Min di sala 1992-an de dest bi weşangerîyê kiriye. Heya niha nezikî 150 (sed û pênce) pirtûk çap kirine. Ji wan pirtûkan % 40 – 45 bi zimanê kurdî ne. Yên ku bi zimane tirkî hatine nivîsîn û me çap kirine, ew ji li ser kêşe ya kurd in. Ji wan pirtûkên ku bi zimanê tirkî hatine nivîsîn an jî vergerandin û me çap kirine, penc berhem ji wan di derheqa tekilîya ermenî u kurdan yan ji bi taybetî li ser jenosîda 1880-1915 ya Ermenîyan in.
Pirtûkên ku ji wan weşanxaneyên ku di berpirsiyariya min da ne û me çap kirine, zedetirîn babet dîrok in. Lê pirtûken ku babeta wan, roman, pexşan, helbest û hwd. jî ku me weşandine hene.
Di nav pirtûkên ku bi zimanê kurdî çap bûne de jî her weha cure cure berhem bi lehçeyên kurdî ( kurmancî, kirdkî / zazakî û soranî) çap bûne.
Ev weşangerî ji yanzdeh salan vir ve heyanî roja îro çawa li ser pêyan maye û ew weşangerî domandî ye? Ev tist gelek caran ji min hatîye pirs kirin. Be guman liserpêmayîna weşanxanê bi helwest û bawerîyeke mezin, bi fedakarîyeke canhiraş, ked û xebateke bi roj û şev, parastineke bi rûmet û xelat, refleksên dayikekî ku çawa dergûşa xwe biparêze û bi alîkarîya nivîskarên welatparêz, rewşenbîr, xwendewar û welatparêzên bi rumet meşiyaye.
Weşanxana Pêrî û weşanxaneyên me yen ku beri vê weşanxanê bûn û ez berpirsyarê giştî bûm; Di alîye çand, edebîyat, dîrok û gelek babetan de berhem afirandine û çap kirine, bûye nîsana ku ji wan sengeren ku aşkerane û ya gele me yê kurd in, ew qas ji bala neyarê gelê me kişandiye. Ji ber vê sedemê jî, devleta tirk di derheqa 19 berhemên ku me çap kirine de, biryara komkirin û qedexekirine standiye. Paşe jî di derheqa min (xwediyê weşanxanê Ahmet Önal) de cure cure doz û bi cure cure xalên qanuna ceza yê hatine vekirin û ez hatime dadkirin.Ji wan yên ku hatine înfazkirin jî hene. Ew li jêr in.
Dozên ku di derheqa pirtukan da hatine vekirin û biryarên komkirinê awayê nîjadperestî, dîktatorî, terorîstî û dij-demokratîya devleta tirk aşkere dike… Her dozek cureyekî mihtingerî, hovitî û dagirkerîya devlete derdixîne holê.
Di wan dozan de politika devletê weha aşkere û diyarde dibe ku:
1-Zimanê kurdi ne ziman e û nayê fam kirin.
2-Yen ku peyva ”kurdistan”ê bi çi awayî dibe bila bibe bikar binin ” cûdakar, nijadperest û terorîst in û divê ew di çerceva qanuna li Dijî Terorê ya bi hejmara 3713 û xala wê ya 8-an bêne ceza kirin.
3-Yen ku di nava sinorên tirkiyê de dijîn û qala hebûna ”gellê kurd, miletê kurd, axa kurd, bajar û gundên kurd” bikin dijberîya gelan dikin, ew nîjadperest in. Li dijî Kanuna Cezayê xala 312-an ew muhalif in. Divê bi kêmasî du û herî zêde jî şeş salan ceza yê hepsê bê dayine. Li gor guherîna kanunên dawî ji bo nivîskar ceza yê hepsê û ji bo weşanger cezayê ku weki pere û hepsê hatiye dayîn hemû bi şêweyek pere yê giran bê ceza û infaz kirin.
