DEWLETA TIRK DIXWAZE CAREKE DIN HÊVÎYÊN
MILETÊ KURD BIŞKÊNE Û PAŞEROJA ME REŞ BIKE !
GELÊ KURDISTANÊ DIVÊ RÊ NEDE PLANÊN QIRÊJ
YÊ DEWLETA TURANÎ Û ŞOVENÎ!
Roj bi roj têkilayîya Emerikayê ji bo roxandina rejima Iraqê nezîk dibe. Di vê
nabeynê de her diçe planên qirêj yê dewleta tirk jî eşkere dibin û ruyê vê dewleta
turanî-şovenî û dijminahîya wan bo miletê kurd ya bê sînor baştir ronî dibe.
Dewleta tirk, ji bo gelê Kurd li başûrê Kurdistanê negihe mafê xwe hemî imkanên
xwe bi kar tîne; ji aliyekî ve li gel Emerîkayê bazarê dike û dixwaze plana xwe
ya qirêj bi wan bide qebûlkirin, ji aliyekî din ve jî xwe amade dike ko bikeve
başurê Kurdistanê û xaka azad dagîr bike. Eşkere ye ku devleta tirk hemî kar û
barê xwe kirîye tehdît kirina û xerakirina başurê Kurdistanê.
Ev tişta devleta Tirk dike gelek eşkereye ko ne tenê li Kurdistana Bakur lê li
her derekê cihanê dijê hebûna Kurdan û destxistina mafên wan e. Ev yek ji nexşên
siyaseta nijadperest ya dewleta Tirk tê. Ew dewleta ku nekarîbû tehemûlê bike bo
danîna balafireke îranî bi navê "KURDISTAN" bo Istanbulê, îro jî damezirandina
dewleteke Kurd li ser xakî Kurdistanê ji xwe ra wekî dijminahîyeke stratejîk
dinirxîne. Tirkîye bi hemî îmkanên xwe hember derdikeve ko gelê Kurd bi şêweyeke
federalî be jî nekaribe dewleteka kurd li derveyî ”sînorê” Turkîyê damezirîne. Tirkîye bi
vê siyaseta xwe bi hêvîyên miletê me dilîze û dixwaze ayendeyê Kurdistanê reş bike.
Dijminên miletê Kurd dizanin çi dikin! Em Kurd jî miletek in û divê bizanin çawa bersiva
van hêzan bidin û planên wan yên qirêj pûç bikin.
Gerek Kurd li hemî deverên cîhanê dijê barbarîya devleta Tirk dengê xwe bilind
bikin. Bila Tirkiye baş bizanibe ko wê Kurd li hemî deverî himber vê helwesta
wan ya êrîşker û barbarî derkevin û dema pêwist be wê bersiva wan bidin.
Dewleta Tirk ji bo destkeftina Kurdan ya dîrokî li başûrê Kurdistanê ji holê
rakê di nav leyiztikên gelek qirêj de ye. Bila ew baş bizanibin ko milletê Kurd
ji bo berjewendiyên xwe biparêzen amadenê her tişta pêwist dijê zordariyê bikin.
Herweha Kurdên bakur tu awayî birayên xwe yên başûrê Kurdistanê tenê nahêlin.
Dewletên Yekbûyî Amerîka, ko dibêje "em dixwazin dîktatoriya sedamî biroxînîn
û alîkar bin bo avakirina Irakeke demokrat û federal" divê rê nedin dewleta tirk ko
ew bi xwe ne demokrat in û hê jî siyaseteke înkarî û tunekirina gelê kurd dişopîne.
Nato û EU gere li dij planên dewleta Tirk nerazîbuna xzwe bidin dîyarkirin.
Yekîtîya Netewan ( UN ) divê li biryara xwe a 688 xwedî derkevê û bihêztir bike.
Divê UN garantor bê bo parastina mafên neteweyî û demokratî li Kurdistana Başur.
Em wek Partîya Demokrat a Kurdistanê - Bakur, dixwazin bidin kifşkirin ko di vî
konaxa zîz de berjewendiyên tevgera azadixwaz a Kurd ketine başûrê Kurdistanê.
Piştî têkçûna rejima Sadam, di Iraqêk demokratîk û federel de ko Kurd bibin xwedî
statuyek fermî navnetewî ji bo hemî Kurdên cihanê destkeftiya herî giring e û
dibe demanek bo serketina Kurdan li beşên din yên Kurdistanê jî.
Em dibêjin parastina xaka azad a Kurdistanê erkek netewî ye. Herweha alîgirînîya
Hukumet û Parlementoya Kurdistanê jî bo Kurdan bûye pîvanek welatparêziyê.
PDK-Bakur her demî amadeye ko bi hemî imkanên xwe dijî barbariya devleta Tirk
derkeve. Di vî warî de gerek em Kurd bi hemî awayî hêz û imkanên xwe bikin yek
û bi yek dengî dijî van leyiztikên qirêj derkevin.
Eger dewleta tirk bikeve başurê Kurdistanê dê pê ra alozî, bêîstiqrarî, fêlbazî,
nakokî û gelekî serêşiyên din bikevin xaka azad. Ji ber ko armanca dewleta tirk
xerakirina Dewleta Kurdistanê ya Federe, yanî xerakirina bihuşt û hêlîna miletê
Kurd e. Ew dixwazin şerê ko li bakurê Kurdistanê kirin "Low-intensity
conflict/war", li hemberê dewleta me jî bi kar bînin. Lê dewleta tirk xwe
dixapîne, divê bê zanîn ko miletê me rê nade dîrok dubare bibe.
01.03.03
Partîya Demokrat a Kurdistan – Bakur: bakur@pdk-bakur.com