Diway hewl û têkoşanêkî serûmir, pêwendî girtin legel damudazgay
dewletî û rêkxiraw û kenalekanî rageyandin, sercem Kurdustanyanî
şarekan. Ewebû lêjney katî ke le jêr nawî Bergirî le
Dagîrkirdinî Kurdistan- kam beşî Kurdistan?! Nasand û şerefî ew kare
gewreyay pêbra: berî renciyan çinîyewe, le kat û şwênî diyarî
kiraw:
Cemawerêkî zor le Kurdistanyanî şare dûr û nizîkekanî Finland
be şûr û şewqî bêwênewe amade bûn. Amadebuwan le kur, kiç,
zarok, jin, piyaw, genc û pîr pêkhatbûn, be 700 ta 800 kes mezende
dekira.
Be pley yekem Kurdanî başûr înca rojhelat, başûrî biçûk, tak
tak bakûr debîbran. Jimareyekî diyarîkirawiş cil û bergî
Kurdîyan leberdabî. Dyare çend kesayetî benê û dengî edebî û hunerî,
xawen belgename, eme wêray jimareyekî diyarîkiraw le xelkanî
Fînlandî ke dostî Kurdin berçaw dekeutin.
Re rênmay û çawdêrî polis karwan be dirêjî ziyatir le 350 metir
be nêw aporey şarda berêkewt. Be zimanî Fînlandî, Înglîzî û
Kurdî em dirûşmane dewitranewe:
"Na bo Sedam, Na bo hatine nawewey leşkirî Tirkîya" "Aştî û
aramî, Azadî bo kurdistan".
Heman dirûşm û zorîtir leser matryalî tir be 3 ziman nûsra bûn,
lelayen xopîşandaranewe berzkirabûnewe, alay Kurdistaniş le sed
lawe deşekayewe û hênde zor bû lejimare nedehat.
Karwan ta geyşte berdem wezaretî derewe, ke 45 xulekî xayand,
endamanî lêjney serperştî bem dest û ew dest narezayetînameyan deda be
xelkî Fînlandî.
Çend endamêkî lêjney nawbraw be niwênerayetî çûn bo
çawpêkewtn û gift û gokirdn. Zoryan pêçû, awheway çend ple le jiêr
sifrewe xelkekey kemêk bêzar kird. Boye bexatrî amadebûan wîstra
şwêneke becê bihêlrêt, leweda bûn berew baluêzxaney Turkiya berêbkewn,
lewkateda be yawerî sikirtêrî yekemî wezîy derewe geranewe.
Jine sikirtêr le witeyekî kurt peymanîda ke kêşeke nek degeyenête
berpirse gewrekanî wilat, belkû sibeynê le kobûnewey yekêtî
Eurupaiş basî deken, ênca berew xopîşanderan çû tewqe û
destguşînî legel jimareyekî zor le jinan kird.
Lew maweyey niwêneran xerîkî gift û go bûn, xopîşanderan sirudî
nîştîmanî (Eyreqîb)yan deûtewe, çend kiç û kurî tazelaw be
witnewey dirûşm be zimanî Fînlandî û Kurdî, xelkekeyan hênabuwe
coş û xiroş.
Hawkat zûmî kamêrakanî telefîzonekan leser xelkeke bû, dîdar û
çawpêkewutinyan legel çend kes encam deda. Êwarey heman roj le
dengubasekanî kenalî 1 û 2 û 3 da pexişkiran.
Be dirûşim witnewe berew balwêzxaney Tirkiya berê kewtin, le dûrî
20 ta 30 metrêkewe ke polîs diyarî kirdi bû, xelkeke bo mawey
ziyatir le 15 xulek rawestan, dirûşmyan be zimanî Tirkiy dûbare kirdewe.