4-Yên ku qala mezheban bikin û bibêjin; alevî, ezîdî, hiristîyan û rom û ew ol û mezhebên ku ne misilman û sunnî ne, weki ayîdîyet û çanda wan divê bi şêweyeke layîqî û wekhevî bêtin naskirin. Yên ku dixwazin bi çand û baweriyên xwe bijîn divê bi durişmeyekî demokratîkî helwest û mecal bête dayînê bibêjin û wan piparêzin, da ku bi nasîna mezhebî û oldarî yê dijberîyê bi nav wan dixînin, aşti û hizûra gel xirab dikin. Li diji Kanuna Cezayê xala 312-an ew muhalif in. Dive kêmasî du û herî zêde şeş salan bi ceza yê hepsê yê giran bête hepis kirin. Ji bo weşangeran ev ceza cewaz heye ku bi cezayê giran yê peran bê guhertin.
5-Yên ku di pirtûk, rojname an jî bi rê ya çapamenî û weşangerîyê dê bi şeweyekî erênî qala “şerwanên kurd, wekî pêşmergeyên kurd an jî gerîllayên kurd kirine an jî bike, wan propaganda û alikarîya terorîstan kiriye û ku ew meşrû nîşan dane, divê bi kanuna cezakirinê ya xala ku alikarî û rêbazî ji bo terorîstan hatiye kirin (xala 169-an) de divê bêtin ceza kirin, ku ev xal di navbera 4 sal û
6 sal cezayê hepsê divê.
6- Pirtûk, rojname, kovar, radyo, tv û hwd. bernameyên ku kirinên dewletê weki li dijî mafên mirovan sekinîye û îhlal kiribe nîsan bikin û rexneyan lê bigrin, li gor kanuna çapamenîyê ya bi hejmara 5680 tête sîrovekirin û ceza lê tê girtin.
7- Rexnekirina Kemal, reiskomar, ordî û hêzên ewlekarîyê, endam û serekê meclîsê, vezîr û serokvezîr, burokrat û memûrên dewletê bi qesta rastkirinê be jî dikarin qedexe bikin û li gor kanuna cezakirinê ya heqaretkirinê û muhalefeta xala 158an an jî ya 159an dê bête ceza kirin.
8- Her weha li dijî raman û fikrên ku li ba devletê nebin, li gor kirinên devletê helwestekê nestînin û di çarawêra îdeolojîya dewletê ya fermî de nesekinin û di rojname, pirtûk, medya û li ser reya çapemenîyê nêrinen xwe agahi û dîyarî yên muhalîf bi seweyeke aşkere bikin û cezayê bistînin divê ji cezayê ku sitandine sê paran pareki din lê zêde bête dayîn û kişandin.
9- Dema ku ceza yê hepsê wergerînin cezayê pere, dikarin wî cezayî heya 27 qatan lê giran bikin.
10- Dîsa yen ku carek be jî berê ku ceza girtine û li gor devletê ne sicîlpaqijin, cezayê wan kesan ji yekûna cezayên ku girtine ji dehan yek cardin divê lê zêde be, û ji bo yên ku ceza carek girtine, cara diduwa xala daxistinê ya 59-an nayê bi karanîn û texîrkirina cezayê ji ne mimkun dibe…
Ew kesên ku van kanûn û cezayên ku me li jor qal kir, bibe muhatab û bê ceza kirin:
a- Nikarin dersên herêmî (kurdî, lazî, cerkezî û hwd.) bidin û dersxane û ciyê perwerdeyîyê vebikin.
b- Nikarin ji bo hilbijartinan namzetîya xwe daynin û sîyasetê bikin.
c- Nikarin di partî, derneg û sazîyen fermî de bibin endam, rêveber û serok.
d- Nikarin di malbata xwe de wekî bav an dayik, heqen xwe yen medenî biparêzin.
e- Nikarin di kar û barên devletê yan yên fînansï yen taybetmedaran de wekî karker an xebatkar di paş cezakişandinê jî di karêki de bi ci bibîn û bixebitin.
f- Yên ku di wan xalen cezayê yê jorîn de cezayê bigrin, ji aliye devletê ve wekî insanên ku karên kirîmînal dikin têne hesêb kirin. Betir ji civatê tên izole (tecrîd) kirin û bi her bahaneyî wan tehdît û terorîze dikin.
g- Aliyê aborî de, bi rêya bac, bandrol û bi gelek dek û dolaban, weki wezîrê çandî, aborî, hundur û adlî derfet hene ku ji bo têk birinê bi kar bînin. Diji weşangeran taqrîben sêsed madde an ji xalên antî- demokratîk ye qanûnên ceza tirk hene ku cezayê bidin me, me bêdestur bêhêlin, hepis bikin yan jî cezayê pere bidin û wî pereyî ji me bistînin. Bes wekî weşanger bi rêya fermî hîç îmkanek di dest me da tune ye ku em xwe biparêzin.
