Serrûpel Hejmar 40, gulan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Ahmet Önal: Vê reşetariyê biqelêşin
Bedirxan Epözdemir: Hevpeyivîn li gel Feqî Huseyn
Feqî Huseyn: Jiyana min bi kurdî
Lokman Polat: Kurteçîrokên kurdî û Çiya Mazî
Îmer Kalo: Rojnamegeriya kurdî
Fuat Akpinar: Roja Rojnameya Kurdistan
Ebdurrehman Reşîd: Ne tenê Sedam ket
Fuat Akpinar: "Kurdino, merdino, pirr xweş e serxwebûn"
Bûbê Eser: Mizgînî li we
Zerdeşt Haco: Azadî li gelê me pîroz be
Kemal Burkay: Ev guhartina mezin pîroz be
Derwêş M. Ferho: Kurd di rewşek giring û dijwar de ne
Abbas Şiwan: Dîktoriyetî ayînî rê dekat!?
Fuat Akpinar: Bila her kes hesabên xwe baş bike
Fuat Akpinar: Bo qaşo çepên tirkan
Fuat Akpinar: Dilê Kurdistanê êdî katalîzatora kurdan e
Abbas Şiwan: Azadî Kerkûk le dîdî KDPyewe
Fuat Akpinar: Kurd ji tirkan parsê naxwazin
Fuat Akpinar: Bila tirk bi edeb bin -III-
Fuat Akpinar: Hesabê malê li sûkê nehat


(Serokkomarê Fransa Jacques Chirac Kopengagen, 13.12.2002:)

