Serrūpel Hejmar 39, avrźl 2003

Naverok
Diyarī
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nūēe
Gelźrī
Ziman
Name
Mizgīnī
Pozname

Nirxandin

Fuat Akpinar: Bila dīrok vź carź bo kurdan dubare nebe
William Safire: Pirs ū bersiv li gel Barzanī
Zerdeşt Hajo: Axiftin di kongreya PENa Kurd de
Lokman Polat: Mistek demokrasī
Būbź Eser: "Bijī kurd ū Kurdistan"
Şahīnź B Soreklī: "Dostźn Seddam Husźn"
Dilbirīn: Avakirin bi dijminatiya hźzźn īslamī nabe
Fuat Akpinar: Bo PENa Kurd
Lokman Polat: Xelatźn edebiyatź
Şahīnź B Soreklī: Wźneyźn reş-spī
Fuat Akpinar: Serleşkerź tirkan derewan nake!
Lokman Polat: Danasīn ū analīz
PENa Kurd: Em piştgiriya Parlemena Kurdistanź dikin
Enstītuya Kurdī ya Brukselź: Em alīgirźn Başūrź Kurdistanź ne
Fuat Akpinar: Li dewleta devrūt qirrik dixetime
Komīteya Piştgiriya Başūr Kurdistanź: Bangewazek
PDK-Bakur: Rź nedin tirkan
Platforma Kurdźn Ewropayź: Em Helebēe ji bīr nakin
Fuat Akpinar: Kī provakator in?
Komara televole
Komara mūzan


DANASĪN Ū ANALĪZ

Lokman Polat: lokmanpolat@hotmail.com

Dema mirov pirtūkek dixwīne, heger pirtūk xweşa mirov biēe, mirov dixwaze gelek kesźn din jī wź pirtūkź bixwīnin. Kesźn ku li ser pirtūkan nivīsźn danasīnź dinivīsin, dixwazin pirtūkan bi xwendevanan bidin nasīn ū wan teşwīqź xwendina wan pirtūkan bikin.

Wek gelek nivīskarźn ku pirtūkan dinirxīnin ū wan bi xwendevanan didin nasīnź, ez jī dema pirtūkek dixwīnim ū diecibīnim, dixwazim hest ū nźrīnźn xwe yźn derbarź pirtūkź bi xwendevanan re parve bikim.

Her ēiqas ez bi piranī li ser pirtūkźn kurdī dinivīsim jī, carna li ser pirtūkźn ku bi zimanźn din derketine, dinivīsim ū wan bi xwendevanan didim nasīnź. Min pirtūkźn Coelho, Amīn Maulof, Yaşar Kemal, Ahmed Altan ū herweha hinek nivīskarźn din, xwend ū li ser berhemźn wan nivīsī.

Min li ser gelek pirtūkźn kurdī nivīsźn “danasīna pirtūkan” nivīsiye. Nivīsźn danasīnź ū analīz newekhev in. Danasīn tiştek e, analīz tişteke din e. Di nivīsźn danasīna pirtūkan de, nabe ku mirov pirtūkź bi berfirehī binirxīne, anku analīz bike. Danasīn īnformatīf e, yanī di derbarź pirtūkź de agahdarī dayīn e. Nivīsźn danasīnź bi piranī kurtenivīs in. Nivīsźn nirxandinź –analīz- dirźj in, berfireh in, piralī ne.

Di danasīna pirtūkan de, mirov di derbarź pirtūkź de hinek agahdarī dide, bi kurtahī behsa naverokź dike ū bala xwendevanan dikşīne ser pirtūkź ku ew wź pirtūkź bikirin ū bixwīnin. Di danasīna pirtūkź de, navź pirtūkź ēiye, pirtūk ji alī kījan weşanxane ve hatiye weşandin, liku derketiye, ēend rūpel e, nivīskarź pirtūkź kīye, pirtūk ēiye; roman e, kurteēīrok e, helbest e, şano ye, pirtūka lźkolīnź ye? Ū hwd. Tema pirtūkź li ser ēiye ū mirov bi kurtahī behsa teknīk, ziman ū naveroka pirtūkź dike.

