Serrûpel Hejmar 39, avrêl 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Bila dîrok vê carê bo kurdan dubare nebe
William Safire: Pirs û bersiv li gel Barzanî
Zerdeşt Hajo: Axiftin di kongreya PENa Kurd de
Lokman Polat: Mistek demokrasî
Bûbê Eser: "Bijî kurd û Kurdistan"
Şahînê B Soreklî: "Dostên Seddam Husên"
Dilbirîn: Avakirin bi dijminatiya hêzên îslamî nabe
Fuat Akpinar: Bo PENa Kurd
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Şahînê B Soreklî: Wêneyên reş-spî
Fuat Akpinar: Serleşkerê tirkan derewan nake!
Lokman Polat: Danasîn û analîz
PENa Kurd: Em piştgiriya Parlemena Kurdistanê dikin
Enstîtuya Kurdî ya Brukselê: Em alîgirên Başûrê Kurdistanê ne
Fuat Akpinar: Li dewleta devrût qirrik dixetime
Komîteya Piştgiriya Başûr Kurdistanê: Bangewazek
PDK-Bakur: Rê nedin tirkan
Platforma Kurdên Ewropayê: Em Helebçe ji bîr nakin
Fuat Akpinar: Kî provakator in?
Komara televole
Komara mûzan


Avakirina Kurdistanê ne bi dujminîya Hêzên îslamî çêdibe belkû bi yekîtîya Kurdan çêdibe!..

Dilbirîn: serefdin@telia.com

Kurd di demek herî hesas û nazik de dijîn, Îro her kes wekî netew difikire û bi gorê wî gavan davêjin.

Dîrok bi awakî bê alî tê şîrovekirin û sud jê tê wergirtin. Kesekî naxwaze bi dîrokê bi pesine, ji ber ku mirovên zane û Pêşkeftî jibona ew şaşîtîyên di dîrokê de carekî din dubare nebin, dîrokê di bin cavan de derbas dikin.

Îro her geleki ji bona bercewendîyê xwe yê netewî bi hemî hebuna xwe li ser masa bazarê raswestîyane. Bi tayîbet dewletên xwînrêj û kedxwur wekî palwanê derewîn milê xwe hilçînîne û tevizîyên şer didin xwe.

Şêwir û mişêwrê giran digerînin û Kurdistan weki cendek - leşek - danin ber xwe û di parvekirina cendek de para heri bi run, ji nav û dil dixwezin. Lê wê ev loq dê di gewriya wan de neçe xwarê û wê pê bifetisin!!! ….

Erê!!! Îro bazar li ser nav, nîşan û qedera Kurdan tê kirinê. Bê ku ji kurdan were pirsîn, di derbarê kurdan de biryar tê dayîn û vaya jî binavê mafê mirov û demokirasîyê tê kirin.

Bi tayibet dewleta tirk dujminîya gel ê kurd dike û ji bona vî dil reşîya xwe ya dîrokî carekî din bide dîyar kirn, bê ku karibe fedî bike çi jê were xwesitin dike. Bê guman dewleta tirk vê cesaretê ji dewletên yek girtuyê Emerîka digere. Dewleta tirk ji ber ku nikare û hêza wî tuneye, ku karibe piroblema kurdên di nava xwe de çareser bike, îjar jibona vê rûreşîya xwe veşêre, vê cerê dev avêtî kurdên li perçên din yê Kurdistanê û dixwaze bi qedera wan bilîze.

Teskera ku wê qerara şer derxista, di meclisa tirk de derbaz nebû. Lê hin kes vê yekê wek deranê çerxê li gor bercewendîyê Kurdan digere, hesab dikin. Ne dure ku piştî hilbijartinên Sêrtê di serok wezîrtîya R. Tayib Erdgan de cerek din teskere neyê meclisa tirk, dema were vêcarê wê ji sedî sed qerar were qebûlkirin. Ji xwe Emerika jî li vê yekê digere ku teskere were qebûlkirin, dema hete qebûlkirin wê eskerê tirkan here bşûrê Kurdistanê.

Berîya teskera şer were Meclîsa tirk, kşîtîyên Emerîka li bendera bacarê Îskenderonê bû, li benda qebûlkirina teskereyê bû. Lê teskera nehat qebûlkirn, disajî keşîtîyê Emerîka hete valkirin. Eeee!.. diyare qerara meclîsê bi kêr nahatî.

