Serrûpel Hejmar 40, gulan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Ahmet Önal: Vê reşetariyê biqelêşin
Bedirxan Epözdemir: Hevpeyivîn li gel Feqî Huseyn
Feqî Huseyn: Jiyana min bi kurdî
Lokman Polat: Kurteçîrokên kurdî û Çiya Mazî
Îmer Kalo: Rojnamegeriya kurdî
Fuat Akpinar: Roja Rojnameya Kurdistan
Ebdurrehman Reşîd: Ne tenê Sedam ket
Fuat Akpinar: "Kurdino, merdino, pirr xweş e serxwebûn"
Bûbê Eser: Mizgînî li we
Zerdeşt Haco: Azadî li gelê me pîroz be
Kemal Burkay: Ev guhartina mezin pîroz be
Derwêş M. Ferho: Kurd di rewşek giring û dijwar de ne
Abbas Şiwan: Dîktoriyetî ayînî rê dekat!?
Fuat Akpinar: Bila her kes hesabên xwe baş bike
Fuat Akpinar: Bo qaşo çepên tirkan
Fuat Akpinar: Dilê Kurdistanê êdî katalîzatora kurdan e
Abbas Şiwan: Azadî Kerkûk le dîdî KDPyewe
Fuat Akpinar: Kurd ji tirkan parsê naxwazin
Fuat Akpinar: Bila tirk bi edeb bin -III-
Fuat Akpinar: Hesabê malê li sûkê nehat


Rewşa rojnamegeriya kurdî

Îmer Kalo: imerkalo@hotmail.com

"Rojnamegêrî peyameke zindî ye"
- Tolstoy-

Di boneya roja rojnamegêriya kurdî de, û mixabin her sal di bîst û duduyê nîsanê de, mirov diheste ku zor pêwîst û girînge, û bes ji me tê xwestin ku em destên xwe li ber yezdanê dilovan vegirin û “fatîheyekê” li ser giyanê Miqdad Midhet Bedirxan bixwînin!! ji ber ku êdî bi hezar caran hatiye û tê dubarekirin “camêrî û fêdekarî û jîrbûn û... wî camêrî - bi xwedê êdî em zor têgihîştin wê rasteqînê. Helbet ev hest û baweriya han ne ku kêmbûneke di buhayê xebat û mêjûya Bedirxaniyan de ye û ne jî qerfeke bi navê Miqdad û mêjûya 22-4-1898 an ne, belê divê ew roj ne tenê bibe roja pesindariyê û navtêdayînê lê ji aliyê rojnamegêriya kurdî de tiştekî xuristiye ku her sal ew bone di roja xwe de bête bîr kirin û rêzgirtin, lê di baweriya min de divê rola rojnamegêriyê û tevahiya amîrên agehdariya kurd ya îroyîn di civaka kurd de jî wek destpêkirinê bête teqeze kirin û nirxandin, û ka ta kîjan radeyê û bi çi û çawa sûdeyê dighîne civaka kurd û çi bandorê li pêşveçûn û pêşvebirina wê dike.

Gava ku mirov seriyê xwe ji wê roja pîroz vedikşîne, û di hezariya sisiyan de, li hawîdora xwe gellek bidestxistin û pêşveçûn di amîrên agehdariya kurd de peydabûyî dibîne, wek telefizyonên ezmanî MedTV û KTV û KurdSAT û gellek Radiyo û bi sedan rojname û kovarên ku bi zimanê kurdî tên weşandin, û di vê demê dawîn de Internet jî deriyekî ronahiyê û hevgihiştinê li kurdan vebû, û xebateke germ tê de tê li darxistin. Helbet ji gelê kurd re ev rewşa bi xwe serkeftineke, ji ber ku rewşa gelê kurde şermeze û berçe, û pîlanên ku li seriyê wî bi kar tên, ji aliyê desaletên ku dixwazin pênasiya wî ya netewî pozmîş û tunne bikin, bi rastî û bi bawerî mirov têdighe ku ev rewşa han serkeftineke, nemaze ku pêvajoka jiyanê jî bi xwe tim pêşveçûn û pêşxistinan tîne holê û di jiyana mirov de peyda dike. Belê car din ez teqeze dikim, ku çimkî em dûrî mêjûyê û pesnan û goristan û konên şînan û Sûretê ( El-fatîha ) kevin, û em bi roja îroyîn de biramin û mijûl bibin, û binerin ka çawa rola rojnamegêriyê û tevahiya amîrên agehdariya kurd ji wisa baştir û hêjatir û bi hêztir tê lîstin, û dûv re dikeve alîkariya sûdewergirtin û pêşvebirina civaka kurd di hemî warên jiyana wî de.

