Me ostayê ziman û wêjeya kurdî Mamosta Feqî Huseyn roja 12 adarê 2003 yan hunda kir. Bêguman wê mamosta Feqî bi kirin û xebatên xwe, bi berhemên xwe di diroka gelda cîyê xwe yê rasteqînî bigire.
Min li gel mamosta yê hêja sala 1994 li ser rewşa ziman û wêje bi navê kovara Nûdem hevpeyvînek li darxist. Beşeke hevpeyvînê di Nûdemê da di hejmara 11 ya sala 1994 da hate weşandin. Sedem ku îro ji pirs û pirsegirikên wêja me di rojevê da cîyê xwe diparêzin, min va ku ez tevayiya hevpeyvînê raxime ber çavên wêjehizan.
Bedirxan Epözdemir
Hevpeyvînek bi zimanzan Feqî Huseyn ra:
"PÊWÎST E REXNE Û REŞNAME JI HEV BÊNE CUDA KIRIN"
Navê Feqî Huseyn ji xwendevanên Nûdemê ra ne xerîbe. Lê Feqî kîye, çî dixwazê, bîr û bawerîyên wî li ser wêja Kurd û bi taybetî li ser zimanê Kurdî çîne? Min xwest ku bi Mamoste Feqî Huseyn ra li ser van pirsan bisekinim û xwendevanên Nûdemê agahdar bikim.
Zemanekî dûr û dirêje ku ez Kekê Feqî nasdikim. Ji sî salan zêdetir e. Ji naskirina min heya îro-ku gelek dost û heval jî dizanin- Kekê Feqî tim û tim bi mesele û metelokên Kurda û bi wêje û ziman ra mejûl e. Ew wî karî bi salan bê westan dajo.
Zûda bû ku me hevûdu bi sererastî nedîtibû. Wê pêlê hat, bû mehvanê min. Me tama gelek salan derxist. Dîsa em bi hev re ponijîn. Li ser çand,wêje û ziman em peyivîn. Me mecal dît ku li ser asteng û pirsgirikên wêja me qise bikin.Em noqî salan bûn. Me li ku hiştibû, dîsa me li wê dom kir. Bê guman gelek pirsên nuh jî hatine holê.
Pêwîst e ku em wêja xwe ya kevin û dewlemend ji bîr nekin. Heyînên xwe bînine holê. Li ser wê dewlemendîyê dîwarên nûh ava bikin û remzekê nûjen bidine wan. Awayîyên gerek bi xemil û xêz bin, da ku em bikaribin bigihêjine tama wana.
Çawan ku me li jor gotibû, Kurd xwedî wêjeyeke kevin û dewlemend in. Li ser vî xîmê saxlem dîwar bilind dibin. Her yek ji me çengek ax, tasek av û tuxleyekê dikşîne ji bo vî dîwarê hêja. Kekê Feqî jî, ji me yeke ku bi salan bê westan di vî warî da xebatê dike...
Ya baş ewe ku ez zêde dirêj nekim û Mamosta Feqî Huseyn û xwendevanên Nûdemê bispêrim hev. Tenê min divê ev hevpeyvîn bibe wesîla niqaşekirina pirs û astengên ziman û wêja Kurdî. Da ku em bikaribin problemên xwe zelal bikin.
B.E.:Ku hun kerem nîşan bidin, divêm bi pirseke klasîk dest pê bikim. Feqî Huseyn kî ye? Ji kerema xwe ra hun dikarin jîyana xwe bi kurtî bêjin?
F .H.: Ez sala 1926 an da li Kehnîyamîran ji dayîk bûme. Kehnîyamîran taxekê gundê Xorosê navça Hîzanê bajarê Bedlîsê ye. Dayîka min ji min ra digot; “Tu salek piştî bizava Şêx Seîd hatî dinê.” Di temenê sê salîda bûme, mala me ji navça Hîzanê hatîye navça Tetwanê. Dûrîya Oranisê li gundê Kûtê cih bûye. Min zarotîya xwe li wî gundî borandîye. Di temenê heştanda bûm, min bavê xwe winda kir û mame sêwî. Ji ber xizanîyê salek piştî mirina babê xwe, bi birayê xwe yê mezin ra bûme berxwan. Sala din, ez û birayê xwe yê piçûk bûn gavanê gund. Gavanîya me sê sal li pey hev domand. Di wê navêra min Quran xwend. Li dawîya sala 1938 an da çend rojek ji sersala 1939 an ra mabû, çûme gundê Oranisê li medresa Seydayê xwe (Mela Osmanê Xorosî), dest bi Nûbara Ehmedê Xanî û fiqha Erebî kir.
