Ēend pirtūkźn kurdī -ēīrok, helbest ū roman- derketin ū ji min re hatin şiyandin. Dema pirtūkźn kurdī tźn dikevin destź min, ez bi dilxweşī dixwīnim. Li ser gelekan jī min nivīsźn danasīnź nivīsiye. Lź, li ser van pirtīkźn dawīn ku derketin, min nenivīsī.
Belź, min nenivīsī, lź kesekī din jī li ser van pirtūkan tu nivīseke danasīnź, analīz, nirxandin, nenivīsī. Min li weşanźn heyī -bi taybetī jī weşanźn ku di bin bandora partī ū rźxistinźn kurdan de ne- mźze kir, di derbarź nasandina pirtūkan de, yekalī ū nedemokratbūna wan weşanan hźj jī didome.
Di wan weşanźn ku bi zikź xwe ve, bi ser ū mejiyź xwe ve bi siyasetan ve girźdayīne, tenź behsa pirtūkźn kesźn siyaseta xwe ū yźn derdora xwe dikin. Ew bi şźweyeke yekalī li ser hinek pirtūkan nivīsźn danasīnź dinivīsin ū diweşīnin, lź li hember pirtūkźn nivīskarźn ku di bin bandora siyaseta wan de nīn in, yan jī ew nivīskarźn ku di weşanźn wan de nivīs nanivīsin, li hemberź wan nivīskaran in ū di derbarź berhemźn wan de kerr ū lal in.
Ez ź niha mīnakek bidim. Di nav weşanźn "Sī" de du pirtūkźn kurdī derketin. Yek pirtūka helbestan bū ya din a kurteēīrokan bū. Weşanźn yekalī li ser pirtūkek ēend nivīsźn danasīnź -bi kurdī ū tirkī- di kovar ū rojnamźn xwe de weşandin ū bi nivīskarź pirtūkź re hevpeyvīn ēźkirin. Wan qet behsa pirtūka din nekirin. Li hember wź pirtūkź kerr ū lal bun.
Gelo, ew pirtūka ku wan behsa wź kir, ji a din ēźtir bū? Her pirtūk li gor xwe nirxeke wź heye. Di vź rewşa aloz de, heger weşanźn kurdī qīmet ū rūmet nedin pirtūkźn kurdī, dź bidin ēi? Heger naveroka pirtūkź hesabź wan neyź jī ū ji nivīskar hez nekin jī, ji bo ku ew berhem aīdź edebiyata kurdī ye, divź qīmet bidin pź.
Min herdu pirtūkźn ku di nav weşanźn "Sī" de derketin xwend. Herdu jī pirtūkźn hźja būn. Lźbelź ēima yek hate danasīn ū ya din nedan danasīnź? Nivīskarź pirtūka ku dan danasīn, di weşanźn wan de nivīs dinivīse. Nivīskarź pirtūka din, berź di weşanźn wan de nivīs dinivīsand, lź ji zūve ye ku di weşanźn wan de nivīs nanivīse.
Divź xwendevan bizanibe, tu pirtūkek min di nav weşanźn "Sī" de derneketiye ū ez van gotinan ji bo xwe, ji bo pirtūkźn xwe nabźjim. Ez dixwazim balź bikşīnim ser yekalībūn ū nedemokratīkbūna hinek weşanźn kurdan yźn ku bi hinek hźzźn siyasī ve girźdayī ne.
Rźxistin ū partīyźn ku hźj desthilatdar nīn in, ewqas yekalī ū nedemokrat bin, dema bibin desthilatdar, dź hīn pirtir yekalī ū nedemokrat bin. Wan ji niha ve objektīfīyź danīne ser ref ū subjektīfī būye Xwedanź ruhź siyaseta wan, būye hakīmź heş ū mejiyź wan ū di mentalīta wan de bandora xwe pźk anīye.
Xwendevanźn kurd bila li wan weşanźn kurdī ū tirkī yźn siyasetźn kurdan binźrin, ka ēi dikin? Di hinek weşanan de, ji xwe ruhź kurd ū kurdayetiyź nemaye. Herēiqas ew li ser navź kurdan weşan diweşīnin jī, weşanźn wan kurd ū Kurdistanī nīn e.
Di wan weşanźn ku ji hest ū ruhź kurdayetiyź bźparin de, nivīsźn danasīnź, nirxandin, analīz, li ser pirtūkźn tirkī derdikevin. Ew pirtūkźn nivīskarźn tirk didin danasīnź -heta di hinek weşanan de pirtūkźn nivīskarźn kemalīst jī didin danasīnź- lź, li hemberź pirtūkźn nivīskarźn kurd bźdeng dimīnin.
Helbet rexna min ne tenź li weşanźn siyasetan e. Weşanźn ku girźdayź partī ū rźxistinan nīn in jī, di vź hźlź de wezīfeyźn xwe pźk naynin. Herwekī kovara "Serbestī" , "War" , "Kevan" ū "Pelīn" jī nivīsźn danasīna pirtūkźn kurdī naweşīnin.
Di kovar, rojname ū malperźn partī ū rźxistinan de tim anonsa pirtūkźn serok, sekreter ū kadirźn wan tź kirin, lź anonsa pirtūka nivīskarekī ku ji hźla siyasī ve digel wan nīn e an di weşanźn wan de nanivīse, anonsa pirtūka wī nayź kirin.
Ew bi xwe behsa pirtūkźn nivīskaran nakin, lź dema yek behsa pirtūkźn nivīskarźn ku ew li hemberī ne, dike, aciz dibin, rexne digrin ū paşgotinī dikin. Dema yekī wek min, bźkū cudabūnek bixe nav nivīskaran, behsa berhemźn wan bike, pirtūkźn wan bide danasīn, dibe hedefa rexne ū paşgotiniyan.
Niha pirtūka Ēiya Mazī di destź min de ye, ez dixwīnim. Tu kesekī li ser vź pirtūkź nivīsek nenivīsī, tu weşanek vź pirtūkź neda danasīn, heta wek kurtenūēeyek be jī, ji xwendevanźn xwe re negotin ku waye pirtūkek weha bi kurdī derketiye.
Navź pirtūka Ēiya Mazī "Mistek Jiyan" e. Min li vī navī mźze kir ū ez ji xwe re fikirīm, min di dilź xwe de got : " Mistek Demokrasī" . Xweziya di mentalīteya partī ū rźxistinźn siyasī źn kurdan de, di heş ū mejīyźn wan kesźn ku weşanźn girźdayīyź siyasetan diweşīnin ū birźveber ū berpirsiyarźn wan weşanan in de, mistek demokrasī heba. Dź hal ū rewşa kurdan, nivīskarźn kurd, berhemźn kurdī weha neba.
Partī, rźxistin ū weşanźn kurdan, divź mentalīteya xwe biguherīnin. Divź ew di xwe de şoreşa demokrasīyź pźk bīnin. Nexwe, heger wek gotineke bi tirkī ku dibźjin "eskī tas, eskī hemam" bin, xźra wan ne ji wan re ne jī ji civakź re tune ye.