Serrûpel Hejmar 39, avrêl 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Bila dîrok vê carê bo kurdan dubare nebe
William Safire: Pirs û bersiv li gel Barzanî
Zerdeşt Hajo: Axiftin di kongreya PENa Kurd de
Lokman Polat: Mistek demokrasî
Bûbê Eser: "Bijî kurd û Kurdistan"
Şahînê B Soreklî: "Dostên Seddam Husên"
Dilbirîn: Avakirin bi dijminatiya hêzên îslamî nabe
Fuat Akpinar: Bo PENa Kurd
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Şahînê B Soreklî: Wêneyên reş-spî
Fuat Akpinar: Serleşkerê tirkan derewan nake!
Lokman Polat: Danasîn û analîz
PENa Kurd: Em piştgiriya Parlemena Kurdistanê dikin
Enstîtuya Kurdî ya Brukselê: Em alîgirên Başûrê Kurdistanê ne
Fuat Akpinar: Li dewleta devrût qirrik dixetime
Komîteya Piştgiriya Başûr Kurdistanê: Bangewazek
PDK-Bakur: Rê nedin tirkan
Platforma Kurdên Ewropayê: Em Helebçe ji bîr nakin
Fuat Akpinar: Kî provakator in?
Komara televole
Komara mûzan


Komara Televole

FUAT AKPINAR: Akpinar@t-online.de

Zagona Komara Televole 13.03.2003 dîsa biryarek siyasî ji bo kurdan girt û HADEP qedexe kir. Li tu welatên cîhanê partiyeke 6.5 % bigire nikare bê qedexekirin. 6.5% du milyon û nîv ray in. Îro di cîhanê de welat hene hejmara wan ji çarsed hezarî derbas nabe (Luksamburg). Ancax bûyerên wiha li welatek wek Tirkiyê ji aliyê Komara Televole ve pêk tê. Wek tê zanîn HADEP di Tirkiyê de li gorî biryarên tirkan hatibû dameziradin. Tiştên ku HADEP û partiyên din li Tirkiyê ji hev cuda dike pirsa kurdî û mafên mirovan e. Dewleta Tirk û zagona wî vî carê jî rûreşiya xwe baş rayê da ku gelê kurd û raya gelê kurd tu carî qebûl nake. Gelê kurd di dîrokê de hetanî îro bi niyeta xwe ya baş û durust rayê daye ku ew tenê aştî û azadî dixwaze. Lê belê dewleta devrût dîsa copê xwe rayê kurdan dide û dibêje; ez ne ji bo te aştî didim û ne jî azadî didim.

Dewleta Tirk wek her demê tu sînoran nas nake, dixwaze wek her dem bi qedexebûnê û bi qirkirinê bersiv bide gelê kurd.

Tevgera gelê kurd ev çend sal e li bakurê Kurdistanê bi qîrîn û hawar e û şer rawestandiye, dibêje bila êdî xwîna kurdan û tirkan nerije. Ez bawer im ji van gotin û tevgeran maqûltir û durstir tu tişt nîn e. Lê dewleta devrût ji bona ku pirsa gelê kurd çareser neke, jê re astengiyê derdixe. Ew ji gelê me radestiyê (teslîmiyet) dixwazin

Dewleta Televole pirsa gelê kurd nas nake û naxwaze jê re çareserkirineke siyasî çêbibe. Dewleta Televole di welatê xwe de hem gelê xwe, hem rewşenbîrên xwe û hem jî çapemeniya xwe bi siyasetek televoletî xapandiye, serê wan gêj kiriye û xistiye nav rewşeke pir xerab.

Dewleta Tirk û zagona wan a siyasî çiqas jî bixwazin, HEP, DEP û HADEP’ê qedexe bike, berpirsiyarên wan bi salan têke zindanê jî, nikarin ji vê pirsa gelê kurd xelas bibin. Ew bi vî siyaseta bi nakokî ancax dikarin hinekî dîsa emrê xwe dirêj bikin. Ez bawer im bi qedexebûna HADEP’ê dê ji her dem zêdetir serê wan bêşe. Ji ber ku HADEP êdî ne tenê partiyeke li Tirkiyê bi awayekî fermî hatibû damezirandin, HADEP endama Sosyalist International e. Eger vê carê HADEP rola xwe di raya giştî de baş bilîze û vê qedexebûnê li Ewropayê û di nav partiyên sosyalîst de bide naskirin, dibe ku dewleta tirk têkeve tengasiyek wisa ku ji destpêka komara xwe hetanî niha nedîtine.

Çend roj berê serokleşkerê tirkan Hilmi Özkök emir da ku tezkere vê carê di parlemenê de derbas bibe û qala biratî dikir û digot; me tu car ji gelên xwe re derew nekiriye. Baş e Özkök madem ku derewan nake, bila keremke bersiva van tiştan bide.

Eger armanca Komara Tirk û serleşker ew e ku gelê kurd teslîmiyetê qebûl bike, ez ji wan re dibêjim, ev xewn û xeyal e. Gelê kurd tu car teslîmiyetê qebûl nake. Hetanî welatê me rizgar bibe emê têkoşinek bêwestan bidin. Bila ew jî vî yekê baş bizanibin.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.