Bê guman hemî amîrên agehdariya kurd nûneriya gelê kurd - çi di warê rewşenbîrî û konevanî û civakî... de bin - dikin, û bi navê wî diaxivin, xala pêwist di vir de ewe ! ka bi rastî ev amîrana nûneriya vîn û baweriyên pirraniya gelê kurd dikin? an jî bêhtirîn alîkariya berjewendî û navdariya hin serok û rêxistin û hin rewşenbîrên serbixwe dikin? li gor tamaşekirin û xwendina min ji wan amîran re, tê xuya kirin û çespandin ku beşekî mezin ji wan amîran – yên rêxistinan - di warê êdolociyên rêxistinan û piropagenda serok û kesên bi navûnîşan de dixebitin, belê paseporta ku mirov xwe pê berde hinavên wan amîran, û karibe sûdeyê jê bigre û lê bike, gotarek an jî helbestek an jî stiraneke pesindariyê ye, wisa berjewendiyên gel û bîr û baweriyên nirxdarên wî, û xebata di ber parastina pênasiya wî ya netewî û çandî de, dadkeve ser pêpeloka duyem piştî ya xwediyên wan amîran, ji vir de destarê rastiyê û bîr û baweriyan çep dizîvir re, û çarenûsiya hêz û vîna nirxdarên gel dibe qurban ji baskên qaz û bazên firokvan re, û perdeyên şanoyê li pêş rewşenbîr – rojnamevan û hunermend û helbestvan... ên nirxdar girtî dimîne, û qada duyem û sêyem – ji aliyê zengînbûna karanînên mejî û berhem û behreyan de – nûneriya civaka kurd dike. Beşê din jî - yê serbixe - bêhtirîn di Internetê dixebite, di pişt re emê li ser bisekinin.

Lê mebesta çîrokê çiye? gava ku mirov ji xwe dipirse, ka van amîran çi guhertin û sûde aniye holê, û di kurde jêderanîn û bi rengekî sazkarî sûdewergirtin di civaka kurd wergerandiye? ango ev amîrana bûne amîrne gelêrî an na? bi gotineke din : ji çel milyon kurd çend zanin bi zimanê kurdî bixwînin û binivisînin, û çend bi soranî diaxivin û têdighên? her yek dikare di navbera xwe û dirûna xwe de bersiva vê rewşê li gor wijdana xwe bide. Gellekî girînge û zor pêwiste ku amîrên agehdariya kurd li alavekê, li îdeolojiyekê, li ramanekê bigere, da ku karibe pê xwe berde wijdana mirovê Kurd, û karibe rewşeke gelêrî ji ziman û çandeya kurdî re peyda bike, lê ez baş bawerim ku zor pêwiste ji ziman de destpê bike !! ji ber ku – di baweriya min de – hînbûna ziman pîvanokê pêşerojeke Serkeftiye, di penava agehdariyê de. Ger em li dîroka gelên jiyanê vegerin, tê de tê dîtin ku çawa rojnamegêriyê bi rengekî gelêrî dest pê kiriye, û armanc û mebestên xwe yên destpêkîn hînbûna ziman bûn, piştî ku ew yeka pêk anîn, ji nû ve dest bi doza hilbijartinê û rojnamegêriyeke hilbijartî kirin, nemaze ku dîsa jî rojnamegêriye gelêrî cihê xwe berneda û baş rola xwe dilîst, ango çiqwas mirov bi mejiyeî sax û durist birame, wê bêhtir amancên xwe pêkbîne, û serkeftin û pêşveçûnan qezenc û peyda bike.