Heya niha ew kesên ku bi nêrîn û ramanên azadî di tirkiyê de karê weşangerîyê û çapemenîyê kirîne tê zanîn ku gelek caran hatine revandin, kûştin û ji bo ku ji Turkiyê koc bikin hatine tehdît û terorîze kirin.
Turkiye li gor teknolojîya îro ya cîhanê wan kanûnên xwe yên cezayê nikare bi gişti bi kar bîne, biparêze û di nav devletên navneteweyî de bi asanî cihe xwe bistine. Dewlet her dem soz dide ku ”em ji bo gelê tirk ev qanunên ku li dijî demokrasîyêne divê em biguherînin û demokratîze bikin” lê ew nexwedi soza xwene û tê ditin ku her ew zirsozdarin.
Dîsan li gor van hal û mercan nikare kanûnên xwe bi kar jî bîne. Ji bo ku li ser rêya internetê sîteyên kurdî her zêde bûne. Televîzyon û radyo bi rêya satelîta di ezmanan de her weşane tîne dike nav mal û cawên herkesî. Lê dîsan jî dewlet her wekî kermirîşkên ku serê xwe dikin nav qûmê bes qilafeta wan dervaye û ew bi avayekî; ” Ez kesi nabînim, kes ji min nabîne.” dihesibînin. Le xwe ji nêcîrvanan xilas nakin û dibin necîra wan. Tirkîye jî zen dike ku ew li gel xwe tiştê ku heye û dibin lê li ba xwe ”tune”yî bihesibîne ”ev ji holê radibe”, le wek mantiqî û zanyarî ev raman dîtinek vir û vala ye û bi cî nabe jî..
Divê ji bo îstîqrar û dewletekî cî bi cî ku xwedî îddîaya dewletek huquqî ye, dema ku nikaribe bi her awayî desthilatîya huqûqa xwe bike û biparêze, divê kanunên de xwe dê li gor helwest û rewşa cîhanê ji nû ve guherîn û reforman çê bike ku xwe nû bike û ji bo ku di cihanê de merhaleya insanetîyê û di huqûqa navnetewî de bikare ka xwe dê bi cî bike ku ji cihane, insanetiye û huquqa navnetewî dur nekeve. Le kanê? çawa ku dapîra min goti bû; ”her kes çû hîvê, yên me hîn pişkulên bizinan dipîvên”…
Iro ji bo peyva ”Kurdistan”, nivîskar, sîyasetmedar, rojnamevan û weşanger bi asani têne dadkirin, ceza û eza lê tên kirin. Pirtûk, rojname û kovar tên kom kirin ceza kirin û şewitandin.
Televîzyon ku li Tirkiye yê ne bi sastî be jî cara ku dijî memûrekî dewletê helwestek rexnegirî bigre, ew ekranên wê tên reş kirin.
Lê îro sê – çar televîzyon hene ku bi helwestek ’Kurdistanî’ û kurdperweri bernaman diafrînin û her sa’et diweşînin.Heya li Kurdistanê alîyê reytîngve ew televîzyon serekene ku ten temaşe kirin, gelek nivîskar û sîyasetmedarên Tirkan jî ew rastîya bi ziman u nivîsên xwe agâhdarî kirin e.
Diyar e ku li ser rêya Internetê her grub, heyan gelek kesan bi navên xwe, malbat û şirket an ji bo xebatê cure cure ji xwe re malper vekirine û bi her avayî xwe îfade dikin û ramanên xwe dîyarde dikin, dan û standina helwestên xwe dikin. Bi hezaran nîviskar, nivîsên xwe çap dikin û nerinên xwe bi azadî ji xendewaren xwe re dişînin û tekilîya ramanên hev dibin.Lê kes nikare bibêje ku;”ev bêjeyîyên bi vî awayî qedexene û nahêlim tu biweşînî”… Belkî derfetê devleta tirk hebana ew tiştên wer yên sosret ji bigotana… Le ji bo tirkiyê; ew tirkek ku yek ”kesekî wê berdêli hemu cîhanê ye” sed mixabin ku ne mimkune û nikari (!)...
