek çêleka pîroz e, hema-hema çi bikin jî rê ji wan re vekirî ye; mirovekî nekes dikare tufe rûyê serokwelatê xwe bike, wî rezîl û riswa bike; şagirtek dikare gotina dixwaze ji mamostayê xwe re bike; kesek dikare gemara ew bixwaze li ser rûpelan çap bike û belav bike; peya dikare li gel peyayî bizewice, jin li gel jinê; yê bixwaze dikare di taxên bajarine de, heta li navendine fermî jî, derziyên heroînê li xwe xe… Hin kesên ciwan da ku “keyfa xwe wînin cîh” ziyanê digihînin tisht û şûnên giştî, wek trênan, otobûsan, telefonan, dîwaran û bînayetan. Di van salên dawîn de, wek nimûne, bi milyaran dolar ziyana aborî, hele tew ziyana xweristî li aliyekî bihêle, li Australya hatiye holê bi encama wê yekê ku tolazên li dû heyecanê agir bi dar û dehlan xistine! Tiştê seyr û mathîştinê ew e ku kesine ji welatên dîktator reviyanî jî dema digihên bajarên rojavayî nerxê azadiyê ji bîr dikin. Lê ew pirsa jî çîrokeke din e. Matiryalîzm, li milê din, moralê, wûjdanê û hestên mirovahî di gellek cîhan de brîn dike. Heta bi asyişê be nema êdî bi şêweyeke rêk û pêk misoger e. Di beşine bajarên mezin yên welatên rojavayî de mirov nema diwêre bi şev di tax û kolanên wan deveran re bimeşe.

Tiştê balkêş ew e ku dema mirov di dezgeheke fermî ya dewletên rojavayî de bixebite pirr caran divêt mirov behsa nimûneyên li jor hatinî diyarkirin neke, yan wan wek nerênî bi nav neke, çimkî heke bike dikare wek kesekî “paşvemayî” yan “xweperest” bihête binavkirin!

Daniştvanên welatên belengaz û paşvemayî jî bêguman ji rewşa xwe razî nînin. Bajarên welatên rojavayî di hiş û çavên wan de wek behuştê xuya dikin. Wisa jî hejmara penaxwazên ku ji welatên asyayî û afrîkayî bizava xwegîhandina welatên rojavayî dikin li gel hemî dijwariyan jî berdewam e. Bêguman bi encama vê yekê jî dîsa day diêşin û di navbera hêvîtî û bêhêvîtiyê de bi dilên tiji hesret ber bi mirinê diçin. Zaroyên wan jî xwe digihînin azadiya di nav “STRESS” de. Hinekên din di kampên penaxwazan de neçar dibin ku şoreşgêriyê bikin, îcar li hember “kapîtalîzma bêbext ku mafê mayînê nade,” têdikoşin; tew hinek agirî bi kampên ew tê de dixin! Kesine wisa jî di nav ewên ku mafê penaxwaziyê êdî bi dest xistine û pereyan ji kapîtalîzmê digirine de hîn hene, erê di nav Kurdan de jî, ku tew li dij serilêdana Bill Clinton, serokê par yê DYE, derdikevin xwepêşandanê û amade ne bi polîs re pev jî biçin.

Bijî Azadî! Bila bêtir nehêt gotin, yan erê: azadî dê li dij nivîskarê ku roj bi roj ber bi rastê ve diçêye jî bihête bikarhanîn.

Gelo wêneyên li jor hatinî raber kirin ji realîteya cîhana me bin? Yan gelo encamên berhemeke nivîskî bin ku bi rengên reş-spî hatiye çîxizkirin?

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.