BILA TIRK BI EDEB Û MEDENÎ BIN -III-

FUAT AKPINAR: akpinar@t-online.de
ALMANYA 07.04.2003

Özdemir Înce nivîskarekî tirkan e û qaşo (xwedîgiravî) nivîskarê edebiyatê ye û gelek nivîsên wî li ser edebiyata tirkan jî hene. Ez îjar dixwezim li ser hinek gotinên wî bisekinim. K esê ku li ser edebiyatê binivîse divê berî her tiştî bi xwe bi edeb be û bêedebiyan neke. Lê pir mixabin piraniya nivîskar, rewşenbîr û rojnamegerên tirkan dema qala kurd û Kurdistanê û ala kurdan dikin, terbiye û edeb nayê bîra wan. Dibin wek hirçê har û êrişî me, dîroka me û ala me dikin. Di vir da tu sînoran nas nakin, bi şowenîstiyekî bêperwa û bi nijadperestî êrişî me û ala me dikin. Özdemir Ýnce jî ji wan nivîskaran yek e. Ew di destpêka nivîsa xwe ya Hürriyet a 07.02.2001’î de li ser ziyaretekê parlementerê Almanya li Tirkiyê wiha dibêje: “Bêhevkêşeya Angelika Beerê (Angelika Beer’in densizliði)” û wiha berdewam dike: “Ev çi ye em ji destên wan parlementerên jin ên Almanyayê dikişînin? (NEDÝR bu bizim çektiðimiz Alman parlamenter hatunlardan?)” ji vir şûnde di nivîsa xwe de gevezetiyê li ser geranên xwe di nav civînên edebiyatê li Cezayîr û Qahîreyê dide û wiha berdewam dike: “Niha jî em werin ser Angelika Beerê xanima ku parlementera Koma Keskan e û skandala ku bizanebûn an jî bêyî ku bizane derxist holê: Jina parlementer a Almanya ku bi nêzîkahî û hevaltiya Claudia Roth tê nasîn, bi parlementerên din ên endamê Komisyona Parastinê ya Parlementoya Almanyayê re di Parlementoya Tirkiyeyê de beşdarî civîneke fermî dibe. Li ser porê wê toqayeke ku bi sê rengên PKK’ê hebbû. Di civînê de Serokê Parastina Neteweyî parlementerê DSP Hasan Gülay, ku toqeya li ser porê jina di nava komisyonê de dibîne ku bi sê rengan e ku sembola rêxistina terorîst PKK’ê ye, ji xanimê rica dike ku toqeya xwe derxe. Jina alman li ser toqeya navborî dibêje ku ew diyariya hevlekî wî yê bakurê Iraqê ye ku heft sal berê jiyana xwe ji dest daye û dibêje ku ez hin mafê xwe yê demokratîk bi kar aniye û ev diyarî li pora xwe daye. Li ser vê yekê nîqaş derdikevin û Serokê Komisyona Parastina Neteweyî ya Tirk parlementerê DSP’ê Hasan Gulay dibêje; ‘Hesasiyeta gelê tirk ji mafê demokratîk ên xanima Beer girîngtir in. Lewre ez civînê xelas dikim.’ Em bibêjin ku xamina Angelika Beer nizane ku ew toqeya li ser porê wê PKK’ê temsîl dikin, û aqilê xwe nade xebatê ku bizane aliyê tirk dê reaksiyonê nîşan bide, ev yek mumkin e, lê piştî ku rewş jê re hate gotin, gelo ew înad û rik ji bo çi bû? Ma bîranînên taybet û hestên parlementereke jin a alman ji hestên neteweyî yên gelê tirk girîngtir in? Wekî din di civînek fermî de ku li welatekî din pêk tîne çi elaqeyeke mantiqî ya mafên demokratîk û toqeyê bi hev re heye? Ev tevgerên keçên biçûk û nûgihîştî ye ku ji dibistana seretayî nû çûne ya navîn û bi vî awayî hestiyar tevdigerin! Lê divê ew qas bi hês be ku bikare peywira fermî ya xanima Angelika Beerê bide jibîrkirin. Ji bo hevala wê ku jiyana xwe ji dest daye em xemgîn dibin, lê cinsiyeta hevala wê û li bakurê Iraqê mirin an kuştina wê esil û nijada wê bi rastî me elaqedar nake. Tiştê ku me elaqedar dike, piştî ku rewşê hîn bû çima ew helwesta xwe ya ku civaka me birîndar kir, doman? Heke parlementerekî tirk an jî rojnameger li ser berestûya xwe bi rozeteke ku xaça Gamalî li ser be ji bo civînek fermî here parlementoya Almanya gelo dê çi biqewime? Mînakek din, heke ez bi krawateke ku rengên komkujiya ermeniyan temsîl dike (em bêjin rengên wisa hebin) biçûma û palementerekî alman ziyaret bikira, dê çi biqewimiya? Heke min niyeteke xerab tunebe, ezê li ser hişyarkirina wan kiravata xwe derxim. Heke min bi zanebûn jî kiravat girêdabe ezê dîsa bifikirim ku ez gihîştim armanca xwe û ezê kiravata xwe derxim. Heke min nederxistinê de israr bikira dê wateya vê yekê ev bû: Ez dixwazim têkilî xerab bibin. Bi taybetî gava ku xanima Beer di derxistina toqeyê