Di wî şerê kendavê de televizyonên cîhanê yen sereke ku ten temaşekirin, wekî CNN, BBC, NBC û gelekî ji wan her sa’et û deqîqe nûçe didan / didin û qala ’Kurdistan’ê dikirin û dikin. Helwesta Tirkîyê û dagirkirina başurê Kurdistanê rasterast hat qalkirin û kifşbû ku Tirkiye bê tehammûle û dixwaze berdel û wendakirina Tirkîyeyê çi dibe bila bibe jî îkrariyâ helwestê weha ye: ”Li ser axa cihanê, belki li esimanê erşan be jî her bi navê kurd û kurdistanê li kû çîyayî dibe bila bibe hiç tisteki naxwazim û nahêlim ava bibe. Hiç li ciyeki kurd bi nasnameyeke askere dive nejîn. !” Hêvî dikin ku kurd her birçî, belengaz, nezan û xizan bin ku bibin komek kole, ew ji bibin dewlemend û koledar. Ev nêrina kevnar û kevneperest ji xwe re kirine armanc. Bes nizanin ku cîran birçî û belengaz be, ew nahêle ku ciranê xwe jî bi reheti û firêqetî, bi azadî û serfîrazi parîyek nan bixwe û bijîn. Bê zanîn ku di rojhilata navîn de her dewletek bi îstiqrar, devlemendî û azadî çiqas pêşve bikeve dibe navnîşan ji bo hemu cîranan. Hemû cîran jî ji wê dewlemendî, azadî û demokratîyê para xwe bistînin û bextewar bibin. Lê tê xuyakirin ku dewleta tirkiye di vê hal, merc, helwest û ramanê de nîne û her çave wê li roja reştarî ye. Ev jî rêya neqezencîkirinê ye.
Îro merhaleya ku mirovayetî gihiştîyê, wekî doho bingehîna dewlemendîyê jî ji axek berfireh bêtir, bi zanyarî û komelayatîya pêşweçûyina zanyarî yê zarurîtirîn e. Ji bo vê yêkê dewletên ku bi pês ve çûne meyla xwe ya aborîyê wekî berê bêtir nadin ser çekdarîyê, lê didin perwerdeyî û zanyarî yê û xerç dikin. Herkes ji bo rewşa dinê hewl dide xwe ku bi şunve nemine û bi pêşvebikev e. Lê tirkiye wekî aşwanê ku aşê wî bi ber laser(lehî)ê ketîye û tiştek li şunvê nemaye, wegerîye di newal û nepelyan de ku li pey şeqşeqa aşê xwe ketîye û gerîyayê bi wî avayî li pê karê ku nebi kêr bê dibeze...
Turkîye weki peyagirê kasimpasa yê ku hal û rewsa tê de ye nabîne û her xencera xwe ya jengalî bê hêş û tewaş bah dike û dihejine, le ketina wî halî ji lewazi, qelsî û gor hal û hacetêt cîhanê hewl nedaye ku bi sêweyek erêni xwe neguhertîye. Wekî kewnare bavê xwe ku hin bi hesp bezandina wi ku li car kitayen cihanê bezandiye pesindare û dixwaze xwe nişan bide derdikeve hole. Lê nizane ku ew cîyên ku hesp le bezandîbûn, îro nikare li wan cîyan bin dare ki de bi turîstî ji be, bi rumet derbaz bibe û tasek av vebixwe. Bi gotarên xwe yên dema Imparatorîya Osmanî di qurna (sedsal) 21î ya teknolojîya data yê de dubare dike…Dixwazim bêjim were li vê seyrangehê binêrê… Lê yên ku di bin wê nezanî û kewneperstîyê de û bê nefes mane jî em kurd in. Gelo ev çî ye.?..Ev ji pirsa me ye.
