Ewa Êraq beşe Erebîyekey le destî dîktatorêkî sersext rizgarî
bû, pêdeçê qeder û nisîbî ew wilate wek bîteqey ya nisîb û
loto her dîktatoryet bêt.
Ewe çi mêjûyekî reşe berbînî bew xelke girtuwe!?
Rûdawekanî em yek dû hefteyey diway derkirdinî Sedam Hisên, ke xoy
le xopîşandanî musulmananî şîa`e mezheb debînêtewe, dirûşme
berzkirawekan, daxwanîyekanî seranî ew tewjime:
(“na bo Sedam û Emarîka” hemû deselatê bo hewze ”em wilate
hî şîa`e û sunîye” htd.)
Ewe beyan û aşkira dekat; ke xelkîne êwe xoşxeyalin nahêlîn
henaseyekî îstirahet helmijin, hîway azadî çî, azadî berî be
kiwêweye? Emcare dîktatoryetêk le şêwey dîke be su`betewe xerîke xoy
ferz dekat û çê debê ewiş; dîktatoryetî mezhebîye, ke
nimûnekeyman le Êran û Efganstan û Erebî Sa`udî û zor wilatî dîke
bînîwe. Ca ba bizanîn ew şêwe le deselat çone û çîye:
“Ezmûnî mirovayetî ewey selmanduwe ke hikumetî ayînî
natwanê dîmukratî bêt. eger sîsteme dîktatorîyekanî dîke (Faşîzm,
Nazîzm,”.) qabîlî nefret û qêz bêt, ewa dîktatoryetî aynî
zor xiraptir û tîrorîsttire.
Eme bo çî?
Çûnke be tenya nayewê kontrollî peywendiye komelayetî û
siyasîyekan bikat, belkû le hewlî kontrolkirdinî helwêst û `eqill û hizr û ş`ûrî tak takî komelgaş daye. Be manayekî dike mirov nek le
derewe bellkû le naxişewe dekujê û wêran û bend dekat” [1]
Ca ay lew roje tirsnak û reşey ke leşkirî beduwe hemecîyekanî
bîyaban, Enfalî rasteqîne û E`rube be nawî ummetî Îslam û yek
parçey xakî Êraqewe dest pêdekenewe, dûbare heldekewtinewe ser Kurdistan û be kelawe tirî deken.
------
- Nûser xellkî Kurdistanî başûr e- bajêrrî Sileymanî 21.04.03
[1] D. Mhemed Elşirfî / hizirmend û çalakî nêw bizafî Rênasansî
nwêy cîhanî Erebî ye