Serrûpel Hejmar 39, avrêl 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Bila dîrok vê carê bo kurdan dubare nebe
William Safire: Pirs û bersiv li gel Barzanî
Zerdeşt Hajo: Axiftin di kongreya PENa Kurd de
Lokman Polat: Mistek demokrasî
Bûbê Eser: "Bijî kurd û Kurdistan"
Şahînê B Soreklî: "Dostên Seddam Husên"
Dilbirîn: Avakirin bi dijminatiya hêzên îslamî nabe
Fuat Akpinar: Bo PENa Kurd
Lokman Polat: Xelatên edebiyatê
Şahînê B Soreklî: Wêneyên reş-spî
Fuat Akpinar: Serleşkerê tirkan derewan nake!
Lokman Polat: Danasîn û analîz
PENa Kurd: Em piştgiriya Parlemena Kurdistanê dikin
Enstîtuya Kurdî ya Brukselê: Em alîgirên Başûrê Kurdistanê ne
Fuat Akpinar: Li dewleta devrût qirrik dixetime
Komîteya Piştgiriya Başûr Kurdistanê: Bangewazek
PDK-Bakur: Rê nedin tirkan
Platforma Kurdên Ewropayê: Em Helebçe ji bîr nakin
Fuat Akpinar: Kî provakator in?
Komara televole
Komara mûzan


Navenda PENa Kurd:

Em piştgîriya Parlemena Kurdistanê dikin

Dr. Zerdeşt Haco: Dr.Z.Hajo@t-online.de

Tevgera rizgarîxwaz a neteweyî û doza Kurd û Kurdistanê di van rojan de ketiye rewşeke gelekî girîng û dijwar. Ev çend meh in mijara şerê li dijî rêjîma Seddam Hisên ê xwînrêj di rojeva cîhanê de mijara yekemîn e. Çiqas ev mijar dikele û gur dibe, ewqas jî aşkere dibe û tê dîtin, ku pêwendiya wê bi çarenûsa neteweya me ve kîp girêdayî ye.

Dewleta Tirkiyayê, ya ku bakurê welatê me dagîr kiriye, pê li hemû mafên dêmokratî, nirxên mirovayetî û zagonên navneteweyî dike. Ew dixwaze keys û delîveyê ji şerê li dijî Seddam wergire û başûrê welatê me jî dagîr bike.

Di vê rewşa bivok de hemû hêzên Kurdan îro di yek eniyê de ne û tirsa li ser neteweya xwe nas kirine, ev jî cihê şanaziyeke mezin e û dîse dide xuya kirin, ku vîna neteweya me ji bo rizgarî û azadiyê di ti dem û heyaman de nikare were şkandin.

Bi vê bizava Tirkiyê doza Kurd û Kurdistanê ji çarçefa sînorên yek dewletê derdikve û dibe dozeke navneteweyî û ji lew re divêt hemû hêzên aştîxwaz û dêmokrat bi berpirsiyariya xwe ya dîrokî rabin, destê bindestan bigirin û piştgîriya tevgera dadimend ya gelê me li dijî sîstêmên nedêmokrat, lêşkerî û xwînrêj bikin, da ew xwe ji vê rewşa dijwar bikare rizgar bike û bi azadî li ser xaka welatê xwe bi hemû gelên cihanê re bi wekhevî bijî.

Em wek navenda PENa Kurd piştgîriya biryarên parlementoya başûrê Kurdistanê dikin û gazî hemû nivîskar, helbestvan, rojnameger, weşanger û tevaya rewşenbîran dikin, ku bi hemû hêzên xwe vê yekîtiya neteweyî biparêzin û bi pêş ve bibin. Her rexneyeke neavaker divêt di vê demê de bête rawestandin û herkes bi berpirsiyarî tevbigere.

Navenda PENa Kurd
01.03.2003

________________________

* Birêz Zerdeşt Haco serokê PENa Kurd e.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.