Ji wê sedemê bavpîrê wan ê Osmanî, çawa ku qurna 19 û 20î de erdê kû dagir kirîbûn yek bi yek wenda kirin û van sedsalên dawî jî bi darbe, jarî û fêlbaziya dîjî gelan derbaz kirin û rojhilata navîn bi xwîna gelan av dan û bi taybetî Anatoliya, Mezrabotan ev herêma ku erdnîgarî ji mirowayetî û medenîyetê re kiriye û di dirokê de bûye rûmeta cihanê, wan torinên Mongolan bi talankerî û zikresîya xwe ji wan gelên qedim re kirin goristan û hin jî dikin. Lê îro em dibînin ku çiqas hewl bidin xwe jî, bi vê siyaseta telaqreşiyê sernakevîn. Da ku edî cîhan piçûk e…
Nikarin entegreyî Yekîtiya Awrupayê bibin. Nikarin kêşêya Qibrisê de firsendên ku hatibûn ber destan ji bo berjewendîya xwe , Qibrisê û tirkên wê derê bi erênî serrast bikin. Nikarin ji bo kêşêya kurd duruşme û pêngavekî bavêjin. Tirs û xofa dilê wan de ya mezin ewe ku kurda ew di Anqarê de ciwînandine. Her bîryara Anqarê; “şeref û sefera dagirkirina axa kurd ”e , lê careki ji dawîya seferekî de be jî bi zafer nezivrîye. Ser de ji keda gelê xwe bi sedan milyar dolaran birin di wan çîya û gelîyan de rûxandin û zivirîn.
Lê li Tirkiyê kes derneket û negot ku hûn vê keda me çima dirûxînin van çîyan, newel û nepelîyan!.. Yen ku gotibûn jî ji cend kesan derbaz nebûn. Cihan li wan jî kirin tarî û zindan…Tirkîya îro bi vê hovîtiya xwe pesindare.. Xwe çawa gor rewşa dinyayê biguherine hw..?
Ew pirtûkên ku ji wesanxaneyên ku di berpirsîyarîya min de hatine weşandin û derheqa wan de biryara komkirinê derxistine, doz le vekirine û ceza lê hatine danîn ev in:
1-Belge ve Taniklariyla Dersim Dîrenîşleri- M. Kalman: Kanuna Cezayê ku doz vekirine; 3713 Xala 7 û 8. Doz di Dadgeha Hewlekari ya Dewlet ê (DGM) ya çaremin de vebû lê doz dane sekinandin.
2-Bati- Ermenistan Kurt Ilişkileri ve Jenosid - M. Kalman: Kanuna Cezayê ku doz vekirine; 3713 Xala 8. Doz di Dadgeha Hewlekari ya Dewlet ê (DGM) ya pencemin de vebû lê doz dane sekinandin.
3-XX. Yuzyil Başlarinda Kurt Siyasasi ve Modernizm- Hasan Yildiz: Kanuna Cezayê ku doz vekirine; 3713 Xala 8. Doz di Dadgeha Hewlekari ya Dewlet ê (DGM) ya sêyemin de vebû lê doz dane sekinandin..
4-Baban Botan Soran- Dr. Kaws Kaftan: Kanuna Ceza yê ku doz vekirine; 3713 Xala 8. Doz di Dadgeha Hewlekari ya Dewlet ê (DGM) ya pencemin de vebû lê doz dane sekinandin..
5-Kurt Ulusal Hareketlerî ve 15.Yuzyildan Gûnumuze Ermeni Kurt Iliskileri - M. Kalman: Kanuna Cezayê ku doz vekirine; 3713 Xala 8. Doz di Dadgeha Hewlekari ya Dewlet ê (DGM) ya sêyemin de vebû lê doz dane sekinandin.
6-Agirî Dagi Isyani – Ihsan Nuri Paşa: Kanuna Cezayê ku doz vekirine; 3713 Xala 8. Doz di Dadgeha Hewlekari ya Dewlet ê (DGM) ya çaremin de vebû lê doz dane sekinandin.
7-Kurt Gozuyle Yilmaz Guney – Mahmut Baksi: Kanuna Cezayê ku doz vekirine; 3713 Xala 8. Doz di Dadgeha Hewlekari ya Dewlet ê (DGM) ya sêyemin de vebû lê doz dane sekinandin..
