16 Adar 2003 bû 15. saliya karesatê qetliama Helebçe. 16 Adar 1988 ê ewrên reş li ser Helepçe de derbas bûn û hovîtïyek nedîtî dijberî mirovatîyê hate kirin. Rejîma xwînxwara Iraqê êrişek bi çekên kîmyavî li ser bajarê Helepçe li Başurê Kurdistanê kir û wek gelek caran, disan xwîxwarî, nijadperestî, û hovîtîya xwe aşkera kir. Rûyê xwe yê pis pêşberî hemû cîhanê kir.
Di encama vê êrişa nemirovane de, ji zêdetir 5000 mirovên sivîl, jin, mêr, zarok, hatin kuştin, 12.000 hezar hatin birîndarkirin û her wesa ev birîndarene heta dawîya emrê xwe, dê bibine giriftarê nexweşî û nerehetîyên tendurustî. Hawir û dûr hate jehridan, dar û teraş, gîya, heywan û bi kurtî hemû organizmên bi ruh ji vê êrişa hov nesibe girtin. Heta îro jî gelê Helepçe derd û azara vê êrişê dikeşe. Zarok bi seqetî têne dunyayê, gelek texlîtên nexweşîya penceşêrê wek bûye qedera van mirovan û hawir û dûr mîna xwe nemaye.
Dîyar e li gel karesatê Helebçe, ne cara yekemîn bû ku rejîma xwînxwara Irqê çekên kîmyevî li gund û mezrayên Kurdistanê dijî gelê kurd yê sivîl bi kar dianî. Her wesa di sala 1987 ê ji rejîma Saddam, li ber çavê hemî cîhanê gundên kurdan didane ber bombên kimyevî. Lê wek tê zanîn cîhan, ker, kor û bêdeng ma. Hevalbendên Saddam û şirîkên qetliama Helepçe îdame bi firoştina çekên bîyolojîk û kimyevî kirin.
Îro gelê kurd li Başurê Kurdistanê û teybeten gelê Helebçe bi şêweke azad û serbilind li welatê xwe dijîn. Gelê kurd sazî û rêxistên xwe bi şêweyeke demokratîk damezrandîne û roj bi roj van sazî û rêxistinan peşve dibin û têkuz dike. Lê ev pêşveçûnene wek kelemekê ketîye çavê dijminên kurdan. Dijminên gele kurd dixwazin bi hemû şîyan û mecalên xwe ve, van destkevtîyan ji nav bibin û gelê kurd disan bêxine bin nîrê bindestîyê, bin qeyd û zincîrê. Bi gelek alîyan ve gelê kurd dibin êrişeke dijwar de ye.
Bê şik her niha jî tehdîda herî mezin, dîsan Saddam û rejîma wî ya xwînxware. Di encama şerekê de ne, dûrî eqile ku rejîma Saddam dîsan çekên kimyevî û bîyolojîk dê dijî gelê kurd bi karbîne.
Tehdîda duwem rejîma nijadperesta Tirkîyê ye. Tirkiye nikare tehemula pêşveçûna rêberîyeke serbixwe û demokratik bike. Bi gelek hecetên xîç û xav ve dixwaze Başurê Kurdistanê dagîr bike û van destkevtîyên netewî û demokratîk ji nav bibe
Îro erkê her kurdekî welatparêze ku dengê xwe bilind bike. Leyîzên dijmin û dar û destên wan li ser Kurdistanê puç bike. Çi xebat û bizav ji bo berjewendîyên kurdistanê biçûk neyê dîtin. Gelê kurd pêwîstî hemû cure alîkarî heye.
Bi rêya xwenîşandan, panel, konferans û civînan ve divê, em nerazîbûna xwe li ser êriş û tehdîdên dijminan bînine ziman û daxwaza piştgirîyê ji gel, sazî, rêxistin, û hukumetên welatên Ewrupa ku li wan welatên kurd lê dijîn bikîn.
Daxwazîya piştevanîya wan ji bo:
Parastin û piştivanîya wan dijî êriş û tehdîdên rejîma Iraq û Tirkiyê
Ji bo parastin û ragirtina pêvajoya netewî û demokratîk li Başûrê Kurdistan
Ji bo mafê çarenûsî rêvebirî li Başurê Kurdistan
Ji bo alîkarîya hewcarên teknîkî ku kurd bikarin xwe dijî çekên kimyevî û biyolojîk biparêzên
Dadgehkirina Saddam û dest bixînên hevalbendên wî di dadgeheke navnetewî de
Ji bo ji nav birina çekên kimyevî û biyolojîk roja 16 Adarê bibe rojeke navneteweyî
Platforma Kurdên Ewrupayê - PLATFORM
PNK Bakur - IKE (Însîyatîfên Kurdên Ewropayê-Însiyatîf) - DEMKURD