Dewleta Emerîka gelekî bawerî pê nayê û tu garantîkî ji vê sîyaseta dunê ya gemar tune. Her tişt pirr tevliheve, wê çewabe ? divê em hinek binêrin ka rewşa dinê hinek zelalb e. Dewleta Emerîka çend caran gel ê Kurd firotî, ji ber vê yekê kurd gelekî bi dîqet peyvan dibjêrin û gavan davêjin.

Hêvîya Kurdan ew ku, Emerîka vêcarê bêbextîyê bi wan re neke û bi gorê bercewendîyê gelê bindest biryar bide. Bi gorî axiftinê berpirsên Emerîka, kurd vêcarê wê bigihên encamakî û ev daxwazin Kurdan e.

Her gel di van tevlihevîya de, bê ku cudatîyê têxe nava partî, fikr û ramanan bi yek deng û yek helwest hebûna xwe diprêzin û karê xwe di domînin. Hela ev yekîtî bona kurdan, ferze!.. wek xwarin û vexwarine!!…

Hin kes divan rojin terî de, li pey hin tişt din di gerin û dixwazin hinek gurubên Kurdan wekî hevkarê îranê û Suûdîya Erbî nişan bidin. Ev karekî kêrêt û ne li gor bercewendiyê gel ê Kurd e. Kurdin misliman jî wek hemî hêzên din mafê wan yê sîyasetê heye û ev maf Xwedê ( cc ) deye her kesî, tu kesek nikare vî mafî ji merivan bistîne.

Dema hêzekî Kurd dewlemend û bihêz be wê di xizmeta gel ê Kurda be û divê herkesekî vê yekê wa bizane û rêz jê re bigire! Pêwîst nîne û xizmeta tu kesek jî neke dema em Kurdin Misliman wek girêdayê îranê û Erbistana Suûdî nîşanbidin. Ew kesê ku xwe weki ronekbîran dide nîşandan divê vê yekê baş bizen ku, kurd misilmanin û wê her misilman jî biminin. Hêzên Demokirat, Sosyalîst û yên îslamî jî wê hebin.

Hêzên Îslamê iro ne li Kurdistanê bitenê, belkû li seranserê cihanê her diçe bihêztir dibe. Her wusan li Kurdiastan ji wê Kurdên îslamî bi hêzbin. Ev mefê her kesekîye, dema hêzên demokirat bi qewet bun em çepikan li hevxin, lê dema yên îslami biqewet bun em wn weki xayîna nişan bidin, wê demê em xizmetê ji dujminre dikin û ev yeka han cihê wî di wîjdan û Edaletê de jî tune.

Wusan dîyare ku hin kes, tehemula îslam û misilmanan nakin û ji ber vê yekê jî çiqas iftira û bêbextî henin dikin sutuyê wan, ev jî bê wîjdanî û bê insafiye!.. û sade xizmeta dujmin dike û kurdan berî hevdû didin!….

Êrişa li ser hêz, bir, bawe, û hemî hêcehîyên kurdan, ne di xizmeta gelê kurda ye! Ew kesen van karên kirêt jî bike wê tim rûreş be û di dîrokê de wek kesê xirab were bibîr anînê.

Îroj li başûrê Kurdistanê hebûnek çêbûye, divê em kurd vî destkftîye li başûrê Kurdistanê wek yê xwe bibînin û ji bona paraztina wî çi jê bê xwestin bikin.

Banga min hemî kesên xwedî wîjdan û demokiratin, dev ji hîzbayetîyê berdin! Dujminîya hêjahîyê kurdan nekin û tenê biratîyê bidinhev ku em wek kurd karibin xwe ji bin vî barê giran rizgar kin. Eve, dermanê me kurdan yekîtî û biratî ye.

Ya wê hinek ji Kurdan van rastîyan bibînin û ferqê exin nava hêz, bîrûbawer, fikir û hêjahîyên Kurdan û bibin Ronakbîr, ya jî wê bibin, Rnokbîrên Ro nedîtî.

Digel silavên germ

Dilbirîn: serefdin@telia.com

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.