8-Hasretine Gom Beni Kanuna Cezayê ku doz vekirine; 3713 Xala 8. Doz di Dadgeha Hewlekari ya Dewlet ê (DGM) ya sêyemin de vebû lê doz dane sekinandin..
9-Ozlem ( Garod) – Hracya Kocar Kapriyelyan: Kanuna Cezayê ku doz vekirine; 3713 Xala 8. Doz di Dadgeha Hewlekari ya Dewlet ê (DGM) ya sêyemin de vebû lê doz dane sekinandin.
10- Ozlemin Gul Suretî - Hafiz Akdemir: : Kanuna Cezayê ku doz vekirine; 3713 Xala 8. Doz di Dadgeha Hewlekari ya Dewlet ê (DGM) ya sêyemin de vebû lê doz dane sekinandin.
11-Yeni ve Yakin Caxda Kûrt Siyaset Tarihi: Kanuna Cezayê ku doz vekirine: 3713 Xala 8. Doz di Dadgeha Hewlekariya Dewletê (DGM) ya şeşemin de berdewam e.
12-Belge ve Taniklariyla Agirî Direnişi- M. Kalman: Kanuna Cezayê ku doz vekirine; 3713 Xala 8. Doz di Dadgeha Hewlekari ya Dewlet ê (DGM) ya sêyemin de berdewam e.
13-Dersîm Civarik-Iki Uçlu Yaşam. - Huseyin Akar: : Kanuna Cezayê ku doz vekirine; 3713 Xala 8. Doz di Dadgeha Hewlekari ya Dewlet ê (DGM) ya çaremin de berdewam e.
14- Dersîm Civarik-Iki Uclu Yasam. - Huseyin Akar : Madeya 312. Xala 2. Doz di Dadgeha Hewlekari ya Dewlet ê (DGM) ya çaremin de berdewam e
15- Tutkular ve Tutsaklar – Evin çiçek: Kanuna Cezayê ku doz vekirine; 5680 û 159 Dadgeha Ceza Asliye yê ya 2 ku li Beyogluya Stenbolê ye.
16-Batinin Yeni Doxu Seferi( Nato- Turkiye- Kurtler)- Hayri Argav: Kanuna Cezayê ku doz vekirine; 3713 Xala 8. Doz di Dadgeha Hewlekari ya Dewlet ê (DGM) ya seseminde vebûbûn. Salek ceza yê hepsê wergerandin dewsa perê giran milyarekî û du sed û deh milyon cezayê giran yê pere wekî bac, bertîl û xarac ji min (Ahmed Onal) standin û infaz kirin. Ez derheqa vê doza kû dewletê daye, niha dozdarim li gel Dadgeha Mafên Mirovan ya Awrupa yê li Strasbûrg ê.
17-Teyrê Baz ya da Baybaşin – Mahmut Baksi: Kanuna Cezayê ku doz vekirine;
A- Madeya 312. Xala 8. Doz di Dadgeha Hewlekari ya Dewlet ê (DGM) ya pencemîn de vebû. Du sal ceza dane min. Wergerandin cezayê pereyê giran ku Milyar û heystsed û çil milyon TL biryar girtine ku wî pereyî ji min bistinin. Ser îtîraza min niha ev doz di dadgeha bilind ya ‘yargitay’ de li hevîya biryara dawiyê ye.
18- B- Teyrê Baz ya da Baybaşin – Mahmut Baksi: Derheqa vê pirtûkê de Dadgeha Beyoglu ya Dadgeha Duyem ya Ceza yê Giran ku li Stenbolê jî pênc xalan doz vekirin.
a- Li hakaret kirina Reis komar Suleyman Demirel ku di pirtuke de: “ Demirel û Malbata xwe di Tirkîyê de çete yê heri mezin in ku bi xwe serok çeteye û pereyên qirej li bankayên ku wan saz kiribûn (wekî Egebank, Yaşarbank û hwd. ) bi rêya bankayên Qibrisê paqij dikin. Deste vê malbate di naw bazirganîya eroyîn, esrar û kokaîn û her tişten weha da ye” gotiye û li gor Kanuna Cezayê xala 158-an sucdar dîtime.