Xwendin û feqîtîya min bi zor çar salan domand. Her du birayên min yên ji min mezintir, çûne leşkerîyê û bi pêwîstî hatim, di cîyên wanda min rencberî kir. Dûra ez çûme leşkerîyê.Piştî qedana leşkerîya min, di navça Tetwanêda rûniştim. Me mal jî anî wir. Ji bo pêkanîna aborîya xwe, min dest avête xeradî û çêkirina avayîyan. Piştî xebata çend salek min xeradxanekê mezin damezrand.
Li ber wan karên xwe yên aborî da, xebatên min yên zanistî û dahûrandinî jî hebûn. Wekî, dahûrandina mezhep û olan û hînbûna felsefa metafizîk û dîyalektîkî. Hizirin, raman, peyivîn û gengeşîyên sîyasî jî di wan demên keftolefta aborîda bûn. Xebatên sîyasî tenê bi medresîyan ra min dikir. Di wan demanda bawerîya me bi dibistanîyan tune bû. Ji xwe me bi wan ra pêwendî jî çêne dikir. Pêwendîyê min yê pêşî bi dibistanîyan ra, li Dîyarbekir bi Canip Yildirim, Edîp Altinakar, Musa Anter, Yusuf Ezîzoxlu, Selahedîn Cizrelî û bi Mustefa Ekîncî ra bû. Ev dîtin û pêvendîyên han, piştî dawîya sala 1959 an, di dema rojnama “Îlerî Yurd” eda bû û dûra êdî bi rewşenbîran ra, danîstana me gelek çêbû.
Ji bo raman û hizrên sîyasî, sala 1964 an bûme revoke. Paşî hatim radest bûm û ketim zîndana Tetwanê. Dawîya sala 1965 an derketim. Di dema revokîya min da hinek hevalên minyên hêja Partîya Demoqrata Kurdistana Tirkîyê damezrandibûn. Piştî derketina min ji zîndanê, di rîya hevalek da ez bûme endamê partîyê. Piştî jî ez bûme endamê komîta merkezî. Di sala 1968 an da navenda partîyê û li gel hinek hevalên dîn hatin girtin. Lê tewqifa min nahate birin. Dûra gelek caran hatim girtin û gelek dadke li min hatin vekirin.
Di navenda Çanda Mezopotamya da min dersên zimanê Kurdî da. Damezriner û endamê Enistîtuya Kurdî ya Stenbolê me. Di kovara Rewşen, kovara Enistîtuyê û di bûltenên wî da medrese hemanivîsaran dinivisim. Ku pêwîstî hebe di kovar û rojnamên dîn da jî nivîsên min derdikevin. Hemine nivisên min bi Kurdî ne. Heger îza jî be carna bi Tirkî jî dinivsînim.
B.E.n: Li gora we pirs û problemên edebîyata Kurdî ya rojane çîne?
F.H.: Pirsegirikên wêjeya (edebîyata) Kurdî, mîna pirsegirikên Kurdistanê dîn wusan pir in ku bi hevpeyvînekê , heya bi pirtîkekê ji çareserkirina şirovekirinê tune. Lê ji bo bê bersiv nemana vê pirsê, gereke hindek mijaran tevlêhev bikim û bigermilînim. Ez ê pêşî minakekê ji gotineke klasikî bidim; ewê borîya xwe nizane, roja xwe nas nake. Ew ê roja xwe nas nake, nikare pêşîya xwe tayîn bike. Her çiqas ev gotin ji bo sîyasetê hatîye gotin jî, lê hemî karan ji dihundirîne. Lewra ji netewan ra wêje, mijareke wusa giring e ku hinek dewletan zango û hinekan jî danûşka wê damezrandine. Heya hinek dewlet çûne damezrandina wezîrîtîya wê. Tê zanîn ku di nêv sîyasetê da , cîyê wêjê gelek giring e. Nexwe ev gotina jorin ji bo wêjê jî tê bikaranîn.
