Serrûpel Hejmar 39, avrêl 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Bila dîrok vê carê bo kurdan dubare nebe
William Safire: Pirs û bersiv li gel Barzanî
Zerdeşt Hajo: Axiftin di kongreya PENa Kurd de
Lokman Polat: Mistek demokrasî
Bûbê Eser: "Bijî kurd û Kurdistan"
Şahînê B Soreklî: "Dostên Seddam Husên"
Dilbirîn: Avakirin bi dijminatiya hêzên îslamî nabe
Fuat Akpinar: Bo PENa Kurd
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Şahînê B Soreklî: Wêneyên reş-spî
Fuat Akpinar: Serleşkerê tirkan derewan nake!
Lokman Polat: Danasîn û analîz
PENa Kurd: Em piştgiriya Parlemena Kurdistanê dikin
Enstîtuya Kurdî ya Brukselê: Em alîgirên Başûrê Kurdistanê ne
Fuat Akpinar: Li dewleta devrût qirrik dixetime
Komîteya Piştgiriya Başûr Kurdistanê: Bangewazek
PDK-Bakur: Rê nedin tirkan
Platforma Kurdên Ewropayê: Em Helebçe ji bîr nakin
Fuat Akpinar: Kî provakator in?
Komara televole
Komara mûzan


Enstituya Kurdî ya Brukselê

Em alîgirên Hukumeta Herêmî ya Kurdistana Başûr in

Derwêş M. FERHO: info@kurdishinstitute.be

Rewşa tevgera Kurd û Kurdistanê, ji bo mafên bingehîn yên merovatiyê, hebûna gelê Kurd, jiyana mîna merovê Kurd, di van rojan de ketiye rewşeke gelekî girîng û dijwar. Ev nêzî salekê ye ku rejîma Iraq û serkêşê vê rejîmê Saddamê xwînxwer di rojeva cîhanê de mijara yekemîn e. Dema ev mijar tê axaftin xuya dibe ku pirsa neteweyê me pirsgirêkek girîng e. Partiyên siyasî yên Kurd di her gav û lepta xwe de ev girîngî û pêwîstiya çarenûsê di her civîn û hevdîtinê de axavtine. Ji cîhana “demokrat û azad’ daxwaza hevkariyê kirine. Lê mîna hercar ku di dîrokê de xuya kiriye, bersiv li ser esasên menfaetên wan hatine dayin. Ji hin ciyan jî bersiv nîne. Kerr û lal bûn ji bo pirsa Kurdan dermanê wan e.

Divê dewleta Iraq, rejîma wê û Saddam Hiseyn bêne guhertin. Divê Iraqeke demokratîk, welatekî ji bo Ereban, Kurdan, Asûriyan, û hindikayiyên din ava bibe. Tu rêyên din ji bo paşeroja Iraqê maqûl nînin. şerr ne xweş e. Lê kuştin, êşkence, bi zorê malkoçkirina berdewam jî bes e!

Ji aliyê din ve dewleta Tirk hebûn û saziya Kurdistana Başûr tehdît dike. Ne bes e ku vê dewleta qatil bakurê welatê me dagîr kiriye, qetlîamên mezin kirine, diziya kultûr û hebûna din ya Kurdan dike, gelên din bi temami ji holê rakir, nuka jî dixwaze Kurdistana Başûr têxe bin bandora xwe. Torinên Moxolan hînê kuştin û talanê bûne û her tim jî ya wan ji wan re mayiye.

Lê ez hêvî dikim ku di roja îro de hêzên siyasî yên Kurdan ji her gav zêdetir hişyar in û ewê her destdirêjî û tehdîda dewleta Tirk di gewiya wan de bifetisînin. Serokkomar, serokwezîr, pirraniya parlementer, general û bekçiyên dewleta Tirk di rojname, televîzyon û radyoyên xwe de bi awayekî vekirî dibêjin: nuka yek hedef di programa me de ye. Nabe ku tiştek ji Kurdan re were qebûlkirin. Ne di nava sînorên Iraqê de û ne jî tiştekî cihê!

Bi vê bizava Tirkiyê doza Kurd û Kurdistanê ji çarçefa sînorên yek dewletê derdikeve û dibe dozeke navneteweyî û ji lew re divêt hemû hêzên aştîxwaz û dêmokrat bi berpirsiyariya xwe ya dîrokî rabin, destê bindestan bigirin û piştgîriya tevgera dadimend ya gelê me li dijî sîstêmên nedêmokrat, lêşkerî û xwînrêj bikin, da ew xwe ji vê rewşa dijwar bikare rizgar bike û bi azadî li ser xaka welatê xwe bi hemû gelên cihanê re bi wekhevî bijî.

Enstituya Kurdî ya Brukselê bi hemî îmkanên xwe alîgirê Hikûmeta Herêmî ya Kurdistana Başûr e. Enstitu bangê li hemû Kurdan dike ku bi hemû hêzên xwe vê menfaetên neteweyî yên Kurdan biparêzin û bi pêş ve bibin. Roj roja hevkariyê ye. Eger em di nav xwe de ji bo menfaetên neteweyî yên Kurdan hêzên xwe nekin yek, bi çi rûyî emê alîkariya civaka navneteweyî daxwaz bikin ?

_______________

* Birêz Derwêş M. Ferho serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê ye.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.