b- Li heqaret kirina hêzên hewlekar ku di pirtuke de: “ Li Tirkîyê di nav hêzên hewlekar yên dewletê de cure cure çete hene û deste gelekan di nav bazirganî ya kirîminal da ye. Sîxûr û polîs tevî mafyayê dişuxulin. Esrar û eroyîn bi destê wan û zanyariya wan, bi beşeki organizkirina wan ji Efganistane heyan Engilistane diçe. Pere yê ku jê digirtin; di şerê ku li dijî kurdan dimeşandin bi kar dianin. Yên mayi jî di nav xwe de pay dikirin. ” gotiye û gor Kanuna Ceza yê ya 159 an sucdar ditim e.
c- Li heqaret kirina Komara Tirkîye ye kirîye ku di pirtuke de:”Di nav devletê de cete û karbidestên kirîmînal dikin an tên kirin bi berfiretir desthilatin ” gotiye û gor Kanuna Ceza yê ya 159 an sucdar ditim e.
d- Iddiaya ku di derheqa ”heqaret kirina leşkerê Tirkîye yê kirîye ku di pirtuke de: ”Di nav ordiyê de cete û karbideste kirîmînal dikin an tên kirin bi berfiretir desthilatin Ew helîkopterên ku diçin şerê kurd, gelek caran ji sinor eroin û esrar dikisinin Diyarbekirê û cîyen din… ” gotiye û gor Kanuna Ceza yê ya 159 an sucdar dîtim e.
e- Iddiaya ku di derheqa ”heqaret kirina endamên Meclisa Tirkîye yê kirîye ku di pirtukê de: ”Di nav devletê de cete û karbidestê kirîmînal dikin an tên kirin bi berfiretir desthilatin, ji wan hinek wek Mehmet Agar, Sedat Bucak, Cavît Caglar û hwd. weki wezir, rêbaz u şirîg in ” gotiye û gor Kanuna Ceza yê ya 159 an sucdar dîtim e.
Tabi ew îddia, Mahmud Baksi ne ku ji ber xwe derxistine. çavkaniya îddayê ku di pirtukê de hatine kirin ji Huseyîn Baybaşin hatine standin û ew bi xwe di nav wan kiryaran de weki serok, organîzator û mezin şirîkê van kar û baran e.
Di vê dozê de jî cezayê ku dan min, nedabûn mesul çeteyên Susurlukê ku bi hezaran karên qirêj û mirovkujî ya wan diyar bû.
Ev cezayê ku ji bo vê pirtûkê dabûn min şeş sal û çar meh bû ku wergerandin cezayê giran yê pere, weki du milyar û çar sed û çil milyon pereyê tirk (TL) e.
Di wê pirtûke de bi temamî çar milyar du sed û heyştê milyon pere yê tirk (TL) herwaha biryar girtine ku wî pereyî ji min bistînin. Ser îtîraza min niha ev doz di dadgeha bilind ya ‘yargitay’ de li hêviya biryara dawî ye.
19-Dersimde Alevilik – Munzur Cem: Madde ya 312. Xala 2. Doz di Dadgeha Hewlekarî ya Dewlet ê (DGM) ya pencemin de vebû. Du sal ceza dane min. Wergerandin cezayê pere ku heft milyon û benc sed û bence hezar perê tirk(TL)e. Biryar girtin e ku wî pereyî ji min bistînin. Ser îtîraza min niha ew doz di dadgeha bilind ya ‘yargitay’ de hêvîya biryara dawiyê ye
20 - Dersimde Alevîlîk – Munzur: Kanuna Cezayê ku doz vekirine; 5680 û 159 Dadgeha Aslîye yê ya 2. ku li Fatih a Stenbolê ye.
21-Tutsak Duşlerîmîn Guncesî – Azad Yaşar: Maddeya 312. Doz di Dadgeha Hewlekari ya Dewlet ê (DGM) ya duwemin de vekirine . Doz berdewam e.
22 -Acinin Dîlî Kadin – M. Erol Coşkun : Maddeya 312. Xala 2. Doz di Dadgeha Hewlekari ya Dewlet ê (DGM) ya caremîn de vebû. Du sal ceza dane min. Wergerandin cezayê giran yê pere ku çar milyar perê yê tirk(TL)e. Biryar girtin e ku wî pereyî ji min bistinin. Li ser îtîraza min niha ev doz di dadgeha bilind ya ‘yargitay’ de li heviya biryara dawî ye.
