Serrûpel Hejmar 39, avrêl 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Bila dîrok vê carê bo kurdan dubare nebe
William Safire: Pirs û bersiv li gel Barzanî
Zerdeşt Hajo: Axiftin di kongreya PENa Kurd de
Lokman Polat: Mistek demokrasî
Bûbê Eser: "Bijî kurd û Kurdistan"
Şahînê B Soreklî: "Dostên Seddam Husên"
Dilbirîn: Avakirin bi dijminatiya hêzên îslamî nabe
Fuat Akpinar: Bo PENa Kurd
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Şahînê B Soreklî: Wêneyên reş-spî
Fuat Akpinar: Serleşkerê tirkan derewan nake!
Lokman Polat: Danasîn û analîz
PENa Kurd: Em piştgiriya Parlemena Kurdistanê dikin
Enstîtuya Kurdî ya Brukselê: Em alîgirên Başûrê Kurdistanê ne
Fuat Akpinar: Li dewleta devrût qirrik dixetime
Komîteya Piştgiriya Başûr Kurdistanê: Bangewazek
PDK-Bakur: Rê nedin tirkan
Platforma Kurdên Ewropayê: Em Helebçe ji bîr nakin
Fuat Akpinar: Kî provakator in?
Komara televole
Komara mûzan


Serleşkerê Tirk derewan nake!

FUAT AKPINAR: Akpinar@t-online.de

Serleşkerê Tirk Hilmî Özkok di daxuyaniya xwe ya roja 05.03.2003’yan de ferman (emir) da ku bila tezkere vê carê ji parlemenê derkeve.

Serleşker Ozkok di axaftina xwe de gef û tehdîdan dike û nesîhetan li kurdan dike û wiha dibêje: “Yên ku şer derdixin û alan dişewitînin, encama vê yekê jî li ber çavan digirin û xwe li ber digirin. Em gelekî esîl û bi rûmet in û ew dewletên ku welatê me dagir kirine û dema ku me bi hev re ew têk birine jî me ala wan neşewitandiye. (Çatýşma çýkaran, bayrak yakan sonucuna katlanýr. Bizler ülkemizi işkal eden devleti birlikte yendiðimiz zaman dahi onlarýn bayraðýný yakmamýş asil bir milletiz).” Û di nava axaftina xwe de wiha dibêje: “Ez mafê me yê parastinê reva bi bîra wan tînim. (Onlara meşru mudafaa hakkýmýzý hatýrlatýrým.)” Her wisa berdewam dike û dibêje: “Em mirov û ekrebayê hev in, em di rojên tengasiyê de li ba we bûn. Em hêsîr û dîlên wê erdnigariyê ne ku em li ser dijîn. Ne cihekî me heye ku em herin wir, ne jî dost û cîranekî me heye. Têkiliyên gelên me yên ekrebatî û mirovî hene. Di rojên herî teng û nexweş de em li ba wan bûn. Me qet tu caran ew nexapandin. Me qet tu caran ji wan re derew nekirin. (Sizinile akrabayýz, zor günlerde yanýnýzda olduk. Bizler, içinde bulunduðumuz coðrafyanýn esirleriyiz. Ne gidecek başka yerýmiz, ne edinecek başka dostumuz ve komşumuz vardýr. Halklarýmýzýn akrabalýk baðlarý vardýr. Onlarýn en sýkýntýlý günlerinde bizler yanlarýnda olduk. Onlarý hiç yanlýtmadýk, onlara asla yalan soylemedýk.)”

Serleşkerê Tirk derewan nake!

Ê, baş e!

1- Kî ev heştê sal in siyaseta dijminatiyê, înkarkirinê, zordariyê, bindestiyê, asîmîlasyonê, nijadperestiyê û qirkirinê li dijî gelê kurd pêk aniye û hêjî pêk tîne?

2- Kî ev heştê sal in siyaseta talankirinê, înkariya gelê kurd bi her awayî kiriye?

3- Kî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn di peymana Lozanê de bi hemû fen û fûtan gelê kurd înkar kir û bêmaf hişt?

4- Kî piştî peymana Lozanê gelê kurd û hemû gelên din bi awayekî fermî înkar kir û zimanê wan, çanda wan, kevneşopiya wan, navê wan, navê gund û bajarên wan û hebûna wan qedexe kir?

5- Kî di salên 1925’an de serhildana Şêx Seîd bi hestên nijadperestî pêşwazî kir û bi awayekî hovane gelê kurd qir kir?