de israrê dike ji hêla wezîrê Parastina Neteweyî Sabahattin Çekmakoðlu ve nayê qebûlkirin û Komisyona Parastinê ku dê xwarineke şîvê bi rûmeta mêvanan li restorana Palasê ya Enqereyê bidaba, tê betalkirin. Di vir de tu kes bila behsa niyeta paqij û sadebûnê neke. Helwesta xanima Beer rasterast niyeteke nebaş hebû û niyeta wê navlêdaneke xerab û bêedebî bû. Gava ez gelek bûyeran bi hev re difikirim, helwesta hin jinên siyasetmedar ên Almanya û çavnebariya wan bi rastî min şaş û ecêbgirtî nake. Ez nikarim xwe bigirim heke ez nefikirm ku :“Gelo Almanya wan bi taybetî wezîfedar dike û dişîne?” Her çiqas li kirinên wan ên ku li Tirkiyeyê dikin difikirim aqilê min radiweste. (Gelelim şimdi adý Angelika Beer olan Yeşiller Grubu milletvekili hatunun bilerek ya da bilmiyerek neden olduðu skandala: Türkiye’de yarattýðý bilinçli-bilinçsiz skandallarla ünlü Claudia Roth’un yakýn arkadaşý olduðu belirtilen bayan milletvekili, üyesi bulunduðu Almanya Parlamentosu Savunma Komisyonu’nun öteki üyeleriyle birlikte TBMM’de resmi bir toplantýya katýlýyor. Başýnda, PKK’nýn üç rengi taşýyan bir saç baðý. Toplantýda, TBMM Milli Savunma başkaný DSP’li Hasan Gülay, heyette yer alan bayan parlamenterin terör örgütü PKK’nýn renklerini simgeleyen saç baðý taktýðýný farkedince, bunu çýkartmasýný rica ediyor. Alman bayan milletvekili, söz konusu saç baðýnýn, yedi yýl önce Kuzey Irak’ta ölen bir yakýn arkadaşýnýn armaðaný olduðunu, kendisinin bu hediyeyi demokratik hakkýný kullanarak taktýðýný ileri sürüyor. Tartýşma çýkýyor ve Türk Milli Savunma Komisyonu Başkaný DSP’li Hasan Gülay “Türk milletinin hassasiyeti, bayan Beer’in demokratik hakkýndan daha önemlidir. Bu yüzden toplantýyý kesiyorum” diyor. Diyelim ki Angelika Beer, başýnda taşýdýðý saç baðýnýn renklerinin PKK’yý simgelediðini bilmiyor ve Türk tarafýnýn gösterebileceði büyük tepkiyi zekasýný kullanarak kestiremiyor. Olabilir. Ama durum açýklandýktan sonra bu inat neden? Bir Alman bayan parlamenterin çok özel anýlarý ve duygusal baðlarý Türk ulusunun hassasiyetinden daha mý önemli ? Ayrýca, bir heyet üyesi olarak resmi ziyarette bulunduðu bir ülkede, başýna taktýðý saç baðý ile demokratik hak kullanma’nýn nasýl bir mantýksal ilişkisi olabilir? Ergenlik evresine yeni girmiş ortaokullu kizlara özgü çocukça duygusallýklar bunlar! Ama Angelika Berr’e resmi görevini unutturacak kadar güçlü olmalý. Bir yakýn arkadaşýný yitirmesine üzülürüz, ama, arkadaşýnýn cinsiyeti, Kuzey Irak’ta ölmesi ya da öldürülmesi, soyu-sopu bizleri gerçekten ilgilendirmez. Bizi ilgilendiren nokta, durumu öðrendikten sonra, bir ulusu yaralayan davranýşý neden sürdürdüðü? Bir Türk milletvekili ya da gazetecisi, yakasýnda bir Gamalý Haç rozetiyle Alman parlamentosunda resmi bir toplantýya katýlsa ne olur? Bir başka örnek: Ben, Yahudi Soykýrýmý’ný simgeleyen renkler (varsayalým ki böyle renkler var) taşýyan bir kravatla bir Alman bakaný ziyarete gitsem ne olurdu? Kötü bir niyeti yoksa, uyarý üzerine kravatýmý çýkarýrdým. Kravatý bile taktýysam, amacýma eriştiðimi düşünüp gene kravatý çýkartýrdým. Çýkarmamakta direnirsem bunun anlamý şu olurdu: Ýlişkilerin bozulmasýný istiyorum. Nitekim, bayan Beer, saç baðýný çýkarmamakta direnince, Milli Savunma Bakaný Sabahattin Çakmakoðlu tarafýndan kabul edilmiyor ve Savunma Komusyonu’nun konuk heyet onuruna Akara Palas’ta vereceði akşam yemeði iptal ediliyor. Kimse bana iyi niyetten, saflýktan, demokratik haklardan bahsetmesin. Bayan Beer’in davranýşý düpedüz kýşkýrtma. Kýşkýrtma olduðu için de terbiyesizlik. Birçok olayý hep birlikte düşününce, bazý Alman kadýn politikacýlarýn kişilik ve davranýşlarýnda barýndýrdýklarý görgusuzluk ve hazýmsýzlýk artýk şaşýrtmýyor beni. “Almanya bunlarý özel olarak, görevlendirerek mi gönderiyor acaba?” diye düşünmekten kendimi alamýyorum. Bunlarýn Türkiye’de yaptýklarýný düşündükçe akýl tutulmasýna uðruyorum.”