23- Acinin Dîlî Kadin – M. Erol Coşkun Kanuna Cezayê ku doz vekirine; 5680 û 159 Dadgeha Asliye yê ya 2. ku li Beyoxlu ya Stenbolê ye.
Li jor jî weka ku tê ditin derheqa nozdeh (19) pirtukî de doz ve bûye. Ji van pirtûkan derheqa çar pirtukande, wekî “Teyrê Baz” çar, “Dersimde Alevilik”, “Acinin Dili Kadin”, “Dersm Ciwarik” de du caran doz hatiye vekirin ku aliye huquqî de weki sikandal e. Heyan niha ji berdest û berpirsîyarîya min de pirtûken ku derketine di derheqa wan de bist û benc (25) doz hatine vekirin.
Ji wan:
Yek (1) hatiye infazkirin.
Hest (8) doz dewam dikin.
Penc (5) doz yen kû dadgehên heremî biryar standine û bi temami 13 Milyar û sed milyon TL cezayê pereyê giran birîne.
Yanzde (11) doz texir kirine. Ji bo ku berpirsîyarê gişti her çiqas ez bûm jî lê xwedi ne ez bûm. Xwedîyên wan pirtukan jî ji Tirkiye yê der ketin û bûn penaber. Qanunên kû ji nû ve derketin derheqa wan de doz dan sekinandin. Bes biryara van pirtukên ku doz hatine texîrkirin ew biryar berdewame û ev pirtuk li tirkîye yê qedexe ne.
Li Tirkiyê derheqa pirtukên kurdî de doz nayên vekirin.. Da ku zimanê kurdî wekî ziman qebûl nekin. Bê zanîn ku ev polîtika ya dewleta Tirk ji dozvekirinê pejoratiftirine û zêdetirîn dijwar û xedar e.
Dewleta tirk ji bo demokrasîyê diyarde ya herî pêşin xwe kifş kirîye ku dijî azadîya ramanê çawa tund sekinîye di wan dozên jorin de bi asanî tête dîtîn.
Dewletê ji bo ku li dijî azadî ya ramanê û li dijî mafen mirovan ev qas xedar e ku bi durişmekî faşsîzane, ne tenê ezayê li me dide kişandin, rê ya gellê tirk ya demokrasî û azadîyê jî girtiye û bi polîtîkaya nijadperestîye sere vî geli herimandiyê, ew jî bê rümet û ustûxwar kiri ne.
Insanên bi rûmet, mirovhez û azadîxwaz li dijî vê reşetarîyê ditekoşin û wê vedikelêşînin, çi gotina min ji wanre nîne. Lê yen ku alikarin û dijî dewleta Tirk bê dengin ji wê siyaseta reşetarîre şirikdarin, ew jî ji cem diroke sucdarin.
Dîrokê, ew kesên ku li diji azadîya ramanê sekinîne her mahkum kirîye.
Dewlet bi rê û biryara dadgehên ne xweser, îro li dijî me weşangerên kurd, rojnamevanên xweser û biwicdan, nivîskar û mirovperweran, bi helwestek tundî weki bertîl û xaracê ji me daxwaz dike û distîne.
Em jî mecbur hiştine ku vê bertîl û xeracê bidine. Da ku em nedin ji serê her xalê sê salan cezayê hepsê bi me dê bidin kişandinê.
Kanuna ku di salên `40î de faşîstên Italya bi kar dianîn, yên ku ji Musolînî vergirtine û di ava cuntaya tirkî ya `82an de têwerkirine ku mîna kinc û qerpalê dînan li gelen tirk, kurd û yên dinê kirine, iro ji me bi wê qanunê dadgeh dikin. Fermo binêre adaleta tirk!...
Divê insanîyet ji van qanûnên diktatoran xwe azad bike. Divê tirkîye ji vê berumetîyê û ustuxwarîyê rizgar bibe.
Rojen azadî ji me hemûyan re pêwîst in. Azadî û rumetî para we be. Fermo vê reşetarîyê biqelêşinin!..