Di nivīsźn danasīna pirtūkan de, nabe ku mirov bi berfirehī şaşī ū kźmaniyźn pirtūkź bibźje ū rexne bigre. Lź, di nivīsźn nirxandinź –analīzź- de mirov dikare rexne li pirtūkź bigre, şaşī ū kźmaniyźn pirtūkź ū hźla wź ya qels ū ya serketī bīne zimźn.

Li ser nivīsźn min źn danasīna pirtūkan, ji alī xwendevanan ve reaksiyoneke du alī pźk hat. Ev reaksiyona wan bu sedem ku min vź nivīsź nivisī.

Hinek xwendevan ji bo ku nivīsźn danasīn ū analīzź tevlīhev dikin, dibźjin ”Ēima di nivīsź de rexne tune.” Yan jī ”Te ēima di nivīsa xwe de bi kūrahī ū berfirehī pirtūkź nenirxandiye?” Ev alīkī reaksiyana wan e. Ji alī din ve, hinek dibźjin ”Ēima tu li ser her pirtūkź dinivīsī?” Yan jī ”Ēima te li ser pirtūka filankesī nivīsiye? Ēima te rexne lź negirtiye? Ēima te pesnź filan nivīskar ū berhema wī daye? Ū hwd.

Bi min, di nivīsźn danasīna pirtūkan de nabe ku mirov rexnan li du hev rźz bike. Loma jī ez di nivīsźn danasīna pirtūkan de rexne nanivīsim. Ez ne li ser hemū pirtūkan, lź min li ser gelek pirtūkan nivīsźn danasīnź nivīsiye. Ji ber ku kesźn din –tek, tūk netźde- li ser pirtūkan nanivīsin ū ez tim dinivīsim, nivīsźn min dikevin ber ēavan, bal dikşīnin. Heger kesźn din li ser pirtūkan binivīsin, ji xwe ez ź ewqas nenivīsim. Lź, helbet car heye, kesek li ser pirtūkek dinivīse ū ew nivīs ji bo min tźr nayź, yan jī hinek pirtūk hene ku, ez dixwīnim, diecibīnim ū dixwazim xwendevanźn din jī vź pirtūkź bixwīnin, loma ez li ser pirtūkź nivīseke danasīnź dinivīsim ku bala xwendevanan bidim ser pirtūkź.

Hinek kesźn ku li hember nivīskarekī hesūd in, loma dibźjin ”Ēima tu li ser pirtūka filankesī dinivīsī?” Ez mirovekī bi heş ū mejiyź xwe, bi hest ū ruhź xwe, bi hal ū hareketź xwe, bi helwesta xwe azad im. Keyfa min ēi bixwaze, ez ź wź binivīsim. Ez bi emir, ferman ū talīmatan nivīs nanivīsim. Ji xwe heqź tu kesī tune ku ji yekź re bibźje li ser vī tiştī binivīse ū li ser vź tiştź nenivīse.

Ez īdīa nakim ku hemū nivīsźn min bi tevahī baş in, bi rźk ū pźk in. Yźn ku nivīsźn min naecibīnin, bila ew bi xwe hīn baştir binivīsin. Yźn ku di nivīsźn min de rexne nabīnin, bila ew bi xwe nivīsźn rexneyī binivīsin ku ez jī bixwīnim ū jź sūdź werbigirim.

Berdest
Hejmara nū
Hemū hejmar
Hemū pirtūk
Hemū nivīskar
Nūdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarī | Gelźrī | Helbest | Mizgīnī | Name | Nirxandin | Nūēeyźn ēandeyī | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herī baş bi INTERNET EXPLORERź tź dītin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Tźkilī: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemū maf parastī ne. All rights reserved.