Lê sed mixabin em tim vajî berjewendiya rewşa xwe dixebitin, ez nizanim sedem jîrbûn û jêhatîbûna meye, an jî ji bêhişî û bêtevdîriya meye? em tim dixwazin xwe di ser qonaxan re çekin, û ji jor de û ne li ser zemîneke durist dest bi lêkirinê bikin, û ji destpêkê de em xwe dibînin ku em her tiştin û her tiştî zanin, ango wek ku bapîran gotiye : “Deriyê hîz ji dawiyê de vedikin” !! em rewşa Internetê – ya serbixwe - wek mînakekê bînin holê : kurdan Internet wek fersendekê dîtin, û xebateke germ û balkêş tê de li darxistin, her demekê em dibînin ala kurdistanê di cihekî nû de firre firre û bilind bilind li ba dikeve !! û hîn em bi wê rewşa nû ve ne ramiya bûn, ji aliyê pirbûna vekirina malperên kurdî de, ji nişkave hin rewşenbîrên kurd derketin holê, û xwe wek hilbijartina rewşenbîrên kurd di sîngê Internetê de daniçkandin, û pênûs wek şûrekî du dev çep û rast veweşandin, û rê li hin bizavên nivîsandinêye teze birrîn, û xwe wek serkêşên ji xwe razî û pozbilind diyar û pêşkêş kirin, gelo ger ku nivîsandina bi zimanê kurdî tunnebe, wê çawa mirov doza hilbijartinê bike? ma ne duriste ku di destpêkê de pişgêrî û xwedîlêderketin di navbera kurdan de wek zemîneke rast û durist bête peyda kirin? da ku tim hêvî di pêşerojeke sozdar de bête dilxwestin !! nemaze têbîniyên li ser malperên kurdan û di nirxandina asteyên zanebûna rêvebirên wê di warê zimanê kurdî de, lê divê ji bala me neçe ku Internet amîreke agehdariyê ye nû û hêsan û erzane, û divê baş sûde jê werê girtin, piştî amedekirineke pak û baştirîn.

Wê çiqwas baştir û hêja û bi sûde tir ba, ku amîrên agehdariya kurd dûre pîlanên êdolociyet û girêkên dirûnî ketana, û ji bin baskên ezezî û berjewendiyên kesayetî û hêzên kore bê dilovanî derketana, û bi azadî û serxwebûn di nav dehil û zeviyên çandeya kurdî de bixebitiyana, belê azadî û serxwebûn rêç û şopên pêşveçûn û serkeftinê li pêş mirov vedikin !! bi dilronî û aşkere mirov diheste ku amîrên agehdariya kurd ta vê demê rizgar nebûye ji aliyê ezezî û girêkên dirûnî de, û tu pisporiyên xwe yên gelêrî ava nekirine, helbet mirov tek û tûk bizav û serpêhatinan di asoyan de dixwîne, lê dîsa jî nikarin pêdiviyan li gor hêvî dilxwestinan di nav piraniya amîran de pêkbînin. Hêvî û dilxwazî ewe ku hemiyên di warê agehdariya kurd dixebitin, karibin ustubariya sipîkirina rûyê kurdî bi zanebûn û li gor berjewendiyên gelê kurd di serkeftinê de amede û jîndar bikin, da ku bingehên şaneşîneke azadiyê û serfiraziyê di qurzîkên dilê kurdî de wênekin û lêkin.!!!

Kobanî (Başûr-rojavayê Kurdistanê):16-4-2002

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.