Dema min ev nivîsa Özdemir Ýnce di Hürriyetê de xwend, bi rastî ez bêjim, ez ketim şokê, ne derew e. Min di heman rojê de di înternet da, telefona Özdemir Ýnce derxist û jê ra telefon kir û wiha got: “Gelo hûn şerm nakin, gava van tiştan li ser kurdan dinivîsînin, rengên kurdan û ala kurdan bi awayek terorîstî dibînin û jê ra heqaret dikin, tiştên xerab dibêjin?” Ew jî di telefonê da matmayî ma û ji min re got; te telfona min ji ku derxistiye? Ez naxwazim bi xwendevanên xwe re di telefonê de biaxivim, divê gere hûn ji min re binivîsînin û spasiya xwe ji min kir ku min telefona wî ji ku derxistiye, ewê telefona xwe biguhirîne û veşêre da ku kes peyda neke.

Min bala xwe dayê, ew naxwaze bi min re biaxive û di wan rojan da nûçeyên ku Almanya li ser disekinî, wek zimanê nûçeyên tirkan bû. Ji ber ku ez li ser vî bûyerê jî pir êşiyam, min bi zimanê almanî ji ajansa DPA ra nameyek şand û ji wan rica kir, bila ne wek tirka li meselê binêrin, dibê gere di van niqtan de bi awayeke rojnamegerî li meselê binêrin, berê lêkolînek bikin û paşê binivîsînin.

Niha di vir da tiştekî muhîm jî heye divê bê gotin, rengên Kurdistanê kesk-sor-zer rengên netewa gelê kurd e. Partî û rêxistinên bi navê kurdan kîjan partî dibe bila bibe, eger ji bo mafên kurd û berjewendiyên kurd kar bike, heqê wî ye ku rengên Kurdistanê bidin ser ala partiya xwe. Ev tişt ne tenê di dîroka me kurdan de heye, li tevahiya cîhanê awha ye. Lê ji ber ku dewleta devrût, nivîskar, rewşenbîr û rojnamegerên wan ên silahşor me wek malên xwe dibînin, xwe wek şefên me dibînin, loma ew qas zimanê xwe dirêj dikin û êrişî me kurdan dikin.

Li ser vê yekê min nameyek bi zimanê almanî ji bo DPA’yê şand. Ew nameya min bi zimanê tirkî jî di roja 08.02.2001’î de di rojnameya Özgür Politika da hate weşandin û min ew nivîsa ji rojnameya Hürriyet û Özdemir Ýnce re wek bersiv faks kir. Kurdiya wê nameyê li jêr e. Kesên ku dixwazin bi tirkî bixwînin dikarin di arşîva rojnama Özgür Politika da li ser malpera înternetê (www.ozgurpolitika.org) bixwînin.

Nameya min:

Di Hevdîtina li Enqereyê de Skandal

Nûçeyên DPA’yê (Ajansa Nûçeyan a Almanya) yên der heqê ziyareta dawî ya Angelika Beerê bo Tirkiyeyê em aciz kirine. Di nava heyeta parastinê ya Almanya de ji Yekitiya 90’î ya Partiya Keskan jî xanima Angelika Beer di nava heyetê de cih digirt û di ziyareta roja 30-31.01.2001’î de bo Enqereyê û skandala pir sembolîzm ku ji hêla DPA’yê ve hatin ragihandin, DPA di dîrokê de ketiye nava tevgereke pêşdarizandinên siyasî.

Li ser nûçeya DPA’yê jî ji ber toqeya bi rengên kesk-sor-zer ku xanima Angelika Beerê li ser porê xwe girêdaye û bi komisyona parastina tirk re di bin serokatiya Hasan Gülay de hevdîtn pêk anîne, di nava hevdîtinê de çend caran ji aliyê komisyona tirkan ve ji xamima Beer hatiye xwestin ku toqeya xwe derxe lê wê qebûl nekiriye û skandal derketiye holê. Li ser gotina xanima Beerê û ew toqe diyariya hevalekî wî ye ku li başûrê Kurdistanê (bakurê Iraqê) hatiye kuştin û bi xatirê rojnamegerê almanî Lissy Schmidt li porê xwe girêdaye û ligel ku ev sedem ji bo heyeta Almanyayê bes bûye jî heyeta tirk qebûl nekiriye û bi sedema ku ev reng sembola partiya qedexe PKK’ê îfade dikin û tînin bîra mirov divê bê derxistin û civîna bidawî kiriye.

