Ez zanim Kurdistanê çêbe,
Azayî beyreqa wê be,
Edilayî tfaqa wê be,
Ez zanim Kurdistanê çêbe,
Tavê qelema wê be,
Çavê alemê lê be,
Ez zanim Kurdistanê çêbe,
Lawê kurd-egîtê wê be,
Îro be, yanê sibe be,
Ez zanim Kurdistanê çêbe,
Ev helbest ne xewn e û ne jî xeyal e. Ev helbest daxwaz û hêviya dilê gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ev helbest dengê çiya, banî û nalîna Kurdistanê ye. Ev helbest, helbesta helbestvanê me yê hêja Eskerê Boyîk e.
Hevalên birêz
Mêvanên hêja
Xwîşk û birayên ezîz
Ez ji bona dawetiya we ya bi qedir û bi qîmet spas dikim û pir kêfxweş im ku îro li Berlînê di vê Kongreyê de beştar dibim. Ev cara yekem e ku ez di Kongreya PEN’a Kurd de beştar dibim. Ji ber vê yekê, ez pir kêfxweş im ku îro bi we re fikir û ramanên xwe parve dikim. Bi qasî ku kêfxweş im, ewqas jî xemgîn im! Ji ber ku PEN’a Kurd ne li welatê me, li ser axa bav û kalên me, li xerîbiyê li Almanyayê tê damezirandin. Dil dixwest ku ev Kongreya rengîn li Kurdistana serbixwe û azad bihata lidarxistin.
Lê zor mixabin ev Kongre li xerîbiyê tê lidarxistin. Gelek gotinên me kurdan li ser xerîbiyê hene, gotina herî bi nav û deng gotina: ”Xerîbî pir zor e” ye. Bi rastî jî xerîbî pir zor e, ancax kesên ku derdê xerîbiyê dîtine û kişandine dikarin vê baş bînin ziman an jî binivîsînin. Meriv li xerîbiyê, wekî teyrekî bêbask e. Di cîhanê de, ji welatê mirovan şirîn û baştir tu welat nîn e. Lê ev nayê vî manê ku welatê xelkê ne baş e an jî ne şirîn e. Di welatên xelkê de jî gelek tiştên baş û yên ne baş hene. Li welatê xelkê tiştên ku mirov meraq, keder ax û zar dike xerîbî ye.
Gotinek din jî heye dibêjin: ”Teyr kirine qefesa zêran, gotiye ax welatê min”. Yanê her çiqas jî mirov li xerîbiyê, ji aliyê madî yan jî manewî baş be jî, dîsa dibêje ax welat. Gotineke pêşiyan jî pir mana wê heye û dibêjin: ”Her tişt li ser koka xwe şîn dibe” lê xerîbiya me kurdan ne ji kêfa ye, ji ber ku gelek ji me ji tengasiyê û gelek jî ji me ji destê rejim û dewletên zordar reviyane dewletên derve û hatine xerîbiyê. Belê ez rastî bêjim, pir aciz bûme li xerîbiyê û min bîriya welatê xwe kiriye.
Hevalên birêz
Ji ber ku ev cara ewil e, ez di Kongreya PEN’a kurd de beştar dibim, nikarim li ser kar û berên PEN’a kurd bisekinim. Lê belê tiştekî baş dizanim, ew jî ev e ku rola PEN’a Kurd di her warî de pir mezin e, divê em layîqî navê PEN’a Kurd bin û tiştên ji destê me tê bikin û bê westan daxwaz, maf û bejewendiyên kurd û Kurdistanê biparêzin.
Hevalên birêz
Ez niha dixwazim hinek li ser xebata di nav kurdan de bisekinim. Em kurd pir caran di gotin û nivîsandinên xwe de xelkê rexne dikin û gilî û gazinan dibêjin. Bila mafên me bêne dayîn, welatê me ji aliyê dagirkeran ve hatiye bindestkirin, em neçar in, li me heqaret û her xerabî tê kirin û hwd. Em di van gotin û daxwazên xwe de sedî sed mafdar in.
Lê divê em ne tenê di nav raya giştî de her wisa di nav xwe de jî bi eşkere dîtin, raman û nêrînên xwe ne bi niyeteke xerab belku bi niyeteke baş di çarçoveke welatparêzî de û bi durîstî rasterast bînin ziman û bikarbin ji hev re bibêjin. Nivîskar û rewşenbîr mecbûr in rola xwe di nav neteweya xwe de bilîzîn. Em ji xelkê bona kurdan edaletê, hiqûqê û mafên mirovan dixwazin, lê pir mixabim em bixwe di nav xwe de hê ji huqûq, edalet û mafên mirovan pir dûr in. Divê em di nav xwe de bikaribin hev rexne bikin, gilî, gazin û lomên xwe ji hev re bibêjin.