Bi qasî zanîna min berî her karî wêja me ya kevin qasî nivisandî divê bête berhevkirin, bi awayekî zanyarî bêne amadekirin û bêne çapkirin. Piştî çapkirina wan afirînekan, ji bo vekolînê encumenên zanyar, divê bêne peydakirin û wan afirînekan hilînin destê xwe, vekolînin, têkûs bikin û ji nû ve bêxin bin xizmeta gel. Ew kesên li ser wêja Kurdî dixebitin, divê gor babetenwan ew bêne hejandin û çarên xebatê ji wan ra bêne amadekirin.
Heçî wêja Kurdîya devikî ji xwe li ber leyî û limiştê(tufan) ye, heger bi lez neyê çareserkirin, dê zîyaneke giran jê bête dîtin; lewra çiqekê wêja devkî li ser milên medresên Kurdistanê bûn. Îro ev medrese hema hema namane. Yên mane jî êdî wan peywîran(vezîfan) nikarin bikin.Çiqekê dîn li ser milê feodalan bû ku her yek ji wan dengbêj, dîloksaz, metelokzan, pesqelyar (nuktedan), çolek (qeşmer), çîrokvan û êdî. Li nik xwe dihewandin, gelek rind xwedî dikirin û ji bo pêşvebirina hunerên wan hunermendan çare dixiste destên wan, îro ew saziman jî hilweşîyane. Ev her du(feodal û medrese) rabûne û sazimaneke nûjen li cîyên wan nehatine avakirin. Çiqekê din ji li ser rewşa Kurdistanê bû ku ji bîyanîyan ra girtîbû û Kurd jî nediçûna nêv bîyanîyan. Îro ev jî herifî ye. Bêweko di van salên dawî da bîyanîyan gelek celebên wêja me dizîne. Dengbêjên Kurd gelek stran û dîlok pêşkêşî bîyanîyan kirine. Nivîskarên Kurd gelek çîrok, metelok û gotinên mezinan bi zimanê bîyanî nivîsîne û radestê wêja wan kirine. Ev mînak têne pirkirin. Lê gor mijara me, gerek kurt bête birîn. Bi yek gotinê ez ê dawî li vê mijarê bînim; ji wêja Kurdî ra gor mercên roja me divê bergeranekê (tedarik) ji dil bête kirin.
B.E.: Kurd xwedî edebîyateke kevnar û dewlemend in. Em dikarin bêjin, edebîyateke nûjen jî destpêkiriye. Li gora dîtina min pêwîst e ku di nava van herdu ekolên edebîyatê da pirêk bê sazkirin. Dîtina we di vî warî da çîye, meriv dikare çî bike?
F.H.: Ji xwe beşek bersiva vê mijarê di nêv pirsê da heye. Yê din jî bi vî awayî tê şîrovekirin; stranên Kurdî celebekî rista serbest û nûdem e. Gereke pêşî em stranên xwe baş bizanin û ew celeb serbestîya rista wê qenc hîn bibin, gor wî dest bi ristên nûdem bikin. Di zanîna min da ew pira jê tê dabeşkirin stran bi xwe ne. Ango stran bi awayekî têkûs dê peywira wê pirê hilîne ser xwe. Hemine ku em nikarin xwe ji nûdemî û nûjenîyê dûr bikin. Lê em nikarin pişt bidine wan tayîbetîyan di stranan de heye jî.
B.E.:Qasî ku em dizanin,xebata we bi taybetî li ser ziman e. Xebata we li ser ziman kengê destpêkir, berhemên we çîne, kengê hatine çapkirin?
