(ALMANYA 22.03.2003)
Roj tuneye ku Dewleta tirka devrût dibêje; eger li bakurê Iraqê (başûrê Kurdistanê) Kurdistanek serbixwe çêbe, emê êriş bikin û em tu car nahêlin Kurdistanek serbixwe çêbe.
Îro sê roj e şer dest pê kiriye. Dewletên mutefîk li Iraqê didin, her roj di her alî da bombebaran li ser Iraqê dibarin. Agahiyên ku ez heta niha dizanim, dewletên mutefîk hê negihîştine encamekê. Lê ez bawerim êdî dawiya Sedam ker hatiye, dibe ku şer çend rojan an jî çend heftan berdewam ke û di paşiyê da li Iraqê û Kurdistanê sazûmanekî nû çêbibe.
Dewleta devrût îjar jî bi siyaseta xwe ya fen û fût bawer dike ku dê ser bikevin. Ez bawerim eger vî carî Amerîka dîsa dest bi siyaseta durûtiyê neke dê merhemê wan di qirika wan de bimîne.
Her roj an jî her gav di dîrokê da şuxulê mirovan rast nameşe. Lê pir mixabin di siyasetê da her dewlet berî her tiştî berjewendiyên xwe diparêze. Heq û hiqûq ji bo wan mal û pere ye. Ev gotin him ji dewleta Amarîka ra, him jî dewletên Ewropayê ra û him jî ji yên din re derbas dibe.
Îro (22.03.2003) ji sibê hetanî êvarê hemû nûçeyan digotin, Tirkiye ketiye bakurê Iraqê (başûrê Kurdistanê). Ango agahiyên malpera Kerkûk Kurdistan ev gotin nerastin.
Li ser vî bûyerê îro serokwezîrê Almanya Gerhart Schröder. wezîrê derva Joschker Fischer, wezîrê parastinê û hin wezîrên din hatin ba hev li ser mesela dagirkirina Tirkiyê goftûgo kirin. Fischer dawiya civînê da agahdarîkî da û got; em ji Tirkiyê ra dibêjin bila tiştekî awha nekin û nekevin bakurê Iraqê (başûrê Kurdistanê). Dema tirk vî tiştî bike emê alîkariya xwe di çerçova NATO’yê da û leşkerên xwe yê li ser balafirên AWACS paş da bikişînin. Vê sibê wezîrê Almanya Vollmer di televîzyona Almanya ARD da got; dema tirk vî şaşiyê bikin û bikevin bakurê Iraqê (buşûrê Kurdistanê) mesela hiqûqa navnetewî dê li dijî Tirkiyê bi kar bîne anîn.
Ev niqta pir muhîm e ji ber ku her kes dizane ku Amerîka di mesela Iraqê da ne ango biryarên û hiqûqa Neteweyên Yekbûyî (UNO) tevgeriya. Dibe ku tirk ji viya cesaret bigire û têkeve başûrê Kurdistanê, lê gava ew tiştekî awha bikin, bawer dikim wê tiştek bê serê wan ku hetanî niha di dîroka xwe da nedîtine.
Wekî din îro di hemû televîzyon, radyo û rojnameyên Alman da him li ser şerê Iraqê û him li ser rewşa kurdan pir bi firehî hat kirin, televîzyona ZDF pir caran rewşa başûrê Kurdistanê a aborî, leşkerî û siyasî rayê da û hevpeyvînek bi Hoşyar Zebarî ra weşandin ku Hoşyar Zebarî dibêje; ev heqê me ye ku em kurd statûyek dixwazin. Dibê gere di welatê me da statûyek mutleq çêbibe.
Gelê kurd her dem aşitî xwestiye û her gav gotiye; bila pirsa me di çarçova aşitî da çareser bibe. Lê belê bila dewleat tirk tiştekî pir baş bizanibe, tîrena wan êdî di pirsa kurd û kurdistanê zû da çûye. Ew lahza vî carî jî êrişî başûrê Kurdistanê bikin, astengiyan ji gelê kurd ra derxin, bila baş bizanibin her kurdekî li her derê, dê bibe wek bombe di nav serê wan de biteqe.