Di sala 1974an de hukûmeta frensî, ku wê demê Jacque Chirac serokwezîrê wê bû, reaktoreke noklorî firote Îraqê. Bi encamê Frensa destkeftiyên mezin bi dest xistin, mafê kirîna petrola îraqî bi nerxekî arzan jî di nav de. Wê demê kesên bi guman li cîhanê dipirsîn, gelo welatekê wek Îraqê ku bi petrolê dewlemend e çi pêdivî bi reaktoreke noklorî hebe? Lê hukûmeta frensî ragîhand ku ew ê reaktorê bişopîne û misoger bike ku dê ji bo amancên leşgerî nehête bikarhanîn.
Di sala 1979an de Seddam Husên ferman da zanyarên pispor ku berê lêkolînên di derbarê bikarhanîna hêza atomî de ji amancên medenî badin amancên leşgerî. Yekî ji wan pisporan, Dr Husên Şaristanî, nepejirand. Şaristanî bi encamê hat êşkencekirin û ji bo 10 salan di hucreyeke tenêhîştinê de girtî ma. Di sala 1981ê de Israîl navenda noklêrî ya îraqî da ber bombeyan, lê di navbera salên 1980 û 1988 de, di dema şerê Îraq û Îranê de, firotina çekên leşgerî bo Îraqê zêde bû. Frensa ava noklêrî da Îraqê, Almanya hacetên çêkirina çekên kîmawî û baktêryayî firotinê, û DYE, bi encama serilêdaneke Donald Rumsfeld, ku nuha wezîrê berxwedanê ye, mûşekên pêşkeftî Harpoon firotin recîma Seddam Husênî. Li gor hin aliyan, wê demê Emerîka her weha vîrosên zindî, anthraks di nav de, ji bo hêzên îraqî rêkiribûn.
Serdarê par yê CIA Gordon Oehler şîrove dike çawa şirketên almanî di navbera 1987an û 1989an de hemî matiryalê ji bo çêkirina navendeke noklêriye din, yake ku dikare çekên atomî amade bike, firotin Îraqê. Li gor çêkerên bernameyê* hukûmeta almanî ya wê demê rê dabû vê firotinê. Kenneth Timmerman, nivîskarê “Lobbiya Mirinê” (The Death Lobby),dibêje, her weha teknolojiya almanî bû ya ku Seddam Husên kir xwediyê xazên jehrîye kîmawî, yên ku wî bi ser gundê kurdî Helebçe de di sala 1988ê de berdan ku bi encamê 5000 mirov mirin. Ji bo vê livbaziyê firrokên frensî Mîraj hatin bikarhanîn. Jean Pierre Chevenement ku berê wezîrê berxwedanê yê Frensayê bû dibêje, Helebçe “tenê di salên 90an de bû pirseke grîng. Di dema bûyerê cîh girtî de kesekî çi grîngî nedayê, lê emerikiyan pê dizanibûn.
Li gor Timmeraman, di dawiya şerê Îraqê û Îranê de Îraq bi qasî 6 milyar Euro deyndare Frensayê bû. Ji dawiya şer û pê ve Seddam Husên haydariyeke mezin da çêkirina çekên atomî û ji bo vê amancê bi hezaran erebên pispore ji hemî aliyên cîhanê xistin ber kar, û wî bi xwe serpereştiya helandina (întegrekirina) wan di nav sîstîma îraqî de dikir.
Dr Xidir Hemze, pisporê îraqî yê zanyariya nuklêrî, di 1994an de ji Îraqê reviya. Ew dibêje ku wê demê 12000 kes ji bo recîma îraqî di lêkolînên di derbarê çêkirina çekên noklêrî de beşdar bûn.
- - - - -
* Ji bultena SBS ya bernameyên SBS TV hatiye girtin. Rêzên li jor xwe eleqedare dokûmentereke frensî dikin, yeke bi navê "Dostên Seddam" ku roja sêşemê, 18ê adarê, demjimêr 8.30ê êvarê di Televizyona SBS de li Australya hate raberkirin.