F.H.: Belê çawa hun jî dizanin, ku giraniya xebata min li ser zimanê Kurdî ye. Dikarim bibêjim, serdestpêka xebata min ya li ser zimên digihije roja çûna min ya medresê. Di wan gavan da temenê min sêzdeh bû. Min nedikarîya pirs ji kesan bikira û bersiva dirist bistanda. Carna min hinek pirs dikirin û ji alî feqîyên mezin ve dihatim kutan. Di wan rojanda, sere min gelek tevlîhev dibû û min bi xwe ji xwe dipirsî: “Çira rêzimana Erebî heye, çira ferhenga Erebî heye, çira nivisandin û xwendina Erebî heye û çira yên Kurdî ev hemî tune bin?” Min nedikarîya bersivên pirsên xwe bidana. Lê gava ji kesekî peyvekê Kurdî ya xerîb an jî qaydeyekî rêzimanî hîn dibûm, nêhanî min dinivîsiya û vedişart. Ji hînbûna wê rojê ye ku hêj jî wilo dikim. Vaye ji wê rojê vir da xebata xwe didomînim. Dora panzdeh pirtûkan ji wêja me ya kevnare û destnivîs bi dest min ketibûn. Ewqas jî destnivîsên min hebûn. Ev afrînek hemî 1979 an da ji alîyê xwîşka min ve hatin dêrizandin. Dilê min nekarî vî barî ragire û nexweş ket Hêj jî ji wê nexweşîyê rizgar nebûme. Hêvîdar im ku ew teşqelê welê neyê serê kesekî din. Heya niha sê berhemên min derketine: Rêzimana Kurdî (1991), Pêşeriya Hewisîna Zimanê Kurdî 1(Kürdçe Öðrenme Metodu- 1991), Pêşeriya Hewisîna Zimanê Kurdî 2 (Kürtçe Öðrenme Metodu 2-1992).
B.E.:We li ser berhemên xwe yên çapkirî tu rexne girtin, ew çî bûn?
F.H.: Min sala 1978 an nivîsandina Rêzimana Kurdî qedand. Qasî deh nusxan derxist û vekire rexnê. Mixabin ji bil pesin û temenîyan, tu bi destê min neket. Pêwîstîya min ji herdukan ra jî tunebû, rexne ji min ra pêwîst bû û benda gelek rexna bûm. Lê mixabin!… Li ser vê yekê gelek hizirim û min wuha hizir kir; bi vî awayê afirînek, kete destê gelekan, mitleq dî rexnên ronahîker, bihatina. Nexwe divê ev rêziman bête çapandin. Piştî çapkirinê, vêca ji min ra pesin û reşkirin hatin. Dîsa pêwîstîya min ji herdukan ra jî tunebû. Vê carê min li pesinaman û reşnaman qenc mêzand û min zanî ku herdu deste mirovan jî ji rêziman tu fêm nekirine û nexwendine jî. Lewra li gora min ev pirtûk di warê ziman da bi rengekî akademîk hatibû nivisandin, nekaribûn bixwînin û jê fêm bikin. Ji ber nerexnebûn, ez qet li ser wan ranewestam, min guh nedayê û bêdengîya xwe tercîh kir. Gerek êdî Kurd jî rexne û reşnaman ji hevdu veqetînin û binasin. Reşname kînverêtine û reşkirina hemî mijaran e. Ango rastî û çewtîyan mîna hev çewt dibîne. Divê bête zanîn, di cîhanê da tu afirînek hemî rast an hemî çewt nabit. Hemine pirtûka min jî welê ye. Heçî rexne ye, çekiryar e. Tenê bi şîrovekirin û nîşandana çewtîyên mijaran, rexne naye himatê (holê). Bê kêmasî danîna rastîyên mijaran jî pêwîst e. Ango rexne, ji nîşandana çewtî û danîna rastlyan tê himatê. Nexwe yek ji wan bi tena xwe nabe rexne.
B.E.: Li gora we di konaxê îro da pirs û astengên zimanê Kurdî çî ne?
F.H.: Ji van astengîyan ku dijmin datîna pêşîya zimanê Kurdî zêdetir, nepêyvîn, nenivisîn û nexwendina piranîya Kurdên rewşenbîrên bakura Kurdistanê ne. Belê ji alê herkesî ve tê zanîn, di pişavtina gelan da û di hincirandin û cincirandinê da, karbidestên Tirkan ji manendên xwe sitemkartir û dijwartirin. Berê di Tirkîyê da û di bakura Kurdistanê da , bi Kurdî nivîsandin, xwendin û peyvîn qedexe bû. Niha jî kedexe ye, lê çavê xwe lê digrin. Ê başe; ji wan Kurdên Evrupayî re çî bûye ku zimanê dayîka xwe bi kar naynin? Ji wan Kurdên Kurdînepeyîv ra ez ê wekî Kamran Bedir-xan bibêjim: An ne bêjin em Kurdin, an jî bi zimanê dayîka xwe biaxifin.
B.E.: Qasî ku em dibînin, îro di warê nivîs û gramatîka Kurdî da cuda cuda nêrin hene û di vî warî da yekîtîyek tuneye. Li gora we ev problemên han çawan têne pişkavtin?