Ji hêla ajanseke nûçeyan ve zanîna hin bûyer û pêşketinên di çarçoveya hevdîtinên ku di navbera heyetan de pêk tên û li gorî aliyan li ser hev û di qada siyasî afirandina bandorekê û bi vê armancê îdîakirina hin hesasetiyên hevpar ên du aliyan û hesasiyetên siyasî gengaz e û dibe ku di nava peywirên wê ajansê de be. Lê belê divê nûçe bêalî bin û divê balê bikişînin ser vê yekê ku îdîayên hatine kirin ji kîjan dîtineke teng in û çavkaniya wan jî ji nêrîneke gelekî teng e, teqez divê ev yek ji hêla ajansên nûyan ve bê destnîşankirin. Wekî din li gorî nûçeya DPA’yê ya der heqê xanima Beerê de û ew tawanbariya ku li wê hatiye kirin dibe di nava xwendevanan de bêniqaşkirin û bêyî ku şertên bingehîn û rasteqînî bêne dîtin wekî ku tiştekî mantiqî ye lê bê nêrîn û bûyerên bingehîn li derveyî mijarê bibînin.

Heke li ser mijara ku bingeha nûçeyê pêk dianî hinekî lêkolîn bihata kirin dê bihata dîtin ku ew tawanbariya li dijî xanima Beerê çiqas tiştekî pûç e û ji hêla dîrokê ve jî çiqas îdîayeke bêbingeh e û tenê ji nêrîna teng a siyasî ya parlementerên tirk derketiye holê. Tişta ku dibêjin provakasyon e û rengên kesk-sor-zer ne tiştekî nû ye û van çend salan derneketiye holê. Bingeha xwe ji kûrahiya çanda kurdî digere û ji bo gelê kurd nirxeke neteweyî ye. Di dîrokê de yekemîn û tekane Dewleta Kurd Komara Mehabadê (1946-1947) ev reng bi armanca nîşandan sembolên me yên neteweyî û çanda me bo derve wekî ala Kurdistanê bi kar anîne. Dema ku mirov bala xwe dide mijara tawanbarkirina xanima Beerê derdikeve holê ku ji hêla dîrokî ve aliyên tirkan tiştekî pûç îdîa kirine û tenê ji helweseta wan a siyasî û reaksyonên dijwar û nêrînek teng pêk tê û ji bo ku bala gelê tirk bikişînin ser hestên wan ên nijadperesî derketiye holê û ji bilî vê bi kêrî tiştekî nayê û tu xêra wê jî nîn e. Mînakek e ji bo nîşandana hewl û têkoşîna Tirkiyeyê ji bo înkarkirin û redkirina nasnameya gelê kurd û ji bo nîşandana pûçbûna hewlên wan ên jiholêrakirina gelê kurd: Li bakurê Kurdistanê (rojhilatê Tirkiyeyê) cihê ku piraniya şêniyê wê kurd in û herêmên ku kurd lê zêde ne di nava lampeyên tirafîkê de çira (lampe) zer pê naxin û ji cihê wê derdixin. Bi vî awayî digel ku elaqeya tirafîkê bi siyasetê re nîn e jî dixwazin jî bibin sedema kombinasyoneke rengan û rengan bi nêzîktêdayîna tawanbariyê re dikin yek û wekî sedemeke sûc dibînin.

Gava ku ajanseke nûçeya agahiyên der heqê bûyerên ku palementerek li dereveyî welat bi hin bûyeran re rû bi rû maye diweşîne divê sedemê wê û nêrîna aliyê din jî ku çiqas nêrîneke teng e û bêbingeh e derxe holê û biweşîne û bêyî ku vê yekê bike û ajans tenê bûyerê ragihîne ev yek li dijî qanûn û pîvanên nûçegihaniyê ya welatekî demokrat e. Nêrîna ji dûrve û nirxandina bûyeran pîvaneke bingehîn a rojnamegeriyê ye û her tim derbas dibe. Ev yek ne girêdayî daxuyaniya xanima Beer e ku matiqî ye ya bêmantiqî ye. Wekî din dê rê û pêşiyê li ber gotinên bêbingeh ên wekî ku têkiliyên Tirkiye-Almanya hatine rawestîn û sar bûne jî bigire. Ev yek jî dibe sedemeke din ku ev agahî û sererastkirina li jorê ji bo hemû çapemeniyê û raya giştî bê belavkirin.

