Alozîya Iraqê gihîştiye qonaxeke astem û nazik. Herku amadekarîya hêzên yekgirtî bo lêdana rejîma Saddam berbi pêş diçe, rewşa navçe jî aloztir û tevlihevtir dibe. Hinek dewletên navçe, bi taybetî dewleta Tirk dixwaze ji vê alozîyê keys verbigre û Başûre Kurdistanê dagirbike. Şoven û nijadperestên Tirk ji hebûna Parlaman û Hukumeta Heremî Kurdistan gelek aciz in û demek e, ku bi alîkarîya hinek televîzyon û çapamenîyê, teblixateke kirêt dijî destkevtîyên me li başurê Kurdistanê dikin. Bi rêvabirên Tirkîyê bi eşkere gefa Kurdistanê Başur dixwin û venaşêrin, ku ew dijî federasyon in. Karbidestên dewleta Tirkîyê bi dehan car gotine, ku bona pêşî lêgirtina dewleta Kurdî, wê bikevine Kurdistana Başur û bona vê armancê jî leşkerkêşî ser tixubên Iraqê dikin. Wekî xuya ye li başurê Kurdistanê destkevtîyên me yên netewî, ku berhema xwîna sedanhezar şehîd û ked û renca gelê me yê zehmetkêş e, li ber gef û tehdîda şovenîst û nijadperestên Tirkîyê ne.
Kurdîno,
Parastina Hukumet û Parlamana Kurdistana Başûr erkê hemu Kurdên xudan şeref û dilsoj e. Parastina Parlaman û Hukumetê Kurd, parastina azadî ye, parastina xwîna şehîden me ne, parastina ked û rencê sedan sal e.
Xwişk û birayên berketî,
- Dê werin em hemû nişan bidin, ku em piştgir û alîkarê Parlaman û Hukumeta Kurdî ne,
- Dê werin em hemû bihevra nîşan bidin, ku em destkevtîyên xwe wekî ronîya çavên xwe diparêzin,
- Dê werîn em nişan bidin, ku em heya mirinê vefadarê armanca şehîdên xwe ne,
- Dê tu jî were, dengê xwe tev dengê me ke, em bi hev ra dengê nerazîbûna xwe li dijî tehdîd û gefa Tirkîyê bilind bikin.