F.H.: Ev pirsgirêka rêzimanî di eynî demê da pirsgirêka rastnivîsê ye jî. Ev mijareke pir giringe. Li ser vê yekê rawestanekê ji dil dixwaze. Dikarim bibêjim, îro di nivîsandina Kurdî da anarşîstî heye. Xar û jor her nivîskarek ( nez jî di navda) mîna xwestina xwe dinivîse û yên wekê wî nenivîse çewt dibîne. Divê pêşî li vê yekê bête girtin.
Ji alî hinek camêran ve hinek rêzimanê zaravayê Kurmancî hatine nivîsandin. Di hemîyanda jî rastî û çewtî hene û ji hevdu ferqtir in jî. Lê libek ji wan ji alîyê encumenên zanyarî ve nehatine nivîsandin, an jî dahûrandin. Pewîstîya me ya giring ev e. Ji bo pêkanîna vî karê, gereke encumenekî zanyarî bête damezrandin. Ev encumen teê li ser rêziman û rastnivîsa Kurdî bixebite. Lê gereke ew encumen, di bin bandora zimanên bîyanîda dest navêje zimanê Kurdî. Lewra ziman çiqas ji malbatekî bin, xezîne û teknîka peyvan ji hev an jî nêzîkê hev bibin, dîsa teknîka ziman û rastnivîsê ji hevdu dûrin.
B.E.: Xebatên we ji bo duweroj çîne, berhemên we yên nûh hene?
F.H.: Ji bo xebatek nû, daxwaz û ramana min eve ku di nav encumenek da cî bigrim û li ser rêziman û rastnivîsa Kurdî bi xebitim. Di vê mijarêda min di rojname û kovaranda nivîsan nivîsandin û bi devikî pêşnîyar dan hinêkan. Heya îro ser neketim e. Lê hevîdarim de ser bikevim. Di derbarê rastnivîsa Kurdî da hinek dîtinên min hene. Lê ne ewe ku dev jê bernadim. Tenê jê ra guftûgoyek zanistî dixwaze. Heger çewt bim, dixwazim demek zû ji çewtîyên xwe vegerim.
Li nik min gelek peyvên Kurdî yên berhevkirî hebûn. Ji bo pêkanîna elfabatîkîyê, min radestê weşanxanekî kirî ye. Ji bil vê sê afirînek amadê çapê bûne û min radestê weşanxanê kirine. Yek ji wan romana Yusiv û Zuleyxa ye, min ji elfaba Erebî zivirandîye elfaba Kurdî. Yek jî “fabl” (çîrokên heywanan) e. Ya dîn Pêşerîya Hewesîna Zimanê Kurdî ya sîsîya ne. Hêvîdarim îsal tê her sê jî derkevin.
B.E.: Wek hun jî dizanin, Nûdem kovareke çandî û edebî ye. Weke kovareke edebî hun Nûdemê çawan dibînin û pêşnîyarên we jê ra çîne?
F.H.: Ji wan kovarên ku ez diecibînim yek jê jî Nûdem e. Kovareke ji dil e û gor min xaza wê dirist e. Ji bo kovareke wuha ji dil sê meh domekek pir dirêj e. Heger çare hebe domek bête kurtkirin, dilxweş dibim.Çawan di deverên din da, zanîna Kurdî paşve maye, wusan di warê dîroka wêjeyî da jî paraye. Yek ji giranîya nesla nû, wêjevan û hozanên xwe, nemaze yên kevin nanasin. Vaye ji Nûdemê ra pêşnîyara min ev e; eger çare di dest da hebe bila dest bavêje vejandina dîroka wêja Kurdî û wêjevan û hozanan jî bi me bide nasîn. Bi vî awayî pirek di navbera nesla nû û kevin da bîne himatê.
B.E.: Di dawî da gotineke we ji bo Nûdem û xwendevanên we heye?
F.H.: Jîn û domandina Nûdemê di gel xwedî, karbidest û xwendevanên wê daxwaza min e. Pêşkevtin û serkevtina wan dixwazim. Her şad û bextîyar bin.
B.E.: Pir spas ku we zemanê xwe ji me ra cudakir. Hun jî şad û serkevtî bin di xebatên xwe yên dûweroj da, mamosta.