Armanca vî nama min ew bû ku bila çapemeniya Almanya di pirsa kurdan da ne tenê çavkaniyên tirkan bi kar bînin, dibê di pirsa kurdî da berî her tiştî dîtin û nêrînên kurdan bigirin. Lê pir maxabin kurdên li Ewropayê hê di vî alî da negihîştine. Ez dikarim mînak din jî bidim, ji vir demek berê televîzyona Alman a 1 (ARD) bernama bi navê FAKT li ser bûyerek li Hamburgê hatiye kirin weşand û ew bûyer di malpera xwe ya înternetê da jî dabûn nîşandin û nivîsîbû; ‘Terorîzma PKK’ê’. Dema ku mirov li ser vî gotinê ditekîne, diçû ser malpera Wezareta Tirkan a Derve. Di wî malperê da her gotinên xerab li ser kurdan heye. Dema min ew xwend, min di heman demê da ji berpirsiyarên bernama FAKT ra telefon kir û got; ez li ser bernama we naxwazim tiştekî bêjim, lê belê heqê min heye ku ji we re bêjim, hûn bi vî awayî nikarin rojnamegeriyê bikin û heqê we nîn e bi çavkaniyên tirkan li meselê binêrin. Mesela kurdan çi dibe bila bibe, mafê we nîn e ku hûn li gorî çavkaniyên tirkan li ser meselê bisekinin. Wan jî ji min lêborîna xwe xwestin û gotin ku tu sedî sed heq î û bi lez û bez ew tişt ji malpera xwe derxistin. Hêviya min piranî ji kurdên Ewropayê û Amerîkayê ew e, di tiştên awha da dibê bêdeng nemînin. Ji ber ku çapemeniya ewropî û amerîkî pir qîmet dide nêrînên xwendevan û temaşevanan. Ji ber ku çapemenî di saya wan da li ser piya ye. Dibê gere kurd dema ku li ser kurdan tiştek pozîtîf an jî negatîf be, dengê xwe bilind bikin, eger pozîtîf be, divê gere mirov ji çapemeniyê re telefon bike yan jî name bişîne û spasiya wan bike û ji wan bixwaze ku tiştên baş li ser kurdan berdewam bibe. Dema ku negatîf be, dibê em dîsa bi riya telefon an jî naman ra wan îqna bikin da ku dev ji helwesta xwe berdin û tiştên xerab li ser kurdan nenivîsn...

Özdemir Ince direşîne

Özdemir Ýnce di nivîsa xwe ya Hürriyet (12.01.2003) wiha dibêje: ”Wekî nivîskar bêguman ez rewşenbîrekî ku arkora (akorda) wî xerab e û bêtevger im. Ez li gorî modela ku di sala 1980’yan de a fason derket holê tevnagerim. (Yazar olarak, kuşkusuz, akordu bozuk, uyumsuz bir aydýným. 1980 sonrasýnda ortaya çýkan fason modeline uymuyorum.)”

Bi rastî Özdemir Ince xwe baş tarîf kiriye û dibêje akorda min xerabe. Kesên akorda wan xera be, wey xwelî li serê wan. Jixwe kesên akorda wan xerabe, ancax dikarin wiha tevbigerin. Ne hewce ye ku mirov zêde li ser van gotinan bisekine, ji ber ku Özdemir Ince ji bona xwe her tişt gotiye.

Özdemir Ýnce di nivîsa xwe ya di Hürriyet (04.03.2003) de dîsa êriş dike gelê me û wiha dibêje: ”Heke nerasterast be jî ez nikarim li dijî tevgerên nijadî yên li bakurê Iraqê û yên xwedî zêhniyeteke eşîrtî ku dixwazin dewleteke serdema navîn damezirînin alîgirê aştiyê bim. Ji ber ku ez dizanim heke dewleteke wisa bê damezirandin dê Balkanbûna herêmê bi lez bike û dê dewleteke lêxe-xerabike û dijminên hev derxe holê. Dê fitret û kînekê dexe holê ku hê tiştekî wisa nehatiye dîtin û dê kaosekê biafirîne ku herêmê bike gola xwînê. (Dolaylý da olsa, Kuzey Irak'ta etnik kökenli, aşiret zihniyetli bir ortaçað devleti kurmak isteyen oluşumu destekleyen barýştan yana olamam. Çünkü, biliyorum ki böyle bir devletin kurulmasý bölgenin Balkanlaşmasýný hýzlandýrýr, birbirine düşman bir yýðýn kent-devlet ortaya çýkar. Bunun sonucu benzeri görülmemiş bir fetret dönemi başlar ve yarattýðý kaos bölgeyi kan gölüne çevirir.)”

