Serrûpel Hejmar 39, avrêl 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Bila dîrok vê carê bo kurdan dubare nebe
William Safire: Pirs û bersiv li gel Barzanî
Zerdeşt Hajo: Axiftin di kongreya PENa Kurd de
Lokman Polat: Mistek demokrasî
Bûbê Eser: "Bijî kurd û Kurdistan"
Şahînê B Soreklî: "Dostên Seddam Husên"
Dilbirîn: Avakirin bi dijminatiya hêzên îslamî nabe
Fuat Akpinar: Bo PENa Kurd
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Şahînê B Soreklî: Wêneyên reş-spî
Fuat Akpinar: Serleşkerê tirkan derewan nake!
Lokman Polat: Danasîn û analîz
PENa Kurd: Em piştgiriya Parlemena Kurdistanê dikin
Enstîtuya Kurdî ya Brukselê: Em alîgirên Başûrê Kurdistanê ne
Fuat Akpinar: Li dewleta devrût qirrik dixetime
Komîteya Piştgiriya Başûr Kurdistanê: Bangewazek
PDK-Bakur: Rê nedin tirkan
Platforma Kurdên Ewropayê: Em Helebçe ji bîr nakin
Fuat Akpinar: Kî provakator in?
Komara televole
Komara mûzan


"BIJÎ KURD Û KURDISTAN"

Bûbê Eser: bube@telia.com

Baş tê zanîn ku mirov bi sloganan xwe nagêhêjîne tu konaxan. Lê carna jî hin slogan henin ku cihekî taybetî digirin û mirov jî li gor wê tevdigere. Ji ber vê bû ku min jî vê carê xwest bi sloganeke netewî dest bi vê nivîsê bikim û bidim diyarin ku em kurdên li ewropa çiqasî li gor wê tevgeriyan. Me bi çi çalakiyan ev xiste jiyanê ku dost û dijminan dîtin bê em çiqasî ji jiyandineke weha re amadebûn.

Belê bi salan ku welatê me dagirkirî ye. Lê ji vê dagirkeriyê başûrê Kurdistanê xwe azad kirî ye û ev jî nayê hesabê dagirkeran û bi taybetî yê Tirkan. Loma jî wan ji roja ku başûr azad bûye heta îro, çavên xwe yên beloq berra wir dana ku wê hilweşîne an jî dagir bike. Ev daxwaz û helwesta wan ya qirêj, piştî ku diyar bû wê Emerîka lê Iraqê bixe, baştir heta zanîn û derket holê ku ew li dû çine.

Karbidestên Tirkan bi zirt û gefan xwestin têkevin başûr, wir jî weke bakurê Kurdistanê tarîmar bikin. Herweha xwestin Kerkuk û Musûlê jî dagir bikin. Yanî ev armanceke wan ya bi salan e. Lê bi aqilekî vala û pûç li dû vê ne.

Niha jî rewşa Kurd û Kurdistaniyan jî baş hate diyarkirin ku ewên jî, li hemberî her zirt û gefan welatê xwe û hêjayiyên xwe biparêzin. Êdî em kurd jî fêrî azadî û rehetiyê bûne. Me jî êdî tama dewletbûnê girt ku êdî wê tu kes dê nikaribe vê ji me bigirin. Êdî kurd ji çerçewaya teng derketine, hemî bi hevre welatê xwe li dij dagirkeran bi yek armancê diparêzin. Hêjayiya me Kurdistan û başûrê wê yê azadkirî ye.

Ji demekê û virde em bi sloganan li hemî kuçe û kolanên ewropa rabûne ser nigan, dikin gazî û diqêrîn û dibêjin: “Bijî Kurd û Kurdistan”. Loma jî li gor vê hemî kurdên ewropa niha li ser nigan in. Li her welatekî û hema hema li her bajarekî mezin yên ewropa li hemberî helwestan dagirkeran û bi teybetî jî ya Tirkan, em kurd bûne yek deng û ji bona yek armancê xwepêşandanan çêdikin, civînan amade dikin.

Li ber konsulosên dagirekeran hêz û kuwetên xwe rê didin û dibêjin: “Emê welatê xwe biparêzin”. Li ber perlemana ewropa dicivin û dibêjin; “Divê YE ewropa jî bi erkên xwe ve rabin”. Bi saya van meş û xwe pêşandanên demokratîk, me kurdan helwest û daxwazên gelê xwe gihişt YE û cihanê.

Xwepêşandanên ku di dem û zemanê xwe de dibên, ew dighêjin armancên xwe jî. Loma jî xwepêşandanên ku ji ber êrîşkariya Tirkan ku li seranserê cihanê pêk hatin û wê bibin, da diyarkirin ku êdî kurd wê welatê xwe bi her awayî biparêzin. Ew slogana ku li temama cihanê dihate gotin: “Bijî Kurd û Kurdistan”. Cihê xwe girt.

Her ku dihare meşên ji bona parastina welêt bêtir geş dibên. Beşdariyên wan zêdetir û berfirehtir dibe. Loma jî bi beşdariyên weha girîng me da diyarkirin ku em kurd jî dixwazin li cihanê li ser erda xwe bi awayekî azad bijîn. Em jî dixwazin bibin xwedî maf û bila heq û hûqûqên me jî li cihanê bê nasîn.

Lê bi rastî vê carê ez spasî hemî kurdên dilsoz ku dilê wan ji bona welatêwan lê dixin dikim. Spas ji bona Kurdên li Swêdêne ku wan bi beşdariyeke xurt, xwepêşandaneke demokratîk li Stockholmê pêk anîn. Pênchezar kurdên dilsozên welatê xwe bi yek dengî “Bijî Kurd û Kurdistan” digotin. Her weha li bajarê Goteborg jî hezar kurd meşiyan. Ez ji dil û can spasî ciwanên me jî dikim ku vê carê wan bi awayekî çalak û bi berpirsiyareke têhiştî, di xwepêşandanan de beşdarî kirin û di rêveberiya wan de beşdar bûn. Dema doza parastina welêt, ciwan bikin ew doz wê tucarî nekev e. Lewra jî vê carê li seranserê ewropa ciwanên me gelekî çalak bûn. Bi hilgirtina alên kurdî, bi neqşandina ala kurdî li ser can û ruyên xwe wan da diyarkirin ku wê welat ji alî wan de bê parastin.

Spas û hezar carî spasî ciwanan me dikim ku wan vê carê bi dengekî berz û bi armanceke zanyarî gotin: “Bijî Kurd û Kurdistan”. Bi rastî wan erk û pêdivîya vê sloganê pêk anîn. Ez jî dengê xwe tevli yên wan dikim û dibêjim: “Bijî Kurd û Kurdistan”.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.