Hevalên birêz
Tevgera kurd heta niha di nav cîhanê de rola xwe baş nelîstiye. Ne tenê Tevgera kurd nivîskar û rewşenbîrên kurd jî rola xwe nelîstîne. Siyaset êdî bi quweta milan, bi piraniya hejmara gelan û bi siloganan nameşe, siyaset ne wekî qire û zebeşan e, meriv li sûkê (bazar) bifroşe, siyaset bi aqil, bi ilim, teknolojî û dîplomasiyê dimeşe. Siyaseta ku bêvîn be (bê îrade be), ev siyaset nikare xwe tiştek bihesibîne û bi ser bikeve. Me rojeva xwe her dem aniye bi piranî li ser mafên mirovan û xerabiyên dijmin bi me kirine fetisandiye û kilît kiriye.
Ez Tevgera kurd li Bakur niha di tengasiyeke pir mezin de dibînim, ji ber ku daxwaz û daxuyaniyên kurdên Bakur eşkere û diyar nîn e. Di gotin û kirinê de pir tevîhevî (muxlak) heye. Mirov gava di daxwazên xwe de eşkere (vekirî) nebe, di bazara siyasetê de jî ji tengasiyan xelas nabe û nikare bi ser bikeve. Bi rastî ji ber ku siyaseta kurdên Bakur daxwaz û ramanên wan pir caran ne (ronî) zelal e û mirov nikare analîzeke baş li ser bike. Girîng e ku siyaseta me kurdan zelal (ronî) be û em di gotin û tevgera xwe de net û vekirî bin.
Du gotinên almanan hene û wiha dibêjin: “Bi dengê xwe nerm, di xwestekên xwe da bi bîr û bawer û xwedî biryar bin.” Ya din jî ev e: “Enerjiya xwe ne di nav xwe de, divê li derveyî xwe bi kar bînin.” Ez naxwazim gotinên min şaş bêne famkirin, yek tek mîsyoneke min heye, ew jî alîkarî, pêşniyarî û ronahî ji bo Tevgera kurd e. Divê em ji xwe bawer bin, bi bîhnfireh bin û rexneyan jî qebûl bikin. Em kurd hetanî rexneyên xwe qebûl nekin, em hev tahmûl nekin, em bi ser nakevin. Emê her dem di rûnê xwe de biqijilin. Em mejbûr in kumê xwe bidin pêşiya xwe, li gorî wê hesabên xwe baş bikin û paşê tevbigerin.
Hevalên birêz
Av û agir disekine dijmin nasekine. Bûyerên nû di cîhanê de û bazara di nav Dewleta Tirk û Amerîka de vê carê jî baş rayê me kurdan dide ku biyanî (ecnebî) ji bo berjewendiyên xwe tu sînorên mirovatiyê nas nake. Ez dixwezim vê pirsê ji kurdan bipirsim: Gelo kurd çiqas li berjewendiyên xwe xwedî derdikevin? Ez bawer im em nikarin bersiva vê pirsê bidin, ji ber ku em hê di mesela neteweya xwe de pir teng difikirin. Pir mixabim, em kurd berjewendiyên xwe yên partî û şexsan bi ser neteweya xwe re digrin, loma em ji tengasiyan xelas nabin û bi ser nakevin. Hêviya min ew e ku gelê me vê carê li her çar parçeyên Kurdistanê van bûyerên nû bide ber çavên xwe û ev rewşa awarte bibe sedemê yekîtiya gelê me li Rojhilata Navîn.
Roj, roja xîretê ye. Divê em der heqê başûrê Kurdistanê de bêdeng nemînin. Êdî bes e ji Okupatsiyona (dagirkirina) dewletên tirk, ereb û faris. Kurdistan welatê me ye, heta niha ji tu kesî re nebûye welat û nabe welat jî.
Hevalno!
Van rojan dîsa piraniya çapemeniya tirkan bi taybetî çapemeniya Medya Doðan Hürriyet, Milliyet û Kanal D û yên din kîna xwe li dijî kurdan vedirişîne û serê her gotina wan ev e: ”Küstah” ”Küstah Barzanî, Küstah Talabanî, Küstah kürt guruplarý” û hwd. e. şovenîzma wan ,ew serxweş û famkor kiriye û bêaqil hîştiye. Divê em li hemberî vê yekê bêdegn nemînin. Bila êdî xerabiyên dijmin ji me re bibin şîret û bibe sedama yekîtiya me kurdan...