Ez bawer nakim di cîhanê de tu nivîskar û rewşenbîr, wek nivîskarên tirka wiha bê edeb, bê asil, bê perwabin û bê fambin. Özdemir Ince qala zîhniyet, eşîret û qala Balkanbûnê dike û gelê kurd pişûk dixe, lê qet qala xwe û dewleta xwe ya bê zîhniyet, dewleta mafya, dewleta zordar, dewleta bi siyaseta Mistoyê Beton hêdî hêdî têk diçe, nake.

Rojnameya Hürriyet tifa (tûk) Özdemir Ýnce dialêse!

Özdemir Ince tu (tif) dike, Hürriyet jî dialêse. Min li jorê van gotinên Özdemir Ince dê ku min reş kirine dabû û dixwazim dubare bikim, ji ber ku bila mesele baş bê famkirin. Hürriyet (07.02.2001) Özdemir Ince wiha dibêje: “Heke palemnterekî tirk an jî rojnameger li ser berestûya xwe bi rozeteke ku xaça Gamalî li ser be ji bo civînek fermî here palemntoya Almanya gelo dê çi biqewime? Mînakek din, heke ez bi krawateke ku rengên komkujiya ermeniyan temsîl dike (em bêjin rengên wisa hebin) biçûma û palementerekî alman ziyaret bikira, dê çi biqewimiya? Heke min niyeteke xerab tunebe, ezê li ser hişyarkirina wan kiravata xwe derxim. Heke min bi zanebûn jî kiravat girêdabe ezê dîsa bifikirim ku ez gihîştim armanca xwe û ezê kiravata xwe derxim. Heke min nederxistinê de israr bikira dê wateya vê yekê ev bû: Ez dixwazim têkilî xerab bibin.“

Hürriyet (04.03.2003) li ser bûyerên ku tirkan digotin îlah emê têkebin Başûrê Kurdistanê û li ser çalakiyên li Hewlêr û her derê Kurdistanê çêbûn û gelê meyê nerazîbûna xwe da ku tirk nikarin bi darê zorê têkebin welatê me yê başûrê Kurdistanê û li ser şewitandina ala tirka nivîsî û di nav nivîsê da van gotinan jî nivîsandibû: “(Rengên sor-spî-kesk ku Kurdistanê temsîl dikin hildan. (Kürdistan'ý temsil eden kýrmýzý-beyaz-yeşil renkli bayraklarý da taşýndý.)” Belê rengê sor-sipî-kesk ku Kurdistanê temsîl dike wek şîrmaqek li ser nav çavê Özdemir Ince û li ser nav çavên kesên ku ala kurd û Kurdîstanê înkar dikin dikeve. Dewleta tirka devrût û qaşo rewşenbîr û rojnamegerên wanên çaqal wê rojek tûk (tif) ka ku li dijî gelê me rijandine bi tevayî bialêsin.

Özdemir Ince van rojana ji xwe re mijarek nû kiriye rojeva xwe û her roj êrişî Endamê Koma Xiristiyanên Demokrat ê Holandî Arie Oostlander dike, ji ber ku Birêz Arie Oostlander sîstema kalê tirka Mistoyê Boton rexne dike û li ser vî raporek ji YE’re amade kiriye û dibêje ku sîstema Kemalîzmê li Tirkiyê pêşiya her tiştî girtiye. Özdemir Ince di rojnama Hürriye’ta êriş dike û jêra wiha dibêje: ”Densiz Oostlander”* û ” Ýslamcý Arie Oostlander”** û hwd. Özdemir Ince wek Fatih Altaylî aqilê xwe xwariye, zimandirêjiyê dike û di vir da tu sînoran nas nake.

ÖZDEMÎR ÎNCE DÊ KENGÊ BIBE MIROV?
KENGÊ BI EDEB Û MEDENÎ BE?

___________________________

* Densiz Oostlander: Oostlanderê hayjixwene - MN.
** Ýslamcý Arie Oostlander: Arie Oostlanderê îslamî - MN.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.