6- Kî di serhildana Agirî û Geliyê Zîlan de li dijî gelê kurd di navbera salên 1927-30’yan de şerekî bi qirêj û bi înkarî domand?

7- Kî di sala 1937-38’an de li Dêrsismê komkujî û jenosîd li dijî gelê kurd pêk anî?

8- Kî ji sala 1938’an heta 1984’an li Kurdistanê siyaseta bêdengî, asîmelekirina kurdan, qirkir û kuştina kurdan, girtin û îşkencekirina rewşenbîrên kurd pêk anî?

9- Kî ji sala 1984’an heta 2003’yan pênc hezar gundên kurdan wêran kirin û şewitandin?

10- Kî di vê demê de bi deh-hezaran ciwanên kurd bi şer, kuştinên faîlên wan nediyar pêk anîn?

11- Kî di wê demê de kurd li dijî kurdan kirin dijmin?

Ev tiştên ku li jorê hatin gotin ne cinan û ne jî periyan kir. Ev tiştên li jorê hatin rêzkirin bi dest û bi planên serleşkeriyê û Dewleta Tirk hatine kirin. Ozkok di axaftina xwe de qala esaletê dike. Baş e, ev esalet e? Serleşker Ozkok ev cara yekem e di dîroka Tirkiyeyê de îtîrafeke din dike û dibêje: “Têkiliyên gelên me yên ekrebatî û mirovî hene. (Halklarýmýzýn akrabalýk baðlarý vardýr.” Baş e, kanê ew dewlet? Ev heştê sal in ji xwe re dibêje ez dewleteke ‘Unîter’ im. Yanî ez gelek im, zimanekî min heye, oleke min heye, aleke min heye û her tişt ez im. Tu kesî nas nakin. Her kesî înkar dikin, zimanê wan qedexe dikin, navên wan qedexe dikin û hwd. hwd û hwd...

Niha ez dixwazim pirsek bikim, ev gotinên Ozkok ne nakokî ne? Dewleta Tirk û Serleşkeriya tirk heta niha çi maf daye kurdan û gelên din ku qala gelên me dike? Dewleta Tirk û serleşkeriya Tirkiyeyê heta niha çi maf daye kurdan û gelên din qala biratiyê dikin? Di cîhanê de qet tu birayekî bêmaf tuneye. Mirov nikare bêje tu birayê min î û ez mafên te nadim. Biratî wekhevî ye. Biratî, cînartî û dostanî dikare bi awayekî medenî, bi hurmet û bi rêz çêbibe. Birayekî bipar û birayekî bêpar tuneye.

Ma evqas derew ne bes in?

Ozkok li aliyekî nesîhetan dike û dibêje gelên me, em bira ne, em dost û cîran in û li aliyê din jî copên xwe nîşan dide, tehdîd dike û wiha dibêje: “Yên ku şer derdixin û alan dişewitînin, encama vê yekê jî li ber çavan digirin û xwe li ber digirin. (Çatýşma çýkaran, bayrak yakan sonucuna katlanýr.)”.

Ma biratî ev e? Dewleta devrûtan bi sedhezar leşkerên xwe çûye ser sînorên Iraqê (buşûrê Kurdistanê) û dibêjin, eger Kurdistaneke serbixwe çêbibe, em nahêlin ew serbikevin. Kî vî mafî dide wan, ew evqas cesaretê dibînin ku bi vî awayî tevdigerin? Biratî ev e? Dewleta Tirk û Serleşkeriya tirkan biratiyeke lal, bêziman, kole û xizmetkar ji xwe re dixwaze? Ma biratî ev e?

Bila Serleşkerî, fermandar Ozkok û Dewleta Tirk vî tiştî ji xwe re bikin guhad û bixwin guhên xwe, gelê kurd tu car biratiya bêrûmetî qebûl nake. Em gelekî bi şan û şeref in. Hetanî ji bin destê koletiyê derkevin em bêrûmetiyê qebûl nakin. Eger fermandar Özkok, serleşkeriya tirkan û Dewleta Tirk dixwazin ji van xerabî û şaşiyan xelas bibin û postê xwe xelas bikin, bila derkevin meydanan, lêborîna xwe ji gelê kurd bixwazin, belkî wê çaxê gelê me wan efû bike. Wekî din dawiya siyaseta wan hatiye, dibe ku postê xwe jî êdî nikaribin xelas bikin...

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.