Di her kiryar, bûyer û rûdanên nû yên ji bona pêşvebirin, başî û qenciyê mirov mêzginiyê dide hevdu. Bi bihîstina wê mizginiyê mirov kêfxweş dibe ku tiştekî ji xêrê bihîstiye. Mizgînî henin ku bi bihîstina wan mirov dixwaze hema bê bask bifire. Heta carna mirov weke difire jî xwe dibîne.
Hûn bawer bin vê carê li min jî weha hat ku ez bê bask difirim. Bi ezmên ketimê û li jêr li mirovan temaşe dikim. Di ser ewrande diharim dixwazim reşaya erdê bibînin da ku li vir çi û kî hene. Di ser welatan re diharim. Li başî û xerabiyên wan temaşe dikim. Rewşa dagirkerên Kurdistanê di ber çavan re derbas dikim. Li hal û hêdî hêdî hilweşandin û têkçûna rejîma Saddamê xwînxwar temeşe dikim. Li xweşî û avahiyên li ser erdê dinêrim. Li daristanan temaşe dikim. Bax û bostan, gul û rehanan dibînim. Li hêjayiyên dinyê dinêrim, gelekan ji wana ditamînim. Çi dikim û nakim tu tiştek weke vê kêfxweşiya ku ez niha têde me, kêfa min nayne û tu tiştek weke wê min têr jî nake.
Ji ber vê hîs û baweriyê, vê kêf û şahiya dilê xwe; min jî xwest li gor, nivîsên rojnameyan, temaşekirina televizyonan, rêvebirina şerê quwetên hevpeyman, mizginiyekê bidim we. Ev mizginiya ku ji dilê min hat, tiştekî weha ye ku mirov dibêje ew hebûna jiyandinekê ye û ji nû de rakirina neteweyekî li ser nigan e. Ew neteweyê bi salane ji bona azadiya gelê xwe tekoşîn didan û tekoşîna wan belasebeb neçû, taliyê jî xwe gihdandinê. Bi bihîstina wê ya cara ewil kurd li seranserê cihanê kêfxweş bû bûn û bawerim wê niha dubare kêfxweş bibin jî.
Bi bihîstina deng û behsên xirab, ji nuçêyên reşbinî êdî em dûr in. Bi salan e ku me tim ev dibihîstin. Lê her tiştek dawî anîna wê heye. Ev nûçeyên weha jî êdî wê ji bona me kurdan nebin. Êdî em ê di her kiryar û bûyerên taze de mizginiyê bidin hev. Êdî em ê jî bi bihistina her mizginiyekê kêf û şahiyê bigirin. Wê pîroz bikin.
Piştî ewqasî şer û kuştin, talankirin û wêrankirin, aramî û rehetî jî êdî divê bibe pare me kurdan. Partiyên me yên başûr û taybetî jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û rêbaza Mistefa Barzaniyê nemir, ji bona azadiya gelê xwe kar û xebatên hêja kirin e. Elbet ew karên ku wan kirine di avê de neçû û ji bona me Kurdistaneke azad anîn...
Vaye êdî em jî ji wê xizmet û keda ku wan heta niha kirine encam digirin, bi wê destketinê şa dibim. Ew destketina li başûrê Kurdistanê ji bona me bû hebûn, bû dil û gurçika me kurdan. 12 salan xwe bi xwe îdarekirin. Demokrasiyek ku ji bona hemî welatiyan bi kar anîn ne weha rehet bû. Lê mala wan ava ku kurdên me yên başûr bi polîtîka xwe ya netewî, bi saya siyaseta xwe a rast û li gor berjewendiya gel bi karanîna wê, başûr êdî kete rojeva neteweyên cihanê.
Êdî dinya û serokên dewletên mezin weke brêz Tony Blair û Georg Bush behsa kurdan û demokrasiya wan dikin, ev ew îşaret e ku êdî wê Kurd jî bi awayekî Federe di nav netewî de bêne qebûlkirin. Dema brêz Tony Blair di civîneke çapameniyêde de got: “Ev 12 salên ku kurd xwe bi rêve dibin û bi aweyekî demokratîk xwe îdarekirina wan, dide îspatkirinê ku êdî wan jî ev heq kirî ye”. Ne belasebeb bû ku brêz Tony ev got...
Tu carî kurd weke van deman neketiye rojava cihanê. Bi vê girêdayî îro kurd weke hêz û quwet li gel hêzên hevpaymanê di şerê azadiyê de cihê xwe girtine. Li vir daxwaz û niyeta kurdan jî ew e ku bajarên xwe yên hîn di bin destê rejîma Saddam de mane bi şûnde bigirin. Li gor baweriya min girtina van bajaran ne dûr e... Gelek goftûgo, munaqeşe û qisedan li ser rewşa Kerkuk û Mûsûlê jî dibin. Lê weke diyar e, Kerkuk dilê Kurdistanê ye, jiyaneke bê dil jî qet nabe...
Li gor van agahdarî, deng û behsan êdî rewşa me kurdan bi awayekî eşkere diyar dibe ku wê ji bona me federasyoneke di navnetewî de bê qebûlkirin, hazir e. Êdî Kurdistan bi awayekî fermî wê bê nasîn. Divê em rehetbin, xweşbîn bin ku başûrê kurdistanê temam e. Piştgirî û alîkariya wan lazim e ku em Kurdên din jî vê bikin. Ji ber ku baş tê zanîn ew Federasyona ku wê bi awayekî fermî li Iraqê bê qebûlkirin, wê roniya xwe bide perçên din jî. Ew tekoşîn, berxwedan û siyaseta wan ya rast wê ji bona perçên din jî bibe mînak.
Loma ez dibêjim: Mizgînî li we, mizginî li me, mizginî li hemî kurdên cihanê ku êdî Kurdistan wê bi awayekî fermî û bi qebûlkirineke navnetewî wê bi şiklekî federa bijî. Rojên vê kêfxweşiyê bi jimar in. Îro sib, sibê û dusib e. Dubare Kurdistana azad û federe li me kurdan pîroz be.