Ger kontrolî polîs û çawdêran nebwaye xelkeke hênde daxledil bûn
pelamarî balwêzxanekeyan deda. Bo ewey kiwêr bin sinûrî
diyarîkirawyan birî, çend alayan leberdem balwêzxanekeda çeqand, çend
kesiş çûne pêşewe, destyan be şekanewey alay Kurdistan kird, yekêk
lewane berpirsî komîtey PUK bû. Her lew nêweda lenêwan endamêkî
lîjneke ke ser be KDP bû, legel hawlatîyek leser hemaset û
sinûrbezandin buwe demeqale, xoşbextane zû xefe kira, zûmî kamêray TV:iş
leseryan bû.
Endamanî balwêzxane le pencerekanewe deyanriwanîye xelkeke, belam
nehatine derewe. îtir nezanra hoy welamnedanewe çî bû?! Biraderanî
lêjneyş hîçyan rûn nekirdewe, ke aye be fermî balwêzxaneyan agadar kirdotewe: Ême dêyn bo latan ta narezayetî
xomantan pêblêyn. Xo ême Kurdî bakûr nîn, ta hisabî opozîsyonman bo
biken û amade nebin legelman dabnîşn.
Diwahemîn gonax balwêzxaney USA bû. Cemawer be zimanî Inglîzî
durîşmekanyan çendbare kirdewe, 2 karmend û wênegrêkî fotograf
berew pîrî xelkeke hatin, namey narezayetûyan lêwergrtin, bew şêweye
û lew şwêneda kotay be rêpêwaneke hat.
Harçende be şêwey fermî rojnamenûsêkî rojnamey (HELSINGIN SANOMAT) amade bû, wek hewal û rêport hêçî leser nenûsî û bilaw
nekirdewe! belam govarî (7 ROJ) raportehewalêkî be nawnîşanî "WAZ
LE WLATEKEMAN BHÊNIN, BA ARAM BÊT" bilawkirdewe.
Le wezaretî derewey Fînlandî, niwêneran terhî eweyan kirdbû, ke
le pirosey gorankarî çawerwankirawda, nabêt Tirkiya bête naw
başûrî Kurdistanewe?
Witibwyan; başe girîman Tirkiya nayet û Emerîka le başûrewe
pelamarî Sedam Husên deda. Pêşbînî ewe dekirê hêzekanî Êraq berew
lay êwe radeken dên, lewkateda êwe çî deken, bergrî lexotan
pêdekirê?
Ler lew danîştneda mijdey eweyan pêdabûn ke wezaretekeyan leser
kêşe û ayindey Kurd, lenawerastî em mangeda sîmînarêk rêkdexat.
Tenha nûserêkî Erebî Êraqî pêşkewtûxwaz û komonîst ke zaway
Kurde, amade bû, zor begermî legel endamanî lêjnekeda heldesûra.
Yekdû nûserî benêwdengî Kurdî başûr danîştûy Fînland,
peywendîşyan pêwe kirabû, keçî diyar nebûn!
Heman êware kenalî asmanî KURDSAT û KURDISTANTV raportehawalyan
leser protîstoke bilawkirdewe. braderanî komîtey PUK îtrazyan leser ew
peregrafe hebû; goya ewan kirdnî çalakîyeke be destpêşxerî xoyan
leqelem dawe, kewa nebuwe, belkû ême KDP:man rakêşawete pay kareke.
Kareke be giştî reng û rûy siyasetî teskî partayetî pêwe diyar
nebû, belam sêberî PUK û KDP û KDP-rojhelat û partî komnîstî
Êraq zor be zelalî debînra.
Layengranî partî komonîstî kirêkarî Êraq, herçende xoyan
wa nîşan deden ke dijî her core desttêwerdan û leşkirkêşîyekin
bikirête ser em wilat û ew wlat, dirûşmî ciyabûnewey Kurdistanyan
berzkirdotewe, deng û rengiyan nebû!
----------
Nûser xelkî Kurdistanî başûr, bajêrî Sileymanî ye.